Divê Kurd li Başûr deng nedin xiyanetê, lê bidin PDKê

Divê Kurd li Başûr deng nedin xiyanetê, lê bidin PDKê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê tê li dar xistin.

Li Tirkiyeyê, hilbijartina giştî ya parlamentoyê û hilbijartina serokkomar tê li darxistın.

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê di 12ê Gulanê de; Li Tirkiyeyê hilbijartina parlamentoyê û serokkomarî di 24ê Hezîranê de tê li dar xistin.

Herdu hilbijartin kurdan û kurdistaniyan raste rast eleqeder dike. Lewra Parçekî Kurdistanê li Iraqê ye û federe ye. Parçeyekî Kurdistanê li Tirkiyeyê, kolonî û neteweya kurd ji hemû mafên xwe bêpar e.

Loma jî wek min di qelek meqeleyên xwe yên din de jî diyar û analîz kiriye; hilbijartina li Iraqê û hibijartinên li Tirkiyeyê ji bona kurdan û Kurdistaniya xwediyê du qerekterên cûda ne.

Li Tirkiye dewlet na ya kurdan e. Dewleta neteweya tirk e. Encama vê jî, parlamento jî, parlamentoya kurdan nîne. Kurd li Tirkiyeyê hilbijartinê bes ji bona parlamentoyeke biyanî û ji bona ku têkoşîna milî ya Kurdistanê bikeve wek platformekê bi kar tê.

Li Tirkiyeyê kurd bi partiyên xwe jî beşdarî hilbijartinê nabin. Partiyeke Kurdistanê ya ku ji gel piştgirî digre, girseyî, hêza wê ya temsîla siyasi, civakî û sosyalojiyê bike jî, tune ye.

PKK/HDPê jî partieyeke Kurdistanî û kurdî nîne. HDPê vê yekê jî gelek aşkere diyar dike. Lê kurd bi zorê dixwazin HDP wek partiyeke kurdan nas bikin, piştgirî bikin.

Lê li Iraqê kurd û kurdistanî di dewleta federal de beşdarî hilbijartinê dibin. Dewlet jî him dewleta neteweya ereban û him dewleta kurdan e; him jî dewleta hemû kêmneteweyan e. Parlamento jî federal e. Loma jî parlamentoya kurdan e. Kurd û kurdistanî ji bona parlamentoya xwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Kurd û kurdistanî bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.

Li Kurdistanê 25 lîste û gelek partî beşdarî hilbijartina parlamentoya federal dibin.

Ji bona kurd û kurdistanî bi xûrtî di parlametoya federal de temsıl bibin, diviya bû ku partiyên Kurdistanê bi lîsteyekê û bi tîfaqekê beşdarî hilbijartinê bibûyana. Lê Her çiqas PDKê ev yeka xwest û ji bona tîfaqeke hevbeş ya partiyên Kurdistanê xebat jî kir, bi serneket.

Ji bona serneketina tîfaqa Kurdistanê jî hîç şik tıune ku gelek sedem hene. Bi taybetî jî sedemên girîng pêwendiyan partiyan bi dewletên cîran û bi taybetî jî bi Îranê re ne. Di hemadem de ev pêwendiyan di xiyaneta 16ê Oktobira 2017an ku di encam de Kerkuk hat îşgal kirin. Ji aliyê din de  gelek partiyên Kurdistanê ji PDKê re dijminitî dikin. Naxwazin ku PDKê xûrt be. Kurdistanîbûnê bi her awayî biparêze.

Partiyên Kurdistanê çiqas xûrt biçin parlamentoya federal, hîç şik tune ye kuı ewqas di berjewendiya neteweya kurd û kurdistaniyan de ye.

Bi taybetî jî bi xûrtî beşdarbûna PDKê, zêdetir xizmetî berjewendiya Kurdistanê dike. PDKê ji bona stabîlîzekirina federalîzmê, cî bi cı kirina demokrasiyê ku bê demokrasî federalîzm baş nameşe, nikare bi tenduristî bijî.  Bi cî bi cî kirina makezagonê girîng e.

Qasî van xalan pirsa girîng ew e ku divê parlamenterên kurd û Kurdistanê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê biparêzin ku kurdistaniyan di referandûmê de biryara dewlet avakirinê dabû.

Deweletbûnê jî raste rast PDKê dikare  biparêze.

Gelek berbijêr û namzetên PDKê diyar dikin ku dê di parlametoya federal de: “Li encamê referanduma serxwebûnê xwedî derkevin û dê li Bexdayê behsa serxwebûna Kurdistanê bikin. Ev mafek rewa yê gelê Kurdistanê ye û miletê kurd ji % 93 biryara xwe daye ku dewleta xwe ava bikle. Referandum wek tapuyeke ji bo serxwebûna Kurdistanê.”

Partiyên din bi piranî diyar dikin ku “referandum bi israra serok Barzani pêkhat û ev yek bû sedema aloz bûna Kurdistanê û bû sedema şerekî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Ev partiyan rast jî dibêjin. Lewra Serok Barzanî û PDKê dewleta Kurdistanê diparêzin. Ji bona dewletavakirinê jî, referandûma serxwebûna Kurdistanê bibe biryar, xebeteke bêhempa meşandin. Di dest pêkê de YNKê qane kirin. Pişt re jî partiyên din mecbur bûn ku piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

Lê di encamê de jî Beşekî YNKê û Goranê bi hev re, bi piştgiriya PKKê jî bû sedam ku Kerkuk bê îşgal kirin.

Hîç şik tune ku dema mirov û partiyek li Başûrê Kurdistanê doza tiştekî nekê û mafên xwe yê rewa ya dewletbûnê neparêze, tu cara Bexda ji wan re deng dernexe, eksê wê ji wan re dibe alîkar. Lê dema kurd û partiyek doza mafê xwe yê rewa û yasayî bike Bexda li dij derdikeve, ji bona pêşiya wê xebatê bigre astengiyan zêde dike.

Tê zanin ku dema ku Kekrku hat îşgal kirin, Bexdayê gelek girîngi da bajarê Silêmaniyê û hewil da ku Silêmaniyê ji Kurdistanê cuda bike. Beşek berpirsên parêzgeha Silêmaniyên jî YNK û Goran jî ev yek bi daxûyaniyên xwe pejirandin.

Di 16ê oktobera 2017an de piştî referandûmê mehekê, beşek ji YNK li gel Goran Kerkûk Firoton. Lê PDK bi serê xwe û imkanên xwe bi xwîna şehidan xaka Kurdistanê li himber artêşa Iraqê û Milîsên Heşda Şeibî parast. Her kurdek vê yekê dizane. Lê dema dengdanê de merc ji gelek sedeman dikare bête guhertin. Eger bi rasti kurd dengên xwe bidin pêşeroja Kurdistanek serbixwe, ji PDKê pêve tu alternatifek tuneye ku deng bidin.

Hezar mixabin gelek cara di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de hatiye xûyakirin ku, hinek ji kurdan heyranê dijminên xwe ne. Ev kurd hez dijminên miletê xwe dikin. Loma jî di dîroka neteweya kurd de xiyanetê mezin hatine rojevê. Di vê merheleyê de jî, ev yek di gelek daxûyaniyên aliyên siyasî û partiyên Başûrê Kurdistanê de diyar dibe.

“Her dengek be jî aliyên li dijê Kurdistanê û di bin bandora Bexdayê de siyasetê dikin bigrin, dibe dengên rûreşîyê. Nabê Kurd dengê xwe bidin xiyanetê û bi awayekî şirîkatiyê bikin.”

Loma jî divê kurd û kurdistanî deng nedin xiyanetê. Ji berjewendiya xwe ya milî û ji bona dewleta Kurdistanê dengê xwe bidin PDKê.

PDKê dikare bi xûrtî mafên rewa ya dewletbûna Kurdistanê biparêze.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev