Tarîxa Ibn el Esîr êdî bi kurdî ye!

Tarîxa Ibn el Esîr êdî bi kurdî ye!

Kitêbeke nû derbarê dîroka kurdan de çap bû 

Mehmed Salih Bedirxan

Berhema bi navê “Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de (El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr) çap kir.

Weşanxaneya Avestayê beşên li ser dîroka kurdan a “El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr weke 2 cîld çap kir.  El-Kamil fî t-Tarîx”a Ibn el-Esîr ku weke yek ji berhema herî girîng a tarîxa îslamê  jî tê şîrovekirin  ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdiya kurmancî hatiye  wergerandin û amadekirin.

Herwiha Weşaxanxaneya Avestayê aşkere dike ku Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike. Di daxuyaniya nivîskî ya Weşanxaneya Avestayê de wiha hatiye gotin:  Avesta bi vê berhema ku ji du cildan pêk tê, dest bi koleksiyoneke nû dike: “Kurd di tarîxû seyahetnameyên erebî de.” Di dorê de tarîxa Teberî û Miskeweyhi‘ heye.

“El-Kamil fî t-Tarîx” a ku ji aliyê Ibn el-Esîr (Cizîra Botan, h. 555-630 / m. 1160-1232) ve hatiye nivîsandin, yek ji girîngtirîn tarîxên îslamî ye. Kitêb mîna salnameyeke bûyeran li gorî salan hatiye dabeşkirin. Wî di her salekê de kîjan bûyerên li gorî wî girîng qewimîbin ew bi serenav nivîsîne û di dawiya beşê de jî hinek bûyerên piçûk yan jî kêmgiring û mirinên kesên mezin î bi navûdeng û zana û şarezayên navdar bi kurtî dane.

Kitêba Ibn Esîr di biwara kurdan û welatên wan de li gorî serdema wî di nav kitêbên tarîxê de yek ji yên yan jî bi xwe berfirehtirîn kitêb e ku agahên firewan û kêmpeyda yên siyasî, leşkerî, civakî û jînewerî li ser wan dide. Ew di kitêba xwe de ji dused û pêncî û heft (257) caran bêhtir navê kurdan hildide û bîst û yek hoz û êlên kurdan bi nav
dike.

Ji bilî ku ew li ser pênc mîrnişînî û du dewletên kurdan yên Merwanî û Eyûbî jî agahdariyên xurt û berfireh pêşkêşî me dikir, ew di gelek cihan de ji bo tevger û libtên wan yên civakî, mêrxasî, xizmet û karên kurdan yên qenc î rewa pesnê wan dide, lê carina jî di hinek cihan de gava serhildan û xirecirên wan li hemberî desthilatdar, xelîfe û hikimdaran çêbûbin jî ew bi nexweşî û xerabî ji wan xeber dide.

Tarîxa Ibn el-Esîr weke romanekê ye, bi carekê re tê xwendin û mirov dibîne ku li welatê me, îro di nava tarîxê, tarîx jî di nava îro de veşartiye. Di vê xebata ku ji du cildan pêk tê hemû beşên tarîxa Ibn el-Esîr ên li ser kurdan cih
girtine.

El-Kamil fî t-Tarîx
Kurd di tarîxa Ibn el-Esîr de (1 – 2)
Ibn el-Esîr
Amadekarî û wergera ji Erebî: Emîn Narozî
ISBN: 978-605-2246-04-7 (Cild 1)
ISBN: 978-605-2246-05-4 (Cild 2)
21.5×13.5, 488+368: 856 rûpel 65 TL

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev