Li ser stratejîya Têkoşîna Rizgarîya Kurdistan hûr hûr rawestin!

Li ser stratejîya Têkoşîna Rizgarîya Kurdistan hûr hûr rawestin!

Özzengin Seyhmus

 

Ewên ku li Başûrê Kurdistanê dibêjin: -”Ji bona serxwebûna Kurdistanê referandûm karekî seqet bû û divê em bi İraqek yekgirtu re jiyanek hevpar biparêzin!”(!).
Ewên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistan dibêjin: -”Em beşek ji dewleta Sûrîye ne û em Sûrîyek yekgirtû, xurt û demokratîk diparêzin, dijî dewleta Kurdistanê ne!“(!).

Ewên ku li Bakurê Kurdistanê dibêjin: -„Bi tirkan re em Tirkîyek bihêz, demokratîk û yekgirtû diparêzin û dijî perçebûnê ne!, ew dijî dewleta Kurdistanê ne!“(!).

Ev stratejîyek hevpar e û stratejîya dijmin e. Li ser esasên entegrekirin û asîmîlekirin, ji holêrakirina Kurd û Kurdistanê hatîye avakirin. Serkêşên vê programê ku berê Kurdan didin Şam, Enkera, Bexda û Tahran; bi kurahîya stratejîya dewletên dagirker, lê bi destê hinek hêzên kurdan, bi enerjî û dînamîkên Kurdistanê têt meşandin.

Kurdistan ji terefên van dijminan de hatibe dagirkirin, dewlet û sazîyên van dewletan ji kurdan re yek bi yek sazîyên zor û zordarîya serdestan bi xwe ne. Di guhertin û sererastkirina van sazî, qanûn û yasayên vê dewletê de ti berjewendîyên netewa Kurd û Kurdistanê tineye.

Ji ber ku nûkirin û sererastkirina sîstema kolonyalîst, dirêjkirina mercên heyênî ne. Ev jî ne gavek erênî ye. Divê ji kokê de bêt RED kirin. Li gor daxwazên dijmin girtina helwestê, zerarê dide Doza Kurd û Kurdistanê.

Heta ku em li hember vê entegrasyon-asîmîlasyonê siyasetek Kurd û Kurdistanî, bihêz dernexin pêşberî vê stratejîya entegrasyonê, em nikarin miletê xwe ji asîmîlasyonê û vê pijava xerab biparêzin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev