Pirsa we û bersîva me – 81

Pirsa we û bersîva me – 81

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Em hewil didin cûrên raberkirina pirsên xwendevanên me û bersîvên malpera me hewaskartir û balkêştir bikin, bi hêvîya ku ewê bi dilê we bin.

Ev pirs û bersîv ji pirseke nivîskarê malpera me Welat Agirî xuliqî û berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl jî bersîv da.

 

Pirsa Welat Agirî û bersîva Têmûrê Xelîl

 

Pirs: Carna, ez di heftekê de çend pirtûkan dixwînim, lê nikarim gotarekê binivîsim. Nivîsandin zor e û bê xwendin nabe. Lê ez hin kesan li ser medyaya sosyal dibînim, ku nizanim rojê çend nivîsan dinvîsin. Gelo ew vê enerjiyê ji ku tînin û ya duduyan jî dema ewqas dinivîsin, çi wextî dixwînin?

 

Bersîv:Hilbet, bersîva vê pirsê meriv dikare bi çend awayî bide, lê awayê pêşin ku hate hişê min, ev bû:

 

-Tu zanî, meseleyeke îngilîsan heye, dibêje: “Bibore, wextê min zêde tunebû, lema nameya min ji te ra nivîsî dirêj derket” (ango, wext hebe, mirov kurt dinivîse). Şaşî di vir da ne, ku em ji her kesê dinivîse ra dibêjin nivîskar, ji her nivîsekê ra dibêjin gotar.

 

Li malpera me bûye edet ku pirsa sereke bo me nivîs e. Ferq nake ka kê nivîsîye, çend pirtûkên wî çap bûne, di nav gel da yekî naskirî ye an na û h.w.d.

 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev