Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de* – 3

Rojnamegerî û weşangerîya Kurdî di navbera salên 1898-1923 de* – 3

Weşangerîya kurdî ewqas giring e, ku malpera me biryar da nivîsa lêkolîner Seîd Veroj bikin 5 paran û 5 rojan pey hev raberî we bike. Nivîs ewqas dagirtî û bi zanyarî hatîye nivîsar, ku têr dike em bi tevaya rojnamegerîya kurdî ya hemû salan bînine ber çavan û lezetê jê bibînin. Îro em beşa sisîyan çap dikin.

 

Seîd VEROJ, lêkolîner

3.1. Nasnameya sîyasî û etnîkî ya mesulên rojnameyê

Ji nav van her sê damezrêner û rêvebirên rojnameyê; agadarîyên me yên li ser nasnameya etnîkî ya sernûser Bedrîyê Melatyayî bêtir in. Herdu damezrênerên din; Ahmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî jî bi navên cihê cihê nivîsandine û herduyan jî bi hev re paşnavê “Hersekî” bikaranîne. Ahmed Şerîfê Hersekî nivîsên xwe bi navê “Şerîf” û “Şerîfê Hersekî” nivîsandine. Îsmaîlê Hersekî jî, nivîsên xwe tenê bi navê “Îsmaîlê Hersekî” nivîsandine. Nivîskar Îbrahîm Sedîyanî der barê nasnameya etnîkîya “Hersekîyan” de ji pirtûka Kemal İnanç Işklar neqil dike û dibêje; ji her sê damezirênerên rojnameyê didoyê wan yanî Ehmed Şerîfê Hersekî û Îsmaîlê Hersekî kurdên Balkanî bûn, ji Bosna-Hersekê bûn, rojnameya Şerq û Kurdistan jî, ji alîyê kurdên Balkanî û kurdên Kurdistanê ve hartîye neşirkirin.[1]

Ji nav van her sê mesulên rojnameyê Bedrîyê Melatyayî, ji aliyê raya giştî û çapemenîya kurd ve bêtir tête naskirin. Ji nivîsa wî ya bi navê Kürdler ve usul-i ictimai” [Kurd û usûlên îctîmaî] wisa dîyar dibe ku ew “endamê Îttîhad û Terakkî bû.”[2] Der barê Bedrîyê Melatyayî de agadarîyên berfireh li ber dest nînin. Li gor agadarîyên lêkolîner Murat Issı ku ji belgeyên Arşîvên Osmanî yên Serokwezîrîyê bidestxistine dibêje: “Navê wî yê eslî Mahmud Bedrî ye. Mahmud Bedrî Beg, kurê Alî Riza Efendî ye û ew ji malbatek navdar a Melatî ye. Di sala hicrî ya 1293ê (1876-77) de li Melatîyê ji dayik bûye. Ji bo perwerdeyîyê di Ruştiyeya Eskerî ya qeza Hekîmxanê de dest bi xwendinê kirîye, paşê jî Îdadîyeya Kulelî û Mektebê Herbîye xwendîye. Sala 1901-02yê bi rutbeya teymenîyê, şehadetnama xwe ya hejmar 6449 ji Mifetîşê Umumî yê Tedrîsta Eskerîyê wergirtîye. Di wereqa wî ya tercûmeyê hal de hatîye lêkirin ku bi navê Veliahd yan jî Mahkeme-î Îstikbal pirtûk telîf kirîye û bi navê Mûjde rojnameyek neşir kirîye.”[3]

Demek di nav eskerîyê de xebitîye, ji ber hin sedemên sîyasî hatîye îxbarkirin û di encamê de hatîye nefîkirin ji bo Qubrisê. Piştî neh mehan, ji Qubrisê reviyaye çûye Misrê. Li wê derê di hin muesesatê sinaî û fennî de îstihdam kirîye û ji beşê taksîm-î arazî û tarîk-î Turkiyeyê şehadetname wergirtîye.

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta 1908ê, wekî gelek şexsiyetan ew jî vegeriya Îstenbulê û di îdarexaneyên rojnameyan de dest bi xebata çapemenî û nivîskarîyê kirîye. Paşê berê xwe daye karên îdarî; “16yê Tebaxa sala 1909ê li qelema Îstixbarata Asayîşa Giştî de, bi meaşê 1500 qurişan dest bi kar kirîye. Hetanî 15yê Adara 1910ê li vê derê xebitîye û piştî girtina vê beşê betal maye. 14yê tebaxa 1910ê, di şubeya sêyemîn a heyetê fennîye ya Şaredarîyê de wek muavînê mudir, bi meaşê 2000 qurişan dest bi kar kirîye. … Di 14yê Nîsana 1912 de, bi meaşê 1500 qurişan neqil kirine ji bo sermuhendîsîya Şaredarîyê.”[4]

Bedrî, bi nivîsandin û xebata xwe ya di seha çapemenîyê de navdar e û bi zimanê turkî nivîsandîye. Digel zimanê xwe yê nivîsandinê, “aşînayê zimanên arebî, farisî, ermenî, fransizî, almanî û îngilizî bûye.”[5] Wî di neşirkirin û belavkirina gelek weşanan de mesulîyetî girtîye. Herwekî ku me li jorê jî dîyar kir, ew, hem xwdî îmtîyaz û hem jî mesulmudirê Mûjdeyê bû û navnîşana ciyê rêvebirina Mûjdeyê jî îdarexaneya Şerq û Kurdistanê hatîye nîşandan. Bêguman xebatên wî yên di seha çapemenî û nivîsandinê de, ne tenê ev bûn. Digel ev herdu berhemên Mehmûd Bedrî yê Melatyayî; xebatên wî yên bi navê “Kulliyat-ı Nefise [Küçük Dikişler], Kırmızı Kitap [Pirtûka Sor] û herweha di rojnameyên wekî Şark, Şark ve Kurdistan, Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurd, Mûjde û Mûjdeya Nû de jî nivîsandîye.”[6]

Damezirandina Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd,

kovara Rojî Kurd[7] û Hetavî Kurd

Piştî ceribandina Komela Teavûn û Terakkî ya Kurdan, di pêvajoya navbera salên 1908-12yan de, kurd hem ji Îtîhad û Terakkîyê dûr ketin û hem jî di nav wan de fehma “Îtîhadê Osmanî” lawaztir bû. Di encama vê de, têgehîştin û hişyarîya netewî û çêkirina rêxistinên xomalî bihêztir bû. Damezirandina Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd û çalakîyên wê, di pêşketina tevgera kulturî û sîyasî ya kurd de gav û qonaxeke pirr girîng e. Em dikarin bêjin ku Komela Hêvî, mohra xwe li gelek çalakîyên kulturî û sîyasî yên dema xwe û li pey xwe xistîye; di damezirandina gelek rêxistin, çapkirin û belavkirina gelek weşanan de endam û kadirên Komela Hêvî bûne pêşeng.

Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd, di 27ê Temûza 1912 de tête damezirandin û ji bo sekreterîya komelê jî Omer Cemîl Paşa tête hilbijartin. Ev Komel, bi kurtayî wek Komela Hêvî jî tête binavkirin. Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî) yê ku bi xwe jî endamê komelê bû, der barê damezrandina Komela Hêvî de dibêje: “Min û hevalên xwe, bi şîret û ronahîdarîya Xelîl Xeyalî[8] dest bi xebata damezrandina Komela Hêvî kirin.”[9]

Li gor agadarîya Qedrî Cemîl Paşa damezrênerên Komela Hêvî: Omer Cemîl Paşa, Fuat Temo (kurê Tewfîq Beg ê parlamenê Wanê) Qedrî Cemîl Paşa û Cerahîzâde Zekî yê Dîyarbekirî ye. Herweha Dr. Şûkrî Sekban ê Paxirmadenî jî bi alîkarîya maddî, halan û rênîşandana fikrî piştgirîya wan kiriye. Di yekemîn komcivîna damezrêneran de jî, Omer Cemîl Paşa wek sekreterê giştî hatîye hilbijartin. Piştî lidarxistina Kongreya yekemîn Memduh Selîm Beg, ji bo sekreteriya giştî ya Komelê tête hilbijartin.[10]

Piştî ku Komela Hêvî tête damezrandin di demeke kurt de gelek endamên wê çêdibin. Di nav van endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî, Memduh Selîm Begî, Ekrem Cemîl Paşa, Zîya Wehbî, Nejmedîn Huseynî, Ezîz Babanzâde, Hemzeyê Mûksî, Mihemed Şefîq Arwasî, Mehmed Mîhrî[11] yê Sineyî, Tayib Elî, Evdilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Diyarbekirî, Dr. Mustafa Şewqî yê Mehabadî, Dr. Fuad, Evdirehîm Rehmîyê Hekarî.”[12]

Damezirandina Komela Hêvî û xebatên wê, gelek tesîr li ser ciwan û xwendakarên kurd kirîye. Komela Hêvî, piştî damezirandinê, di çarçoveya armanca komelê de dest bi weşandina kovara Rojî Kurd dike. Rojî Kurd bi zimanê kurdî-tirkî tête weşandin û li ser hev çar hejmar hatine belavkirin. Hejmara yekemîn a kovara Rojî Kurd, di 6ê Hezîrana 1913 de hatiye çapkirin, li ser bergê kovarê hatîye nivîsandin ku xwedî îmtiyaz û midurê mesûl Ebdulkerîm Efendî yê Silêmanî ye. Li ser bergê hejmara pêşîn wêneyê serdar û navdarê kurd Selehedînê Eyubî hatiye çapkirin. Hejmara duyemîn, 6ê Temûza 1913 hatiye çapkirin û li ser bergê wê wêneyê Kerîm Xanê Zend hatîye belavkirin û hejmara sisê jî di 1ê Tebaxa 1913 de hatîye çapkirin û li ser bergê wê jî wêneyê Hûsên Kenan Paşa hatîye çapkirin. Hejmara çaran jî, di 30yê Tebaxa 1913 de hatîye çapkirin û li bin wêneyê li ser bergê wê hatîye nivisandin, “Kurdistan’ın müstahkem şehirlerinden Erzrum şehri/ Bajarê Mûstahkem ê Kurdistanê Erzerum.”

Orjînalên kovara Rojî Kurd bi alfabeya erebî û bi zimanê osmanî-kurdî (bi soranî û kurmancî) hatine çapkirin. Piştî çapa yekemîn a dema Dewleta Osmanî, sala 1981ê sê (3) hejmarên Rojî Kurd, ji aliyê Cemal Xeznedar ve li Bexdayê ji nû ve hatine çapkirin. Sala 2002yê jî, bi redaktorîya nivîskarê vê berhema berdest, her çar hejmarên kovara Rojî Kurd bi alfabeya latînî û wergerandina tirkîya nû, ji alîyê weşanên Warê ve ji nû de hatine çapkirin.

Xebata Komela Hêvî di nav civata kurd de hiş û hişyarîyek netewî peyda kirîye. Ji ber vê yekê, dorûberê hikumetê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Terakkî, ji xebata Komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji ber vê, gelek zixtên hikumetê li ser komelê û xebatkarên wê çêbûn. Piştî weşandina çar hejmaran, çapkirina kovara Rojî Kurd hatîye rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Rojî Kurd, li şûna wê, bi navê Hetawî Kurd kovareke nû hate weşandin (derxistin) û hejmara wê ya yekemîn 11yê Teşrîna Ewel 1329 (24ê Çirîya Pêşîn a sala 1913), li Îstenbulê di çapxaneya “Resîmlî Kîtap” de hatîye çapkirin. Xwedî îmtiyaz û mesûl mudirê kovarê Babanzade Ebdulezîz e û li ser bergê wê hatiye lêkirin ku ev “kovar ji mehê carek tête neşirkirin.”[13] Di nav rûpelên hejmara yekemîn a kovarê de nivîsên van nivîskaran hene: Dr. Abdullah Cevdet, Mesud, T…, Necmedînê Kerkûkî, Zehawîzade, A. M., Binî Erdelanî û Baban Ebdulezîz. Hejmara duyemîn (2.) a kovarê, 21ê Teşrîna Sanî 1329 (4ê Kanûna 1913) di heman çapxaneyê de tête çapkirin.

Hejmara sisêyan (3.), 29ê Kanûna Ewel 1329ê (11 Kanûna Ewel 1914) hatiye çapkirin û di nav rûpelên vê hejmarê de jî nivîskarên wekî Îsmaîl Heqî, Necmedînê Kerkûkî, Ahmedê Silêmanî, Dr. Abdullah Cevdet, H. B. Xarpûtî, Kerîm Kerkûkîzade, M. X., D. Zade Mehmed Mîhrî, Babanzade Îsmaîl Heqî û Qazîzade Mistefa Şewqî nivîsandine. Di hejmara sisêyan de mesele û tespîteke pirr girîng ji alîyê Abdullah Cevdet ve hatiye dîyarkirin, ku ev rexne berdewamî ji tevgera rewşenbîrî û sîyasî ya kurd re hatiye kirin, bi vê tespît û rexneyê jî rastîyeke dîrokî hatîye nîşandan. Cevdet hişyariyê dide rêvebirên Komela Hêvî û kovara Hetavî Kurd û dibêje:

“Ew ciwanê ku di dilê wî/wê de heskirinek xurt hebe û bi xurtî ji qewmê xwe hes bike, divê hewldan û xebata xwe bigehîne Anadolê. Li vê derê, li Îstenbulê qetîyen bi gotin û nivîslêkirinê tiştekî çê nabe.”[14] Hejmarên 4-5ê Hetavî Kurd, 10ê Mayisa 1330 (23yê Gulana 1914) bi hev re hatine çapkirin. Di vê hejmarê de peryoda derxistinê û ciyê çapkirina kovarê guherîye û li ser bergê wê hatîye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête weşandin”[15] û di çapxaneya “Necmî Îstikbal” de hatiye çapkirin. Adresa wê jî wisa hatiye dîyarkirin: “Îstenbul Şehzade Başinda Kurd Talebe Hêvî Cemîyetî”. Hejmara dehemîn (10.) jî, 20ê Hezîrana 1330ê (3yê Temmuza 1914yê) hatîye çapkirin û li ser bergê wê jî hatiye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête çapkirin.” Lê belê em nizanin ku ev kovar bi tevayî çend hejmar hatine çapkirin û belavkirin. “Kovara Hetavî Kurd, wek berdewamîya kovara Rojî Kurd û xebata Komela Hêvî, hetanî sala 1914 weşana xwe dewam dike.”[16] Di nav rûpelên hejmarên berdest de bi berdewamî navê van nivîskaran derbas dibe: Dr. Abdulah Cevdet, Mehmed Mîhrî (Zehawîzade, Binî Erdelanî, D. Zade Mehmed Mîhrî), Nejmedînê Kerkûkî, M. X., Mewlanzade Rifat, H. B. (Xarputî), Îsmaîl Heqî, Kerîmzade Kerkûkî, Qazîzade Mistefa û wd.

Dema ku Şerê Giştî yê Yekemîn dest pê kirîye, ji ber şer, piranîya endam û rêvebiran ji bêgavîyê ketin ber xizmeta seferberîya leşkerî, şert û hêza xebatê nema, xebata Komela Hêvî û weşana kovara Hetavî Kurd jî hate rawestandin.

Li ser armanca damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî Kurd gelek şirove hatine kirin. Lê divê pêşîyê em bala xwe bidin bername, nivîs û gengeşîyên nav rûpelên kovarê. Di hinek nivîsîn û belavokên kovarê de, têgehîştin û felsefeya damezrandina Komela Hêvî û belavkirina kovara Rojî Kurd weha hatîye dîyarkirin:

“Divê ji dûrê îhtirasên sîyasî, armancek me ya zanistî û civakî ya ku rewayê evro û paşerojê be, hebe… ev e, îro ciwanên kurd, hem li hember dinyayê û hem jî li hemberê kurdîtiyê di bin barê vê armancê de ne. Ciwanên kurd bext dane gelê xwe, ku dê bi awayeke bêkêmanî vê wezîfeyê hilgirin ser milê xwe, bi zanîn û bawerîyê li hember ev êrîş û heqaretên cûr bi cûr raweste. Vê gavê tenê em dikarin bêjin ‘ya girîng xebata mirov e, ne gotina wî’”[17] ye.

Her hewa di berdewamiya nivîsê de tête gotin: “Me du abîdeyên hişyarîyê ava kirin: yek jê Komela Hêvî ye û ya din jî kovara Rojî Kurd e. Ev herdu eser jî dikarin bibin delîlê hişyarîya ciwanên me, ku meşaleya kurdîtiyê hilkirine.”[18]

Der barê ziman, kultur û perwerdeyîya bi zimanê kurdî de gotinên bikirp bêtin kirin jî, lênêrîna beşek damezrêner û nivîskarên kovarê ev e, ku bi girêdayî têgehên Îslamî û Osmanîparêzî têkilîyên nav civakî bête bihêztirkirin. Yanî daxwazên kulturî û perwerdeyîya bi zimanê kurdî, wekî unsurên ji bo pêşxistina hişyarîya neteweyî nayin dîtin, ji bo bihêztirkirina binyata van têgehan wekî xarcekê tête dîtin. Ev fehm û lênêrîn bi vî dirûşmê tête dîyarkirin: “Berîya her tişt mûsûlmantî, pişt ra areb, tirk, kurd an jî acem. …”[19] Babanzade Îsmaîl Haqî jî, di nivîsa xwe ya bi navê “Kurdîtî û Mûsûlmantî”yê de dibêje: “Pêşiyê îslam û paşê kurd, ji ber ku kurdî ji îslamiyetê re xizmet dike, divê bête nivîsandin û belavkirin.” Nejmedînê Kerkûkî jî, di nivîsa xwe ya hejmara yekemîn de, “damezrandina komelên xwendekaran, ji bo dahatûya dewleta Osmanî wek karekî xêrdar” dibîne û dêbêje “yekemîn wezîfeya komelan ew e ku pevgirêdaniya qewmê xwe û meqama Xelîfetîyê bihêztir bikin.”[20]

Dema em bala xwe bidin nivîsên wisa, dîyar dibe ku di armanca belavkirina Rojî Kurd de jî, ji alîyê fikra neteweyî ve zelalîyeke temamî nîne. Bi qasê netewetîyê, umetparêziya Îslamî û Osmanîparêzî jî wek reng û têgehên pirr girîng derdikevin pêş.

Lê ku mirov baş bala xwe bide bûyerên pêkhatî yên ji wê demê şûn ve, mefhumên wekî “îtîhadê osmanî”, “osmanîparêzî”, û “umetparêzî” ji bo pêşîlêgirtina fikra neteweyî ya milletên din e. Ronakbîr û sîyasetmedarên tirkên “îttîhadparêz” û “umetparêzên wê demê, bi vê sîyasetê, ji alîkî ve dixwestin neteweyên di nav sînorên dewleta osmanî de bi sîyaseta “Îtîhad û Terakkî” ve girê bidin û ji aliyê din ve jî pêşî li geşbûna fikra neteweyî ya van qewman bigrin. Bûyera ku li jêr hatîye neqilkirin, mînaka herî balkêş a bêtehamûlî û fikra veşartî ya “îtîhadê turkî” dîyar dike. Dr. Abdullah Cevdet di nîvîsa xwe ya bi navê Rêya Îttîhadê de dibêje: “Dostekî min ê ezîz û rêzdar li ser maseya min kovara Rojî Kurd dît û ji nişkê ve pirsî got: Ev kovara çi ye? Min got: weşana lêgerîna civakî û qewmî ya der heqê kurdan de ye. Hevalê min rûpelên kovarê qulipandin û rastê meqaleyêk kurdî hat û vegriya got “madem ev kovar ne bi turkî ye, madem ku kurdî ye, wê demê kovara cûdaxwazî ye” û kovara Rojî Kurd di cî de danî ser maseyê. Bi gotina Abdullah Cevdet, ev bûyer û nêrînên weha ne tessadûf in, nêrîneke giştî û gelêrî ye, pirr li ber dikevim ku ev felsefeya sexte, ronakbîr jî kişandîye nava xwe.”[21]

Bêguman mirov dikare van mînakan zêdetir bike, lê belê bawer dikim ji bo dîyarkirina armanca derçûna kovarê û hebûna fikir û mêlên ciyawaz, evan mînakan bes in.

Herwekî me di rûpelên pêşîyê de jî gotibû, hikumeta wê demê û bi taybetî jî Tevgera Îtihad û Terakkî, ji xebata Komela Hêvî û derçûna kovara Rojî Kurd gelek aciz bûn. Ji ber vê yekê, gelek astengî derdixist pêşîya xebata komelê û xebatkarên wê. Ji ber zixt û astengên desthilatdarîya sîyasî û rewşa awarte ya Şerê Giştî, weşana Hetavî Kurd jî tête rawestandin.

Di destpêka Şerê Giştî yê Yekemîn de xebata Komela Hêvî û belavkirina vê kovarê jî, ji aliyê desthilatdarîya sîyasî ve hate betalkirin. Di kovara Hetavî Kurd de jî, cardin babeteke herî girîng têkilîya dîn û netewetî ye. Di nivîs û belavokên kovarê de, dîn û netewetî, wek du unsirên temamkerê hev hatine dîtin, ne dijberê hev. Ev yek, di Beyana Civata Hêvî de bi zelalî xuya dibe:

“Bi îzna we carek dî jî em dibêjin felata musilmanî û tewadkirina sebebê wê, naskirina kurdî di dest we da ye.

Ew ên ji bo musilmantî û kurdîtî dixebitin, zehmetan dikişînin, ji xeynê mexfîreta Xudê tû tiştek naxwazin. Ji bo wan arîkirin û çirayê kû ji bo kurdîtî hil bûye û roj bi roj şewqa wê zêde dibe, eger ji bo musilmantîya xwe jî û ji bo dewlet û milletê xwe di dilê we da rehmîyek we û di rehê we da xûna bab û kalikan heye, ha waye li ber we meydanek fire vebûye, lê bixebitin, xwe û wê bi arî û xîretê xelas kin.”

“Civata Hêvî di xulamîya musilmanî û kurdîtî da sekinîye, yeka dî jî; ewê kû mêr û musilman e û ji dewlet û milletê xwe hez dike, bila carek mêze bike kû xizmeta millet bi çi awayî tête wucûd, ew jî wusan bike.”[22]

Bi tevî destpêkirina Şerê Giştî yê Yekemîn di sala 1914an de, rewşa awarte hate îlankirin û ji ber vê yekê dewreya yekemîn a Komela Hêvî jî hate girtin. Bi tevî destpêka şerrî, gelek xwendekar û ronakbîrên kurd rêkirin cepheyên şerr û ligel wan şert û mercan, xabata roşinbîrî, sîyasî û weşangerîya kurdî jî qut bû yan jî pirr kêm û lawaz bû.

Kurdîyê Bîtlîsî (Xelîl Xeyalî) der bareyê xusarên Şerê Giştî yên li ser têkoşîn û rêxistinên kurdan de weha dibêje: “Destên xwîndar û zordarên Şerê Yekemîn, cewherên kêmpeyda yên xezîneya me ya neteweyî ji me veqetandin û rêkirin cepheya berfireh a şer. Tenê nûçeyê wan ên dilkovan ji me ra hatin.”[23]

Dema ku em baş bala xwe bidin belavok û peyreva damezrandina Komelê, xebat û çalakîyên kulturî-sîyasî û nivîsên nav rûpelên kovara Rojî Kurd û Hetavî Kurd, du rengên fikrî bi hev re xuya dibin: a yekemîn, reng an jî mêla osmanîparêzî ye, di bin şemsîya îslamiyet-umetê û nav sînorê Dewleta Osmanî de mafê kulturî yê milletê kurd dixwazin; ya duyemîn jî, rengê (mêla) fikra netewî ya nûzayî ya kurd e. Li gor dîtina kurdzanê navdar Minorsky, kovara Rojî Kurd, rêbazekî neteweyî dabû ber xwe û hestên neteweyî di nav kurdan de belav kirîye.

Bi tevî destpêkirina Şerê Giştî yê Yekemîn û bidawî hatina wî, nêzîkê pênc salan li ser girtin û rawestandina faaliyetên Komela Hêvî derbas bûn. Dema ku cara duyemîn Komela Hêvî dest bi xebatê kir, Xelîl Xeyalî bi minasebeta vê dewreya nû weha dibêje: “Hêvîya” me nemir, ew meşaleya netewî ya ku me bi gelek derd û tengasîyan vêxistibû, cardin di destê ciwanên jîr û jêhatî de wê rêya me ya dahatûyê ronahî bike.”[24] Di vê dewreya nû de reng û fikra netewetîyê hîn bêtir xuya dibe û derdikeve pêş. Ev yek, di Belavoka Komela Xwendekarên Kurd Hêvî [25] de, bi awayekî vekirî xuya dibe, armanc û hedefa sîyasî ya xebata Komelê jî bi kurtayî wekî li jêrê hatîye dîyarkirin:

“Komela me berî her tiştî bi vê yekê bawer dike, ku ew faqtorên bingehîn ên ku refah û îqbala neteweyek ebedî dikin, ji bingehên bawerîyê, dewlemendîyê û zanînê pêk têne. Bi rastî jî, ew neteweyên ku li qerekter û bawerîya wan sistî peyda bûye, hebûn û dewlemendîya wan winda bûye, zanîn û rûmetên wan ên bilind bi tiştên xirab têkil bûne, ew netewe dawîya dawîn dîl dikevin, di dîlîyê da ji rûmetê dikevin û mehkûmê berzebûnê dibin… Ji bo ku neteweya kurd bigîje mertebeka xwedîşeref a ku layiqê xislet û xwîyê wî yê bijare be, berî her tiştî divê bawerî, namûs û îdeala kurdîtiyê bi bawerîyeka nemir bê parastin…. Komela Xwendekarên Kurd Hêvîyê, zarûreta pêşveçûna neteweya kurd di rêya zanînê da, ji bo xwe şopa sereke qebûl kirîye û li dora vê armancê ev carê nîzamnama xwe guhartîye û fire kirîye. Hêvî, ji bo gîhana vê mexsedê, dê li her derê Kurdistanê şax veke… Tarîxa neteweyî ya Kurd û Kurdistanê; hazirkirina wesîteyên berhevkirina vê tarîxê jî, di nava mexsedên bingehîn ên komelê de ye. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanekî mefadar û kêrhatî, bigîje hêginîya (qebilîyeta) îfadekirinê û di demeke kurt da bibe zimanê nivisînê, komela me dê xebat bike.[26]

Di nav rûpelên kovara Rojî Kurd de em rastê navê gelek nivîskaran têne, van nivîskaran paşê di kovarên wekî Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de jî nivîsandine. Ev nivîskarên ku navê wan di nav rûpelên van kovaran de derbas dibin, piranîya wan heman demî rêber û kadirên komele û tevgera kurd a wê demê bûn. Wekî ku me berê jî dîyar kiribû, di nav rûpelên Rojî Kurd û Hetavî Kurd de nivîskarên ku berdewamî nivîsandine ev in: Nejmedînê Kerkûkî, Ebdulkerîmê Silêmanî, Abdullah Cevdet, Zehawî Zade A. M., Binî Erdelanî A. M., D. Zade Mehmed Mîhrî, Fikrî Nejdetê Diyarbekirî, Fuad Temo, Îsmail Heqî Babanzade, M. Salih Bedirxan, Mewlanzâde Rifat, H. B. Xarpêtî, Modanî X. (M. X.), Husên Paşayê Bedirxanî, Qazî Zade Mistefa Şewqî, Mesudê Silêmanî û wd.

Endamên Komela Hêvî, nivîskarên kovara Rojî Kurd û Hetavî Kurd bi xebat û helwesta xwe ya der barê rûdanên sîyasî û civakî yên wê demê de, ji bo pêşxistina hişyarîya neteweyî û civakî ya kurd, xizmetên pirr girîng kirine. Dema em bala xwe bidin naverok û armanca xebatên wan ên çapemenî, kulturî, zimanzanî, civakî û dîrokî yên wê pêvajoyê, mirov dikare xebatên wisa wek qonaxa destpêka peydabûna fikra neteweyî binav bike.

* Ev nivîs, di roja 26/04/2015 de, di panela “117. Salvegera Rojnamegerîya Kurdî” de hatîyê pêşkêşkirin ku ji alîyê PAKê ve hatibû sazkirin.

[1] Bn. http://www.ufkumuz.com/kurt-basin-tarihi-6144yy.htm, 13.04.2013,  Kemal İnanç Işıklar, Bir Şizofrenin Tahlili: Said-i Nursî Dosyası- 3, Hakimiyet-i Millîye, 2 Ocak 2011

[2] M. Bedrî, Kürdler ve usul-i ictimai [Kurd û Usûlên Îctîmaî] , Şark ve Kurdistan [Şerq û Kurdistan ], no: 2, 23yê Teşrîna Sanî 1908 

[3] Murat Issı, Ömür boyu süren Osmanlılık serüveni, Bir Osmanlı Kürt Aydını: Malatyalı Bedri, https://www.academia.edu/ 930937/MALATYALI BEDRI, 10,01,2015                  

[4] J.b.                  

[5] J.b.                  

[6] J.b.                  

[7] Çar (4) hejmarên kovara Rojî Kurd, sala 2002yê di nav weşanên War de li ser hev wek pirtûkek hatine çapkirin. Herweha hun dikarin di nav rûpelên malpera www.kovarabir.com de jî bigîjin hejmarên dijîtal ên Rojî Kurd.          

[8] Xelîl Xeyalî, di salên 1911 de midur muhasibê Mekteba Zîraata Bilind a Halqalî bû. Wê demê gelek tesîra wî li ser xwendevanên kurd ên di vê mektebê de hebû. Ew dixebitî ku di nav xwendekarên kurd de hişyarîya neteweyî peyda bike.            

[9] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 29       

[10] J.b, r. 34             

[11] İsmail Göldaş dibêje: Mehmed Mîhrî endamekî tewr aktîf ê Komeleya Hêvî bû ku ew Komele di sala 1912 de hatibû damezirandin. Bn. İsmail Göldaş, Kürdistan Tealî Cemiyeti [Cemîyeta Tealîya Kurdistanê], weşanên Doz, 1991, Îstenbul, r. 53        

[12] J. b., r. 35           

 

[13] Hetavî Kurd, no.: 1, 24ê Çirîya Pêşîn 1913      

[14] Dr. Abdullah Cevdet, Hetavî Kurd gazetesi yazarlarına, Hetavî Kurd, no.: 3, 11yê Kanûna 1914  

[15] Hetavî Kurd, no: 4-5, 23 Gulana 1914             

[16] Qedrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 37      

[17] Rojî Kurd, no.: 1, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 14-15

[18] J.b. r. 14             

[19] Rojî Kurd, no.: 2, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 52     

[20] Babanzade Îsmaîl Hakkı, Rojî Kurd, h.: 2, weşanên War, Îstenbul, 2002        

[21]  Abdullah Cevdet, Îttîhad Yolu/Rêya Yekîtîyê, Rojî Kurd, no: 2, weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 51              

[22] Beyana “Civata Hêvî” ya Feqehê Kurdan, Hetavî Kurd, no.: 4-5, 23 Mayıs 1914         

[23] Jîn, no.: 14 (28ê Adara 1919), wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998   

[24] Jîn, no.: 14, cild: III, wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998   

[25] bn. Jîn, Belavoka Komela Xwendekarên Kurd Hêvî, h.: 21-22, cild: 5 wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998    

[26] Jîn, no.: 21-22, cild: 5 wergera M. Emîn Bozarslan, Sweden, 1998 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev