Nameyên evînî -27

Nameyên evînî -27

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a bîst û heftan e.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyeke evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatîye şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatîye nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Ez zanim ku min bi evîna te hemû keç û jinên cihanê ji jiyana xwe derxist, tenê tu hîştî, min bi te hemû daxwezên xwe avêtin, tenê daxweza ku tu a min bî hîşt.
 

***
Ez tenê te û tenê te û tenê te hez dikim.

 

***
Tu hela nizanî tu bo min kê yî dilê min. Diya min digot kê Xwedê biçûk bibîne, Xwedê wê çavên wî derxe. Anaha dibêjim, ku Nura min ji Xwedê mezintir e.

 

***
Evîna me li cihanê a here xurt e. Em di cîyê yekê da ne. Cîyê duduyan û sisîyan dîsa ez û tu ne. Cîyê çaran û pêncan vala ne, cîyê şeşan Mem û Zîn e, cîyê heftan Leyl û Mecrûm e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev