Firîna Romana Kurmancî ji Sîbîrê ber bi Skandînavyayê

Firîna Romana Kurmancî ji Sîbîrê ber bi Skandînavyayê

Fermo, di nivîseke bi qelemeke nû, bi mejûyekî nû, bi cûreyekî nû nivîsî da ji nivîskarên kurd yên herî binavûdeng ji Ermenîstanê girtî heta welatên Skandînavîyayê hilbijartineke bêhempa ya edebîyeta kurdî hatîye kirinê, qîmetê her yekî gorî mezinaya wî hatîye dayîn û nivîs bi bêhnekê va tê xwendin.

Bavê Vîna

Sur û seqema Sîbîrê, bayê Elegezê, mij û dûmana Gilîdaxê, efsaneyên gola Wanê, efsûna Sîpanê Xelatê û folklora Kurdên Êzdîyê Surgunbûyî yên Qersê, ji xwe ra Erebê Şemo wek Şivanê Kurmanca, wek çêkerê alfabeya Kurmancî û bavê Romana Kurmancî hilbijartin. Erebê Şemo, zor û zehmetîyên 17 sal surgunê, kire xezebeke avaker, xulqêner û mayinde. Vîn û îradeya Şivanê Kurmanca, li hember seqema kujer ya Sîbîrê, bi ser ket û bi tîna dilê xweyî bişewat, dibûrên wê heland, aveke har û dîn jê peqijî û çarnikala Gulistana romana Kurdî pê şîn bû.

Romana Kurmancî li Sovyetê jidayik bû, kete rê, hemû çiya û newalên Kurdistanê da ber xwe û dawiya dawî li Swêdê konê xweyî 14 sitûnî veda û kirasê modernîteyê li bejn û bala xweyî nûgihayî kir.

Ezê îşev di xewa xwe da bifirim Yêrîvana xopan, wezê xwe bigihînim ser tirba Erebê Kurda, emê xwe berdine nav mezintirîn arşîva kilam û xeberdanên radyoya Kurdî, emê guhê xwe bidin Qêrîna malbata Xelîlê Çaçan ya sedsalî ku wek destana Memê û Eyşê ji gewrîya şêrejina spîker, Eznîva Reşîd dikeve ber guhê “Lawûkê Metînî Delalê Malê”, Têmûrê Xelîlî kurê wan yê Simbêlzerê DengXwîn û ji wî jî wek nûçeya Kurdistana Mezin, olan dide û kezîzerek wek Mîdîya diwelidîne.

Wezê Gotinên ku Berê Hebûne bikim Hawara Eliyê Fermanê Kîkî, Qêrîna Hopoyên Kela Dimdim û Kalîna Edîpên Dêrika Çiyayê Mazî û wan siyarê kelekên ser Çemên Dîcle-Firatê fetloke bikim ku bi destê Mistefa Aydoganê Gêrîkhez û Fîlbîz, Kurdistana pîroz bide ber xwe û bigihîje ber guhê Elyezerên Kurmancan yên cêwî “Erebê Šemo û Celadetê Bedirxanzade” ku bibe keresteyên danîna xîma romanên nuwaze û efsanewî.

Wezê Çirayek bidim destê Elîšêrê Dêrsîmê “Kemal Bûrkayê bira” ku pê çolistana tarî ya sîyaseta Kurdî ronî bike û kîna hezar salan veguherîne aštiyeke mayînde da ku romana nûpêgihayî ya Kurmancî di atmosfereke aram da mezin bibe û bigihîje asta xwe ya heqkirî.

Wezê Qêrîna Sedsala ya gelên bindest berdime nav lûleya Bazinbeleka deşta Xerzan, bidim destê kurekî Salih ku Kevirên çîyayên Kurdistana bêdeng bibirre, jê heykelê Karapêtê denGBêj bitiraşe, şûşeyek araqa Sovêta berê bide dêst ku pê jengara bêdengîya sedsalî bişo û sîngê Kalê Rind bike neynika jîyana Kurd û ermenîyan ya çend hezar salî. Karapêtê, ku Xelîlê Çaçan dengê wî kir milkê gelê me. Erebê Kurda bi 333 dengan dike gazî ku îdî “Yêrîvan Xeber Nade” belke mizgînîya danîna xîma Romana Kurdî, dide guhdarên xwe yên Ezîz, emê bi hev ra bifirin Ameda rengîn û bibin mêvanê bavê romana modern ya Kurdî. Erebê kalik, Mehmed Ûzûnê kur û ezê nevî, emê behsa Apê Xelefê Êzdî û şivanê Kurmanca, Mam Sefoyê Ermenî, Bedirxanê mezin, Cizîra Botan, Medresa Sor, Hawara Dîcleyê, Birca Belek, Xanoyê Çengezêrîn, Kela Dimdim û hezaran erf û edetên Kurdewarîyê, ji xwe ra bikin bingeh. Emê pişta xwe bidin Xatê Xanima Kurmancî a Elîyê Ebdilrehman, camêrên Gundê Mêrxasa, emê hilkişin ser çiyayê Mexso û emê di şerê mêrantiyê da bibin qesasê sere Qulîxanê Ecem.

Emê bigihîjine Hewarîya Heciyê Cindî, emê Birîna Ehmedê Hepo, pê derman bikin, emê heyfa Kurdên Rêwî bi alîkariya Seîdê Îbo bistînin, emê Fîncana Ferfûrî, jiber Gerdenzer û Ezîzên Kurdan, welgerînin û Bingeha folklorê mehkem bikin. Emê Xezeba Eskerê Boyîk bikin du beş û emê bihêlin ku di Pampa Wezîrê Eşo da olan bide û bibe sebeba tîmarbûyîna birînên hemû Dê û Dêmariyên Egîd û Xudoyên me. Emê şîreta apê Ehmedê Mirazî ji xwe ra bikine guhar, emê tu carî nebêjine Zemanê Çûyî çû loma jî tu nede dû, emê Taca zêrîn bidine Serê Mestûreya Hêja û pê Tosinê Reşîd kêfxwaş û sermest bikin, emê destê xwe têxine Qutiya Dermana Heciyê Cindî, emê xebera xalê Wezîrê Nadirî bikin û rê nedine Reva Jina.

Emê çengek zêr bidine destê Xanoyên Lepzêrîn û di Kela Dimdima Erêbê Şemo da, Kaweyên Hesinger biwelidînin, emê Jiyana Bextewar bikin para hemû Hopoyên kelê, emê Qanatên Kurda bi firîna ser serê Elegezê, Gilîdaxê, Sîpanê û Gola Wanê bihêz bikin. Emê Hewara Dîcleya Mehmed Ûzûn, veguherînin formeta Labîrenta Cinan ya mamoste Kevanota Hesenê Metê û emê wê berdine dorcanê nezanên xeşîm ku belke pê hişyar bibin.

Emê Rojek bibin qulingê perşikestî, xwe berdine paşila Evdalê Zeynikê ku per û baskên me bicebirîne û me bifirîne esmana heftan ya dengbêjîya rastîn, emê bi rîya her du guhên mîrat, dilê bi kul û meraq, şên bikin û dilê xweyî rezîl pê hêsay bikin. Emê Bîra Qedera Celadet Bedirxanê Mîrzade, bikine xezîneya nivîsên Mehmed Ûzûn. Emê jêrzemîna mala Kalê Rind bikin kitêbxaneya jibîrbûyîyên Kurdan, emê Evîna Memo, Ronî bikin û bi hêza Siya Evîna Zînê, Bekoyê Ewan reş û riswa bikin.

Emê tevî Xezala narîn dakevine geliyê Bitlîsê û bi şewqa Tava Gulgeş Deryaspî, Tarîtiya şeva Tetwanê biçirînin û ronî bikin. Emê perdeya navbera xewn û xeyal û rastiyên Kurdan bi Romana “Gerîneka Guernicayê” veçirînin û Yildiz Çakara Kurmancan pê şa û serbilind derxînin ser serê mij û dûmana Gilîdaxa xeyalperwer, dilgerm û çermsar. Emê Kevokên Spî berdine ser çemê Firat, emê piştî Sê Roj û Sê Şevan, wan fir bidine ber bi Hûrî û Pizûrîyên çiyayê Laleş ku dev ji nakokîyan berdin û li ser zozanên Memikên esmer û zerîyên Rohat Alakom da bihêwirin û ji xwe ra bikevine qirikên reşbisk û çavxezalên Serhedê.

Emê Kewa Marî ya Lokmanê nivîskar, bidine destê Lawikê Xerzî ku wê bigihîne Hêlîna Baksî û bi rîya Xewnên Pînekirî yên Ferho, hêkê wê bibe Teyrê Sîmir û bibe per û baskên Ristemê Zal ku pê Sînorê Mîrzengîyê, derbas bike û Çîyayên Bavê Nazê bi xwînê av bide. Emê Gevzek ji gulên deşta Mûşê, têxine baxa Reş û Spî ya Seydo ku pê rengrengî bibe û felsefa jîyanê pê geş bibe. Emê Bilîcana Perwîz, berdine çarnikala Cîhanê ku deng vede, bibe sebeba aştîya xwarz û xalên Kurdan û pê dilê Werdekên dê hêsay bikin. Emê xwe bidine ser hev û bi hemû hêza xwe vegerine warê bav û kalan, warê dengbêjan, warê dîwanhezên sermest, warê evîndarên egîd û warê helbestvanên dilzîz, Cizîra Botan. Emê çira Medresa Sor û Findên Birca Belek, vêxînin û bi ronîya Romanên navbirî, xîm û bingeha dewlemendtirîn û mezintirîn Romanxaneya cîhanê lê daynin.

P.S. Wêneyê bergê Mistefa Kilicaslan amade kirîye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev