
Pirtûka ”Ronahîyê birîn meke” bi nazikayî behsa bêjera binavûdeng dike
Bêy ku haya me jê hebe, di nav me kurdan da yekîtî û hevgirtineke xweş çê dibe, di hêla wêjeyê û çandî da, di hêla danûsitendinan û piştgirîkirinê da, bi hêvîya ku wê di hêla sîyasî da jî hebe.
Nimûneyeke gotinên me ev helbesta doktorê felsefeyê, helbestvanê bi nav û deng Husên Hebeş e ku wî 06. 09. 2001 ser bêjera radyoya Rewanê a 27 salan Eznîva Reşîd nivîsîye, ku bi mîlyonan kurd ew deng guhdarî dikirin û bi wî dengî şîyar dibûn. Bi saya Radyoya kurdî ya Rewanê û dengê wê xanim-xatûna kurmancî şîyarbûneke kurdî û Kurdistanî dikete guh, ruh û dilê her welatparêzekî kurd li her derên ku kurd lê hebûn.
Helbest bi du zimanan – bi kurdî û almanî – di pirtûka Huseyn Hebeş a bi sernavê “Ronahiyê birîn meke” (bi almanî: “Verletze das Licht nicht”) da , di rûpelên 42 û 43 an da çap bûye.
Mêze bikin, kurdekî ji Efrîna Kurdistana Rojava bûye mêvanê bêjera radyoya kurdî a Rewanê, behsa girara destê bêjerê-dayîkê dike, dibêje ku ewê bi dengê xwe “ewir zîndanî dikir” û hezkirina xwe ya di hindava dayîkê da bi van xetan va bi dawî tîne: ”Gava Eznîva dê em bicarekê li şûna xwe hêştin, kevir û kuçikên Kurdistanê jî melûl bûn û şîn girêdan”.
Û malpera me vê helbesta delal pêşkêşî roja dayîkan û 94 salîya bûyîna bêjera kurdan a Radyoya Rewanê Eznîva Reşîd çap dike.
Wêne nivîskara malpera me Nura Şane amade kirîye. Û bi bi hezkirineke germ û dilovan ya hinkûfî hezkirina dayîkê. Em sipasîyeke ji dil li wê keça delal, zane û welatparêz dikin. Lema dibêjin, kesê/a ji diya xwe hez dike, wê diya hemû kurdan jî hez bike, welatê xwe jî hez bike, zimanê xwe jî hez bike. Di vî wêneyî da ev hemû cûre hezkirinên Nura Şaneyê xuya dibin.
Husên Hebeş
Eznîva Reşîd
Rojnamevana kurde rehmetî
Porê Yêrêvanê
bi tava tebaxî qijilî bû
ew gêj bûbû
xwe davêt bextê hunikiyê
Dengê ji zû de bi zimanê me
li Kurdistanê
mizgîn û stiran lûs dikirin
di dema ewir jî zîndanî dikirin
eger guh li awazên kurdî bigirtana
û di ber re hilperyana
bi min re dipeyivî
vê carê wek dê
girar ji min ra datanî
û nanê sêlê li ser sifrê rêz dikir
ez kedî dikirim
bi dilovaiya dayîktîyê
Gava Eznîva dê em bicarekê
li şûna xwe hêştin
kevir û kuçikên Kurdistanê jî
melûl bûn û şîn girêdan
Ev jî wergera wê helbestê ya bi zimanê almanî ye, ku di pirtûkê da çap bûye:
Azniw Raschid
Verstorbene kurdische Journalistin
Eriwans Haare
brannten in der Augustsonne.
Ihr war schwindlig.
Sie bat um Kühlung
Diese Stimme, die schon früher
in unserer Sprache frohe Botschaften und Lieder
nach Kurdistan flog,
in einer Zeit, in der selbst einfliegende Wolken
verhaftet wurden –
wenn sie kurdische Melodien hörten
und dabei tanzten,
sprach sie mit mir
wie eine Mutter, die
einen Girar für mich zubereitete
mit einem Backblech Brot auf dem Tisch.
Sie zähmte mich
mit mütterlicher Barmherzigkeit
Als Azniw, die Mutter, das letzte Mal
uns hinter sich ließ,
waren selbst die Steine Kurdistans traurig
und weinten bitterlich.
P.S. Piştî vê nivîsê, me di nivîseke doktor Yekta Uzunoglu xetên ha derheqa wê xanima delal da xwend: -Eznîva Reşîd bi dengê xwe bîst û heft sala bû hêviya kurdên bêhêvî.
Riataza