Pirsa we û bersîva me – 80

Pirsa we û bersîva me – 80

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide. Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsa Newroza Xudêdaya ji Serdeşta Kurdistana Rohilatê ha da:

 

Pirsa Newroza Xudêda û bersîva Nura Şane

 

Pirs: -Li welatekî ereban erebekî ne musulman nikare bibe serokkomar, lê kurdekî musulman dikare bibe. 

Eynî tişt em dikarin ser tirkan û Tirkîyê, farisan û Îranê û miletên din jî bêjin. 

Pirsa min ev e: -Gelo sebebê vê yekê çi ye?

 

Bersîv: Sebebê vê yekê ew e, ku di nav dînê îslamê da hemû musulman hema bêje wek miletek têne hesibandin, an jî bi kêmanî li welatên musulmanîyê dîn ser miletîyê ra ne.

 

Li ser vê bingehê jî tirk û ereb û ecem ji kurdan ra dibêjin: madem em ji hev in, bo çi hûn dixwezin ji me cuda bin û dûr bikevin?

 

Heta li Kurdistanê dîn ser miletîyê ra be, avabûna dewleta me wê her here dijwartir be. Ji ber ku kurd dema şerê dijminên xwe dikin, di binhişê wan da fikirek heye:

-Di hêla dîn da em ji hev in, heyfa me tê em zora musulmanên xwe bibin. Ango, di hêla dîn da em ne dijminê hev in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev