
Xwendevanên hêja!
Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.
Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn yekî ji wana bi me dide naskirin.
Mela Mihyedîn, edebîyetzan
Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin. Fermo em ji pênûsa Memê Miksî jîyana wî bixwînin:
Di sala 1988 de li gundê Arincê ji dayik bûye. Arinc, girêdayê navçeya Miksa Wanê ye.
Despêka xwendinê li dibistana gund , ya navê jî di navçeya Miksê, di sala 2012 de diqedîne.
Ji ber şert û mercên jiyanê nikare xwendina xwe bidomîne.
Zaroktiya wi jî di heman gundî de derbas bûye. Li wir jî zewicîye û bavê sê zarokan e.
Di sala 2010an de mal bar kiriye Stenbolê û li wir jiyana xwe didomîne. Bi karê eletrîk ve mijûl e.
Ji xwendina dîwanên klasîk ên Kurdî, bêhtir di bin bandora hemwelatiyê xwe FEQIYÊ TEYRAN de dimîne. Her weha CEGERXWÎN û SEYID ELIYÊ FINDIKÎ jî bandoreke mezin lê dikin.
Eşqa nivîsandina wî a helbestan , di sala 2014an de dest pê dike. Ji xeynê çend heb helbestên azad, temamê helbestên xwe bi pîvan nivîsandine û hêjan ti pirtûk çap nekirine.
Riataza