KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -3

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ -3

MÎRAKÎYA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR

Sîyasetmedarê binavûdeng Murad Ciwan bi vê lêkolîna xwe me dibe dem û dewranên qedîm yên dîroka welatê me. Ji ber ku nivîs mezin bû, me ew kir sê beşan, beşa pêşin û ya duduyan me duh û duh na pêr çap kir, beşa dawî îro çap dikin.

Murad Ali Ciwan, sîyasetmedar/lêkolîner

Ji buyerekê ku Îbn Bîbî behs dike, em navê emîr candarekî Kurd dibînin. Di dema Sultan Xiyaseddîn Keyxurewê II-ê de (ku ev sultan gelek ciwan/gênc hat ser text, welatê wî ji bal emîr û atabegên dora wî dihat îdarekirin), Emîr Saadeddîn Kopek (Köpek) bin Muhammedê fesadê mezin ê ku wexta emîrê şikaran bû bi serket gelekî xwe nêzî sultan kir, ji nêz de tesîr lê kir, berê wî bi vir de wir de da, gelek emîr û wezîr bi fêlbazî û hîle da kuştin. Yek ji wan jî kuştina atabegê çeşnîgir (lalayê sultan ê ku hîn negihîştiye jiyê bilûxê, yê ku li ser navê wî dewlet birêvedibe) Emîr Şehabeddîn Altunaba ye. Di dema vê cînayetê de alîkarî ji emîr candarekî Kurd hatiye stendin ku li qesrê bû. İbn Bîbî dinivîse: Di demekê de ku dîwana seltenetê bi giregirên dewletê û pêşdehatiyên memleket ve hatibû xemilandin, gava [Atabeg Emir] Şemseddîn Altunaba nîşan(emsîle) datanî ser fermanên dîwanê, Teceddîn Perwane û [Saadeddîn] Kopek ji hizûra Sultan derketin hatin wê derê. Kopek hilpekiya pêş, bi destê xwe yê ku gustîla Sultan tê de ye bi riha sipî ya Şemseddîn girt, ew ji nav giregiran daxist xwarê û teslîmî Candar Kurd kir. Candar jî ew bir derveyê bajêr gihand mertebeya şehîdiyê. Ji giregirên dewletê û emîran tu kesî nekarî sedemê vê bipirse.[23]

Nimûneyeka balkêş a din jî, ew rudan in ku piştî buyerên gurrûgeşbûyî yên ji bal Bedreddîn Lu’luyê waliyê Mûsilê yê Atabegên Zengî li hemberî Êzîdîyên Mûsiêl û Şengalê destpêkirî ne. Wî dest biqetlîama Êzîdiyan kiribû û Şêx Hesen bin ‘Adî (Şêx ‘Adiyê II-yê yê ku ji zarokên birayê ‘Adî bin Musafir bû) di sala 644/1246-ê de da îdamkirin (yan jî xeniqandin). Ji ber sedemê berdewambûna teror û şiddetê, civakeka Êzîdiyan a mezin, berê çû nav Kurdên Êzîdî yên li bakurê Helebê û Şerefeddîn Muhamedê kurê Şêx Hesenê îdamkirî, li vê derê hat meqamê şêxîtî û emîrtiyê. Di vê navberê de bi Selçûqiyên Rûmê re ket nav pêwendiyên nêzîk û hevkariyan. Hejmareka giring ji mezinên Kurdên Êzîdî, çûn diyarê Selçûqiyên Rûmê, di meqamên giring ên dewletê de cih girtin.

Piştî qasî deh salan, di dema reqabet û pevçûna şehzadeyên Selçûqî yên bira yên gênc de, Qilicarslanê Çarê li hemberê birayê xwe İzzeddîn Keykawisê Duyê hevkarî ji Moxolan wergirt û dest bi şer kir. Qilicarslan li Toqatê deverên rojhilatê Selçûqiyan, İzzeddîn Keykawisê Duyê jî ji li Qonyayê deverên mayîn îdare dikirin, lê Kilicarslan dixwest têkeve şûna birayê xwe Îzzeddîn.

Di 665/1254’ê de Îzzeddîn Keykawus serî li Şerafeddîn Muhammed da, da ew li hemberî birayê wî alîkariya wî bike. Li hemberî ku ew şerê birayê wî Qilicarslanê Çarê û yê Moxoliyan bikin, emîrtiya Xarputê ji bo wî û emîrtiya Meletyeyê ji bo fermandeyê wî Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbasê Hekariyî terxan kir.

Li ser esasê vê peymanê Şerafeddîn Muhamed derbasî Xarputê bû. Lê li wê derê di şerê li hemberê Moxolan de hat kuştin. John S. Guestê nivîskarê Tarîxa Êzîdiyan (Yezidi Tarihi) buyerê ji Ebu’l Ferec û û çavkaniyên Rojavayî bi berfirehî vediguhêze. Diyar dike ku berê bi hatina alîkariyê a Moxolan re ya ji bo Qilicarslanî, İzzedin Keykawus berê reviya paytexta Romayiyan Konstantînê, lê ku şertan pêwist kir ew vegeriya Qonyayê. Orduya Baycu Moxolê ku ji bêrêberî û şertên zifistanê nedişiya bilive, dît ku xetên pêwendiyê hatine birrîn. Çimkî merivên Îzzeddînî Meletye û Xarput, ew ciyên ku wek kilîlekê li devera jor a Feratê bûn hatibûn zeft kirin. Meletye di destê reîsekî eşîreka kurd a Hekkariyî (Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbasê Hekkariyî) de bû. Xarput jî emanetî Şerafeddîn Muhamed hatibû kirin. Lê hêza Moxolan a di pêşengiya Alighaqê generale Hulagu li Erzincanê berxwedana Tirkan şikand, piştre orduya Şerafeddîn Ahmed li geliyê Kemahê (Kemaxê) yê 53 km dûrî çavkaniya çem pêşwazî kir. Adawiyê bê siûd (qesd jê Şerafeddîn Muhammed e) şikand û ew kuşt.[24]

Li gor hin çavkaniyan, Şerafeddîn Ahmedê ku çû Meletyeyê ji bal parastina Moxoliyan ve hat rawestandin, rê nehat dayin da ew têkeve bajêr, deriye bajêr hatin girtin û şer destpêkir. Şerafeddîn Ahmedê kurê Balbas yê Hekariyî, 300 eskerên xwe wenda kirin, çû derûdora Diyarbekirê (Amîdê) şerê Moxolên ku kele û bajarên wan dorûdoran zeftkirine kir. Lê ji ber hindikiya hêzên xwe tu serkeftin bidest nexist û hat kuştin.[25]

Piştî kuştina Şerafeddîn Muhammedê emîr û şêxê Êzîdiyan li Xarputê, kurê wî Zeynuddîn Ebu’l Mehasin Yûsuf bin Şerefeddîn Muhammed bin Hasan bin Adî ket şûna wî. Tê gotin ku Zeynuddîn piştre îdare ji kurê xwe re hişt çû Misrê; Qahîreyê, li wê derê zawiyeyek ava kir. Gora wî li Zawiyeya Êzîdiyan a li Qahîrê ye. Li gor hin çavkaniyan, yê ku ket şûna Şerafeddîn Muhammed ne kurê wî Zeynuddîn, birayê wî Faxreddîn e. Faxreddîn, bi jineka Moxolî re zewicandî bû û ji bo ku li gel wan xwedan pêwendiyên nermtir bû ew lêhatiyê vî postî hatibû dîtin.[26]

Agahiyeka din a ku rola giring a Kurdan a nav îdareya Selçûqiyên Rûmê nîşan dide, bi peywendiya xwe ya li gel serîhildana Baba Îlyas gihaştiye me. Em ji buyera Baba Îlyas ya ku di Îbn Bîbî de tê bahskirin, hîn dibin ku di sala 1240-ê de, serleşkerê (subaşıyê) Meletyeyê ê Selçûqiyan Mubarezeddîn ibn Alîşêrê Germiyanî derketiye hemberî terefdarên Baba Îlyas (di esasî de, hemberê mirîdên ku bi serokayetiya Baba Îshaqê xelîfeyê Baba Îlyasê ku li Amasyayê rûdinişt, ta ji devera Kefersudê ya Adiyemanê ber bi rojava ve di halê serîhildanê de û berfireh bûbûn), lê tûşî şikestineka mezin bûye, vegeriyaye hatiye ji eskerên Germiyanê û Kurdan careka din orduyek civandiye dîsa derketiye hemberî wan, lê dîsa şikestiye.

Germiyan wê demê mîrekiyeka (eyaleteka) serhedî (serhidûdî) ya Selçûqiyan bû ku navenda hukumeta wê Kutaxya (Kütahya) bû, Lâdîk (Denizli), Xonas (Honas), Tavşanli, Sîmav, Emet (Eğrigöz), Afyon Qerehîsara (Afyon Karahisar) nuha digirtin nav xwe. Ne tenê ji Îbn Bîbî, ji çavkaniyên wê demê yên din jî em tê digihên ku ev xanedan Kurd bû û bi navê Germiyanî dihat binavkirin. Wîlayeta Kutaxyayê heta dewra Cumhuriyetê navê wê Germiyan bû, piştre navê Kutaxya hat ku ew bi eslê xwe ji gotineka Yunanî tê.

İbn Battutayê ku di seyaheta xwe ya salên 1330-ê de ber bi Anadoluya rojava ve jî çû, Germiyanî wek qewmê Yezîd bin Muawiye dihejmêre, wek sunniyekî Hembelî dibêje ku wî cesaret nekiriye bêparastin di devera wan (Ladîkê, Denizliya nuha) re derbas be. Tirkolog û rojhilatnasê Fransî Claude Cahen, ji vê agahiyê hereket dike dinivîse ku Kurdên Germiyanî xwedan baweriyên Êzîdîtiyê bûn.

Cara pêşîn zeftkirina paytexta Gemiyaniyan Kutaxyayê divê di dema Şah Suleymanê Qutalmiş Beg de be. Ji dewra wî heta ku kurê wî Qilicaeslanê Yekê di şerê Dorile de li hember Bîzansiyan têkçû, Kutaxya di destê Selçûqiyên Rûmê de bû. Helbet gava em dibêjin di destê Selçûqiyan de bû divê wek emîrekî ser bi Selçûqiyan ve yê ku ev der feth û îdre kir, bê fahmkirin. Ev mîr dikare Tirkmen be û dikare Kurd jî be. Kê ev feth kiriye me tu agadarî nînin.

Gava di dema sefera Yekê a Xaçparêzan de, Selçûqî ji bal Împaratorê Bîzansî Aleksios ve ji wan kele û bajarên ku zeft kiribûn hatin derxistin, paşve hatin qewirandin, Kutaxya jî ji dest derketibû, lê dever gelek caran rubiruyê êrîşên beg û mîrên ser bi dewleta Selçûqî bûbû. Cara duyê zeftkirina wê ya ku îdî ji dest dernekeve, bi îhtîmaleka mezin, di dewra Sultan Alaeddînê Yekê de, berî sala 631/1233ê ye.[27]

Li gor rîwayeteka berbelav ya di nav Kutaxyayiyan de, yê ku bajar ji Bîzansiyan fetih kiriye, yek ji emîrên Selçûqiyan yê bi navê Îmaduddin Hezardînarî ye. Ji nasnavê Hezardinarî dikare welê fahm bibe ku ev fermande bere kole bû bi hezar dînarên zêrîn hat kirîn. Eger wiha be nexwe wî jiyana kariyera xwe ya ku bi koletiyê destpêkir, piştî ku bû misilman bi serkeftinên mezin gihand heta rutbeyên fermandeyiya leşkerî, postê emîriyê û wezîrtiyê.

Ji hin kîtabeyên ser kêlên goran û avayiyên kevn ê Kutaxyayê misoger e ku yekî bi navê Hezardînarî li wê derê rêveberî û berpirsiyarî kiriye. Yanî kesayetiyeka wiha bi rastî jî di tarîxê de heye, di nîvê pêşîn ê sedsala 13-ê (salên bi 1200) de jiyaye, ji kîtabeyên Mescida Xidirlikê (Hıdırlık) û Mizgefta Baliqliyê (Balıklı) tê fahmkirin ku wî di dewra sultanê Selçûqî Xiyaseddîn Keyxusrew bin Keyqubad de (634/1236-644/1246) Kutaxya îdare kiriye.

Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de, di beşê li ser Kutaxyayê de, dinivîse ku Îmaduddîn Hezardînarî wezîrê mîrê Germiyan Yaqûbê Yekê yê kurê Alîşêr bû. Hetta ku Anqere (Enguru) û Kela Beypazariyê ji bal Mîrê Germiyan Yaqûb Şah û wezîrê wî Hezardînarî ve hatine fetihkirin, ji ber vê fethe di nav xelkê de ji Beypazariyê re Hezara Germiyanan dihat gotin.[28]

Eger ji van agahiyan bê herketkirin, dikare bê gotin ku cara duyê Kutaxya bi awayekî ku îdî ji dest dernekeve ji bal mîrê Germiyanan Yaqûb Begê kurê Alîşêr ê ser bi Selçûqiyên Rûmê û fermande û wezîrê wî Îmaduddîn Hezardînarî ve hatiye fethkirin.[29]

Li gor lêkolîna destpêkî ya ku Mükrimin Halil Yinanç di Desturnameyi Enveri (Ev berhem kronîkeka li ser Mîrekiya Aydiniyan ye ku ew berê serleşkerê Germiyaniyan bûn, pişt re cuda bûn, wan serbixweyiya xwe îlan kir. Berhem bi awayekî nezm hatiye nivîsîn) de diyar kiriye ku dîroknivîsê Bîzansî Nikétas Choniates nivîsiye ku Sultan Qilicarslanê Duyê ji bo wê devera ku piştre bû welatê Aydiniyan hê di sala 1186ê de (berî destpêka salên 1200-an) emîrekî bi navê Samés (Şems) ji bo xeza û fethê şandibû. Şems (kurteya Şemseddîn) ê ku navekî pîroz ê berbelav ê Êzîdiyan e, ne ecêb e, gelek siriştî ye ku navê emîrekî Germiyaniyan be.

Emîr Şems, bi hêzeka giring ket Lidyayê, ew deşta ku ji bal çemê Cilbianus (Küçük Menderes) dihat avdan talan kir û gelek êsîr girtin.[30]

Herwekî ku piştre, Ahmed Eflakî, di Menqibeyên Arifan (Ariflerin Menkıbeleri) de destnîşan dike, madem Mehemed Begê kurê Aydin, li wê deverê fermandeyek bû ku serleşkeriya (subaşîtiya) Germiyaniyan dikir, nexwe Şems pêşîhatiyekî wî yê Germiyanî bû. Bi îfadeyeka din, erdên Aydiniyan (Weledên Aydin, Aydınoğulları), berî ku Mehemed Begê kurê Aydin serbixweyiya xwe îlan bike erdên bin serweriya Germiyaniyan bûn, parçeyek bûn ji wê mîrekiyê.

Li gor adetên wê demê, ji bo ku Kutaxya feth kir, bajar ji bal Sultanê Selçûqî Alaeddînê Yekê ve li emîrê Germiyanî hat bexişandin. Bi vî awayî ne dûrî aqilan e ku cara pêşîn wî Mîrekiya Germiyan li wê derê avakir, ji wê tarixê pê ve Kutaxya wek Germiyan hat binavkirin.

Îbn Bîbî jî dinivîse ku Mubarezeddîn bin Alîşêr Begê ku di sala 1240ê de çû ji bo temirandina Serîhildana Baba Îlyas (esas Baba Îshaq) di şerê yekê de têkçû, ji eskerên Germiyan ve Kurd ji nuh orduyek civand, cara duyê çû ser wan, cardin têkçû. Madem Mîr Mubarezeddînê kurê Alîşêr eskerê Germiyan û Kurd civandine, nexwe di dema Serîhildana Baba Îshaq de Mîrekiya Germiyan hebû û Mubarezeddîn Alîşêr emîrekî xwedan hêzeka wiha bû ku dikarî ji wê derê esker bicivîne. Ne mimkin e ku di demeka wiha kin de çûbe heta Germiyana alî Şarezorê (Kurdistana Başur a nuha) û esker anîbin.

Loma, li gor baweriya me, di dema berfirehbûna Selçûqiyên Rûmê de, fetha cara duyê ya Kutaxyayê ji bal Yaqûb Begê Yekê kurê Alîşêr (Dibe ku Mubarezeddînê serleşkerê Meletyeyê jî birayê Yaqûb Begê be) û wezîrê wî Îmaduddîn Hezardînarî ve hatibe kirin. Sultan bajar daye wî, wî jî Mîrekiya Germiyan daniye. Bi kêmtirîn, eşkere ye, bajarê Kutaxyayê ji bal Germiyaniyan ve hatiye fetihkirin û ji destpêkê ve wan mîrtiya vî bajarî (piştre jî ya vê mîrekiyê, dewletê) kiriye û wan navê xwe daye dewra Îslamê ya Kutaxyayê.

Di demên piştre de, gava Selçûqiyên Rûmê destpêkir di şerê 1243-iyê de li hemberê Moxolan têkçûn û vekişiyan, ji hev de ketin, di dema dagirkirina paytexta Selçûqiyan Qonya bi awayekî miweqet ji bal Qeremaniyan ve û di dema buyera Cîmrî de, em dibînin ku Yaqûb Begê kurê Alîşêrê Germiyanî roleka giring dilîze. Germiyanî bi fermandeyiya Yaqûb Beg li ser navê Sultanê Selçûqî, li hemberî Mehemed Begê Qeremanî (Karamanoğlu Mehmet Bey) ketin şer. Şehzadeyê sexte Siyawuşê bi leqeba Cîmrî yê ku bi sedemê xwedêgiravî şehzadeyekî Selçûqiyan e, ji bal Mehemed Begê Qeremanî hat hilkişandin ser text, lê gava orduya Selçûqî hat, ew derket dervayê Qonyayê û şer berdewam kir, ji bal leşkerên Yaqûb Begê Germiyanî ve êsîr hat girtin, teslîmî Sultan hat kirin.

Mîrekiya Germiyanî jî wek begîtî û mîrekiyên din ên Anadoluya rojava û navîn piştî belavbûna dewleta Selçûqiyan, serbixweyiya xwe îlan kir.

Mezintirînên dewra mîrekiyan Qeremanî bûn. Piştî wan Germiyanî dihatin. Mîrekiya Aydiniyan jî berê parçeyek ji Germiyaniyan bû. Mehemed Begê kurê Aydin Beg, hem serleşkerê (subaşiyê) Germiyaniyan ê li bajarê Birgiyê (Pyrgion, bajarekî antîk ê li nav hidûdê Ödemişa nuha ya ser bi Îzmîrê ve. Kevntirîn navê wê yê antîkî Dios Hieron e) hem jî bi kêmtirîn bi riya zewacê, xizmê xanedaniyê bû. Ku xurt bû, ji Germiyaniyan veqetiya û serbixweyiya xwe îlan kir, wek Mîrekiya Aydiniyan derket. Dîrokzanên Tirk jî di nav de dîtina qebûlkirî ya dîroknasan ew e ku wekî Aydiniyan, Saruxanî, Hemîdî, Weledên Eşref ûhwd ev berê ser bi Germiyaniyan ve bûn, piştre mîrekiyên xwe yên serbixwe ragihandin.

Wekî din di beşê mezin ê vê xebata ber destê we de, behsa mîrekiya Menteşa ya di misilmankirina Anadoluya rojava û navîn tê kirin ya ku Şikarî di Qeremannameya xwe de bapîrên (mezinên) wan wek Haci Bahaddînê Kurdî û Îbn Bîbî di Selçûqnameya xwe de wek Mulûku’l Sevahîl Emîr Bahaeddîn Muhammed bi nav dike.

Candarî (Candaroğulları /Îsfendiyarî / İsfendiyaroğulları)yên ku paytexta wan berê Kastamonu bû, piştre guherî bû Sînop jî bi eslên xwe Kurd in û ev jî berê ji mîrekên Selçûqiyên Rûmê yên serhedan û peravan (uc beyi, emir sevahil) bûn. Bi belavbûna dewleta Selçûqiyan wan jî serxwebûna xwe ragihand.

Wek mîrekiyên din yên Tirkmenan, Moxolan, Xwarezmiyan, yên xanedanên misilmanbûyî mîrekiyên Kurdanİ Germiyaniyan, Menteşayiyan, Candariyan, Aydiniyan, Saruxaniyan, Hemîdiyan û Eşrefiyan, demeka bi kurt şûnde Mîrekiya Serbixwe ya Kurd a Amasyayê li Anadoluyê hebûna xwe berdewam kirine û di misilmankirina deverê de rolên mezin leyistine.

[23] John S. Guest, Yezidilerin Tarihi (Dîroka Êzîdiyan), Wergêr İbrahim Bingöl, Weşanên Avesta, İstanbul 2001, r.53.

[24] Ahmet Demir, İslam’ın Anadolu’ya gelişi (Doğu ve Güneydoğu illeri), Weşanên Kent, İstanbul, 2004. r. 173

[25] Roger Lescot, Yezidiler, din tarih ve toplumsal hayat, Cebel Sıncar ve Suriye Yezidileri. Wergera ser Tirkî Ayşe Meral,Weşanên Avesta, İstanbul 2001, r. 95-96.

Wekî din, Metin Bozan, Şeyh ‘Adi Bin Müsafîr, Hayatı, Menkıbevi kişiliği ve Yezidi inancındaki yeri, Nubihar, İstanbul 2012, r. 65-69.

[26] Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri (Bajarê Ktaxyayê), r. 9-10

[27] Evliya Çelebi, Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi YKY, c. … r. 519 ve 567.

Hezardînarî Kutaxyayê eserên din jî li pey xwe hiştine. (Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri 23). Li gor rîwayetên nav xelkê, gorra wî li devera wê mizgeftê ye ku pişt re jê re Mizgefta Saadeddin hat gotin. Li ciyê diyarkirî gorrek heye lê ji bo ku kÎtabeya ser kêlê tuneye meriv nikare tiştekî qet’î bêje. (Uzunçarşılıoğlu, Kütahya Şehri r. 24)

[28] Heta, li gor îhtîmalekê dikare begekî berî wî be jî, lê îşaret nayên dîtin.

[29] Mukrimin Halil Yinanç, Desturname-i Enveri, İstanbul Evkaf Matbaası (Metbeeya Ewqafê ya İstanbulê), 1929, r. 19.

[30] Tirkmen,gotineka ji têkilheviya Erebî û Farisî pêk hatiye,ew nav e ku Ereb û Îraniyên misilman li Oxuzên misilmanbûyî dikirin. Muhtemelen ji bo ku dînen xwe yên Şaman diterikandin û dibûn misilman, hem jÎ erdên xwe diterikandin û ber bi rojava ve koç dikirin dihatin, bi maneya ”yên terkkir”  Tirkmen dihat binavkirin. Yanî yên dÎnê xwe, ciih û warên xwe terikandî.

(dawî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev