Nameyên evînî -30

Nameyên evînî -30

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîyî ye.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî yên kurt, lê bi evînê va dagirtî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***
Min ji dil bêriya te kiriye dilê min. Bêrîkirina min weke ku herdem di livînê da ne, weke ku herdem sporê dike. Lema ewqas saxlem û zindî ye.

***

Tu zanî, ji yekî pirsîn: -Tu dixwezî zêdeyî 100 salan bijî? Got na, çimkî ezê çi ji wê jîyanê bikim, ku hemû hezkirîyên min û hevalên min wê tunebin. Niha ezê çi ji jîyana xwe bikim, ku Nura min ne di jîyana min da be.

***

Min carekê ji te ra gotibû li cihanê tenê ez dikarim bi te ra bijîm. Min ew ne bo wê gotibû ku tu kes wê nikaribe bi te ra bijî, lê min ji bo wê gotibû, ji ber ku ji te hez dikim, ferq nake tu çawan î. Hundurê te paqij, zelal û namûs e, derva jî hinek caran hêrs dibî, aciz dibî, ew jî ne tu yî. Hêrsa te rabe, belasebeb ser min bikî qêrîn, min ji mal jî derxî, ne xema min e. Hela di ser da kêfa min wê bê, ji ber ku tu piştî poşman dibî, dibî Xwedê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev