KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞA YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞA YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)

Beşa pêşin a berhema zanyarî ya lêkolîner Ciwan Murad me berî çend rojan bi 3 perçeyan raberî we kir.

Ji îro da em bi sê perçeyan beşa wê a duduyan raberî we dikin. Em îro perçeyê pêşin çap dikin. Çaverêyî perçeyên din bin.

 

Murad Ali Ciwan

 

DI ÇAVKANIYÊN BÎZANSİYAN DE KURD

Nexwe, hê ji nîvê duyê yê sedsala 11-ê pê ve di cihad û fethên nav erdên Romayê, di zeftkirina gelek kele, bajar û deveran de hebûna kurdan û rola wan qet ne ecêb e. Di van qonaxan de, gava dîroknivîs û buyernivîsên Bîzansî yên wê demê behsa bizav û karên mîrên Kurdan kirine, ew ne wek Tirk yan Tirkmen, lê wek mîr, fermande û serok civakên Persî/Îranî destnîşan kirine. Herwekî dîroknivîsê Bîzansî Georges Pachyméres û Nicheporus Gregoras yên ku buyerên dewra jiyana xwe nivîsîne û Paulus Aeginete yê ji katiben Dêra Johannesê ya Ephesusê (Efesê), gava behsa buyerên ku Menteşa Beg, Sasa Beg û Alîşêrê Germiyanî kirine gotina ‘’Persî’’bikaranîne. Ji hin tekstên Grêkiya kevn ên van kesan ku PaulWittek jî di berhema xwe ya bi navê Menteşa Beyliği (Mîrekiya Menteşayiyan) de dane, ev tê dîtin. Gava rojavayîyan di sedsala 18-ê de ew tekstên Grêkiya kevn wergêrane ser Îngilîzî an Fransî jî wek ‘’Pers/Persî’’ wergêrane. Osmanî û tirkên ku bi durustî ji wan wergerandine jî gotine ‘’Persî’’ an ‘’Îranî’’, lê yên ne durust ji ber xwe ve avêtine gotine ‘’Tirk/Tirkmen’’.

Romayiyan giring dîtiye ku cîranên xwe yên rojhilat yên ku bi salan di bin çengên hev de bûne, ji nêzîk ve naskirine, seranserê dîrokê li gel wan di nav peywendiyan de bûne bi eslên wan ên etnîkî bi nav bikin; wek Pers, Turkmen, Tatar (Moxol) û hwd. ew ji hev cuda kirine. Lê Xaçparêzên wê demê, bazirganên Cenevizî û Venedîkî, Frenkan ji ber ku xanedaniya Selçûqiyan a serdestê wan welatan bi eslên xwe Tirkmen bûne, hemû mîr, beg û civakên ser bi vê dewletê ve wek Tirk/Tirkmen bi nav kirine. Dîroknasên îdeolojiya resmî ya Cumhuriyeta Tirkiyeyê jî ji vê derê tevliviyane, xwe avêtine bextê îdîayên ku ev hemû beg, mîr, mîrekî, xanedanî û civak xwedan etnîsîteya Tirk in. Ev, helbet wek beşek ji siyaseta tirkkirina Anadoluyê û Tirkiyeyê bi vî awayî hatiye.

Hin dîroknas û tirkologên hemdem yên Ewropî yên tevî ku di berhemên xwe de cih didin metnên Bîzansiyan yên bi eşkereyî Persîtiya beşeka pêkhateyên wê demê destnîşan dikin jî, ew vê didin aliyekî. Mixabin, Paul Wittekê Avusturyayî jî di xebata xwe de carina bi vî awayî dike. Tevî ku ew rasterast dinivîse ku Pachyméres nivîsîye ‘’yên Pers’’, tîne wê maneyê ku ‘’guh mede vî aliyê meselê, ew Tirkmen bûn’’. Yekî wek wî yê ku gelek bi xurdekarî û hesas li ser buyeran û belgeyan radiweste, çima di mesela taybetmendiya etnîkî ya van pêkhateyan de ew qas xemsar e, balkêş e. Her bi vê xemsariyê, tevî ku wî hay ji Hecî Bahadînê Kurdî heye, navê ‘’Menteşa’’ dinivîse û eşkera îşaret dike ku ‘’Menteşe’’ gotineka gelek nuh e, Kurdbûna wan daye aliyekî û ew wek Tirkmen dane nasîn.

Li vir, di cih de ye ku bal bê kêşan ser gotina ‘’Tirkmen’’ bi xwe jî. Oxuz, gava hê di destpêkê de, ji warên xwe hatin qewirandin an veqetiyan û wan bi koçberî berê xwe da rojava; Îranê, Azerbaycanê, Kurdistanê, Iraqa Ecem û ya Ereb, ‘’Tirkmen’’ ji wan Oxuzan re hat gotin yên ku bûn Misilman.[1] Lê li dor 150 salan bi şûnde di dema li Anadoluya rojava û navîn erdên bin destê Împaratoriya Romayê dihatin fethkirin û îslamkirin de, guhertin di vê maneyê de çêbûn û maneya eşîrên koçer jî lê derket pêş. Ji alî nifûsa xwe ya koçer li Anadoluya rojava yên ku ji wan re Tirkmen dihatin gotin ne ku bi temamiya xwe, bi beşê xwe yê mezin esil-Tirk bûn. Di nav civakê de ne di piraniyê de be jî, beşek hebû ji wan re jî Tirkmen dihat gotin lê bi eslên xwe ne Tirk bûn.[2]

Ebu’l Fîda (m. 1331) di kitêba xwe ya cografyayê de, di destpêka sedsala 13-ê de (ji 1204-ê pê ve) îdî ji demografiya xelkên wan erdên ku ji bal Misilmanan hatibûn fethkirin yên wek ji rojavayê Sînopê bihgire, tevî Qestemonu, Kutaxya û Denizliyê (Ladik, Laodikea), biçe heta li Deryaya Sipî; Mekrî yê(Fethiye) hemû wan erdan, agahiyên ronahîder yên nivîskarekî Ereb yê bi navê Îbn Saîd radigihîne.[3] Li gor Ebu’l Fîda, Îbn Saîd qeydeka wiha daniye ji bo nifûsa Misilman ya vê deverê: ‘’Tirkmenên ku pirraniya xelkê wê ji neslên Tirka ne, di dema Selçûqiyan de beldeyên Rumê fetih kirin. Êrîş birin ser mensûbên Xeraîteyê[4] yên cîwarbûyiyên li peravan, kirin adet ku zarokên wan birevînin, bifroşin Misilmanan. Li nik wan xaliyên Tirkmenan yên tê hinartin bo hemû welatan hene. Li peravê xelîcek heye ku navê wê Mekrî (Fethiyeya nuha) ye û ji bal hemû gerokan ve tê nasîn. Ji wê derê ji bo Îskenderiyeyê û cihên din kereste tên şandin. Çemekî kûr û mezin diherike vê xelîcê. Tê gotin wek Çemê Battal hatiye nasîn.[5] Tê bahskirin ku di dema Emewiyan de vî navî (Battal) gelek xeza birine ser erdên Rûmê. Li ser çem pirek heye ku tê radan û kêşan, di dema aştiyê de tê danîn, di ya şeran de tê rakirin. Ev, di navbera Misilman û Xiristiyanan de hidûd e. Li bakurê Antalyayê Çiyayê Tagurlayê (Denîzlî) heye. Li vê derê û li derûdora wê qasî 200 000 xîvetên Tirkmenan hene. Yên ûc (serhedî) tên binavkirin ev in.’’[6]

Wek tê dîtin dîroknas û cografyanasên misilman jî Tirkmen qismek ji nifûsa Misilman a van deran hejmartine û ne temamiya wan; qismek ji wan wek koçerên esil-Tirk hesabkirine. Nexwe, wê demê di nav koçerên ku ji wan re Tirkmen dihat gotin, civakên Misilmanên ku ne Tirknîjad bûn, ji eslên etnîkî yên din dihatin jî hebûn.

Dîroknasê Bîzansî Georges Pachyméres, kesek e ku di dawiya sedsala 13-ê de jiyaye, şer û pevçûnên di navbera civakên Misilman ên wan deverên bahskirî û Romayiyan de, buyer û pêwendiyên navbera wan nivîsîne.

Piştî sefera xwe ya yeke, Xaçparêzan di 1204-ê de paytexta Împaratoriya Romayê Konstantinople (Stenbol) zeft kiribû û Împaratoriya Latînî danîbû. Bîzansî vekişiyan û wan Îznîk kir navenda dewleta xwe, welatê wan di navbera dewletkokên piçûk ên Bîzansî de dabeş bû. Vê rewşê ji nîv qirnekî zêdetir kêşa. Di sala 1261-ê de Bîzansiyan zora Latîniyan bir, Konstantinople rizgar kir û careka din paytexta xwe bir wî bajarî.

Georges Pachyméres jî ji Îznîkê çû li Konstantînopleyê bicih bû. Piştî demekê li navenda Împaratoriyê bû xwedan postên giring, li dadgeha Patrîkiyê berpirsiyarî girt, gelek nêzî xanewadeya Împaraor û burokrasiya bilind a dewletê bû. Bi berhema xwe ya bi navê Relations Historikes di nav dîroknivîsên sedsala 13-ê de cih girt. Di vê berhema xwe de ew behsa buyerên salên navbera 1255-1308-ê dike. Yên ku vediguhêze ew buyer in ku di dema jiyana wî de rû dane. Bi hesasiyet û cidiyeteka mezin nivîsîye, qîmeta agahiyên wî bilind bûne.

Pachyméres, gava behsa pêwendiyên navbera Misilmanan û dewleta Romayê dike, li Anadoliya başûrê Rojava; li deverên li ser peravên Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê behsa Menteşayiyan û Germiyaniyan jî dike û wan ne wek Tirk lê wek Pers dide nasandin.

Baş e ku meriv hinekî li ser vê peyvê raweste. Hê berî Îslamiyatê, pêwendiyên Pers-Grêkiyan û Pers-Romayiyan gelek himbiz bûn. Civakên Persî cîranên Grêkî û Romayiyan ên rojhilatê bûn. Di şeran de hin caran Romayî heta Ermenîstan û Azerbaycanê diçûn, carinan jî Persî pêşde diçûn heta Anadoluya navîn; Kapadokya û Kilîkya dixistin destên xwe. Berî Îslamiyetê bi demeka kurt Sasaniyan erdên heta Çemê Yeşîlirmakê zeft kiribûn û ev çem di navbera xwe û Romayiyan de kiribûn hidûd, lê paşê ji dest ve berdabûn. Eger em ji vê nêrîngeyê ve binirxînin, hebûna Persan û helbet wek parçeyekî di nav wan de ya Kurdan dikare bê kêşan paşde heta berî Îslamiyetê. Lê ev dewr ne di nav behsa me de ye û mesele lazim e bi lêkolîn û lêgerînên xurdekarîtir û kûrtir bê zelalkirin.

Lê bi kêmasî dikare bê gotin ku Romayî li gor Ewropiyên din (Frenk, Venedîkî, Cenevîzî û hwd) cîranên xwe yên rojhilatê xwe bi eslên wan ên etnîkî, tarîx û îdareyên wan hê ji nêztir ve dinasîn, teybetmendiyên wan pêkhateyan ên Tirktî, Perstî, Erebtî, Ermenîtî, Asûrî-Suryanîtî hê eşkeretir didîtin û tenê bi eslê serwerên wan nediman, nasname û cudatiyên hê li bin vê serweriyê jî diyar dikirin. Bela ku serdestên wan deveran ên derece yekê Selçûqiyên Tirkmen bûne wan wek Latîniyan û Frenkan giştperestî nekirine û negotine hemî Tirkmen in. Her wekî di pêwendî û bizavên li ser wan deverên ku di vê xebatê de em behs dikin Persîtiya wan pêkhateyên ku ne Tirk in xwiya kirine. Kurd jî wek beşeka Pers/Îranîyan hesab dibûn.

Ku Bîzansiyan di 1261-ê de Konstantinople ji Latîniyan rizgar kir, giraniya navenda siyaseta wan berê xwe da Balkanan. Bi siriştî, Latînî ew gelek tirsandibûn, wan wek xetereka mezin hê li nêzîk, li Rojava, li Trakyayê hebûna xwe berdewam dikir. Bestî bi siyaseta vegeriyana ser bi rojava ve, ji hidûdê rojhilatê, yanî ji wê Anadoluya Rojava û navîn a ku Misilman hatibûnê esker hat vekêşan û şandin bo Balkanan. Vê, ji nişka ve, xelkê Xiristiyan ê rojhilatê Împaratoriyê li hemberê êrîşên Misilmanan bê parastin hişt. Di ser de ku bacên ji bo xercên eskeriyê û şeran hatin bilinkirin, di nav xelkê de hêrseka mezin peqiya, pê re jî tirs û xofekê serî hilda.

Van diyardeyan, li wan deverên ku me buyerên wan ji Ebu’l Fîda veguhaztin jî rûdan, ku li aliyên peravan ên van deveran Menteşayî, li bakur û bakurê rojhilatê wan, li Kutaxya (Kütahya) û Denîzlîyê Germiyanî hebûn.

Li serhedan ku eskerên Romayiyan vekişiyan warên nuh ketin destê Misilmanan. Pachyméres dinivîse ku xelkê Bîzansî yê li devera serhedan, warên xwe bicîhiştin, derbasî alî Persan bûn, bi wan re hevkarî kirin, rêberî û qilawiziya wan kirin û wiha pê de diçe; ‘’yên dijmin (yên Misilman, Menteşayî û Germiyanî MC) heta nuha tenê bi êrîşên talankerî qayil dibûn, nuha bi saya pêwendîbirrîna xelkê jicî (xelkê Xiristiyan ê Bîzansî) ya bi vî awayî, lingên xwe bi saxlemî danîn ser axa Bîzansiyan.’’[7] Pachyméresê ku di berhema xwe de Tirkan/Tirkmenan jî gelek caran bi nav dike, fatihên nuh ên van erdan ne Tirkmen lê Pers bi nav dike.

Helbet maneyeka vê heye. Çimkî Misilmanên ku ev dever zeft kiribûn ne Tirk/Tirkmen bûn, pêkhate û civakên Persiyayî/Îranî (ku Kurdistan jî beşek bû) bûn, ji wan deran hatibûn.

Li gor Georges Pachyméres, Împarator Michaelê VIII-e di sala 1269 (di çavkaniyê de bi şaşî1296 hatiye nivîsîn) de, di fermandeyiya birayê xwe Johannes de orduyek şand ji bo paşde wergirtina devera Kariayê ya ku piştî 1261-ê ketibû destê Misilmanan, xwestibû bi Persan re peymanekê bibeste.[8] Împarator bi xwe ji bo pesindayina serkeftinên xwe yên siyasî di bîyografiya xwe de wiha dibêje: Persan li wan deverên dora çavkaniyên Menderesa ku hema hema Kariaya jorîn ve Frigyayê qeti’ dike û li deverên din xwiya bûbûn. Me ev tune nekirin, ew kirin tabi’.[9]

Paul Wittek, xwe dispêre Pachyméres û dinivîse ku gava Împarator Michael VIII-ê, di 1278-ê de îdî biryar da, îja di fermandeyiya kurê xwe Andronîkos de orduyekê bişîne Anadoluyê, îdî her tişt bûbû, xelas jî bûbû û vê wergirtiyê jê vediguhêze: ’’Ji mêjve dawiya derûdora Menderesê, Karia û Antiochiayê hatibû. Devera Kaystrosê û Prieneyê, Mîletê, Magedonê ji bal dijmin ve hatibû vegirtin. Tralles (Aydına îro) her çendî hê nuh hatibû tahkîmkirin û iskânkirin, lê kar nuh xelas bûbû ku di 1282-yê de Persan di fermandeyiya wî kesê ku ew di zimanê xwe de bi maneya wêrek wî wek Salpakîs(Salpaxis, muhtemelen Sahîlbegî, di çavkaniyê de bi şaşîtî ‘Salkapis’ hatiye nivîsîn) bi nav dikin lê esil navê wî Mentachias (bi Grekî Mantaxias, Menteşa) ye, xwiya bûn û wan bajar muhasere kir. Tevî birçîtiya tirsder, bi taybetî tîbûnê, Tralles, axir heta dema bi tevayî ji taqetê ket û xwest bi lihevhatinê (muahedeye) teslîm bibe li ber xwe daLê ya dayî, Persiyan (Di wergera Wittek ev der wek Tirkmen hetiye wergerandin, lê piştre di çend rûpel şûnde de r. 38 de cardin tê bahskirin ku Pachyméres wek Persî behsa Salpakîs dike) qebûl nekir. Yên dorlêgirtî li ser vê, bi xwe dîwarên bajarê xwe bi wî awayî hilweşandin ku ji serkeftiyan re kavil bimînin, loma jî ji bal wan ve bi bêrehmî hatin şikênandin. Yên Tirk (rastî divê yên Pers be) cîranê vê Nysa (Sultanhisar) jî her bi wî awayî girt.. Gava deşta Menderesê bi vî awayî ji dest derdiket Andronîkos bêyî ku tiştekî bike li Nymphaionê (Nifê) rawestiyabû, temaşe dikir ’’[10]

1296-ê de sergenerale Împarator; Phlanthrop Alexios gava xwest û teşebus kir ku hukumdariya Bîzansê careka din li Kariayê ava bike Salpakîsê Persî (Σαλπαχι Πέρσου, li vir bi şaşî Σαλαμπαχι Πέρσου –Salampakisê Persî- hatiye nivîsîn) [Mantaxias] ji mêj ve miribû. Jina wî ya bî, ango xanima pêşîn a harema wî, xezîneyên xwe girtibûn hilkişiyabû keleyeka nêzî Melanudionê ya ku bêşik divê li devera Xelîca Latmosê lê bê geriyan. Alexiosî hêvî kir ku bi riya teklîfa pêre zewicandinê keleyê bixe dest xwe, ku jinikê red kir wî kele bi zorê xist destê xwe.[11]

Em li gotina Sasayê Persîyê fermandeyê Mantaxias(yê Menteşayî) li nik dîroknivîsekî Bîzansî yê din Nichephorus Gregoras jî rast tên. Ew diyar dike ku Sasa Begê Persî yê Menteşayî hukumranê devera peravê ya ji Menderesê heta Ephesusê ye. Ew wî wek Persiyê ku Ephesus (Efes) zeft kir dinasîne.[12]

Pachyméres jî dinivîse ku her wekî ku bere li Tirelleyê (Aydın) bû, Ephesus jî bi guvaştin û zexta birçîkirinê hat stendin: Her çendî teslîmkirina Ephesusê bi lihevkirinê bû jî Dêra Johannes hat talankirin, gelek mirov bi tirsa ku dawiya dawîn ew ê tûşî xeterên fetihkaran durustkirî bibin, barkirin Tireyê, yên din pirê wan qirr bûn.

Buyer di nav destnivîsên Paulus Aegineteyê kâtibe Dêra Johannesê a Ephesusê yê ku reviyabû Grîtê jî tê piştrastkirin. Katib nivîsiye ku Ephesusa ku warê jidayikbûna wî ye, ji bal Persiyên di bin fermandeyiya Sasayî de, di 24-ê oktobera (payiza navîn) a 1304-ê hatiye zeftkirin.[13]

Nickephorus Gregoras van agahiyan dide: ‘’Piştî ku orduyên Romayiyan ji van deveran vekişiyan hemû erdên heta deryayê, ket bin hegemoniya satrapiyên Tirk (Dibe ku li vê derê jî nivîskar Pers nivîsîbe wergêran ew kiribe satrapiyên Tirk, yan jî ev bi maneya satrapiyên Selçûqiyan –eyaletên, mîrekiyên selçûqiyan hetibe-) Tirk piştî ku bi Clergé re li hev hatin, li deverên Asyayê ku demekê ketibûn bin hegemoniya Romayiyan mihacir bicih kirin. Karmanos Alisurios (Alîşêrê Germiyanî), devereka mezin a Frigyaya navîn, erdên ku heta digihîştin Phladelphiyayê (Alaşehîra nuha), Devera Antiokyayê ya li derûdora Menderesê hemî îşgal kirin. Ji wê derê heta devera ku digihê İzmirê û deverên İyoniayê yên dûrî peravan (sahîlan) jî yekî bi navê Sarkhanes (Saruxan) girt. Yekî bi navê Sasan (Sasa Begê Menteşayî) dirêjî heta dora Manisayê, Prieneyê û Ephesusê bû, ew der ji xwe re kirin satrapî. Saheya ji Lydiayê, Eoliayê, Misiaya Hellespontê, Kalames û kurê kurê wî Karase (Qaresî, Karesioğulları) wergirt. Dora Olymposê û tevayiya Bithyniayê yekî bi navê Atman (Osman) bidest xist. Ji Çemê Sakaryayê heta Paphlagoniayê kurên Amuriosî(Umûr Beg) di navbera xwe de parvekir.[14]

Pachyméres, li dereka din, encamên balkêş ên ku Romayiyan, li başûr; li Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê ji bo rasyonalîzekirina hêza xwe ya deryayî gelek yekîneyên deryayî belavkir radixe ber çavan. Ji bo ku Bîzansiyan gelek tersxane (wargeh û binkeyên keştiyên eskerî û bazirganî) hilweşandin, bi koman deryavanên Xiristiyan bêkar man. Berpirsên Menteşayiyan ji van îstîfade kir û donanmayek (beşa deryayî ya eskerî) ava kir, ji aliyekî ve jî wan li deryayê dest bi korsaniyê kir.

Pachyméres, bi kêmasî beşekê ji wan wek deryavanên Persî bi nav dike. Gava ew bi giştî behsa êrîşên Misilmanan ên ser giravan yên di riyên deryayê re dike, diyar dike ku demekê wan deryavanên Persî şandin giravên Kyklatê û van korsanan bi êrîşên xwe, ew girav bêînsan hiştin:

Her roj, ne tenê ji aliyekî ve, ji hemû aliyan ve xeberên xerab dihatin. Ne tenê di bejayiyê de, bi korsaniya di deryayê de jî, berê, wan girava Tenedosê bi êrîş girt. Li wê derê gelek îşkence kirin û paşde vegeriyan.Wê demê hinên din jî geh bi tirsandin geh bi razîkirin deryavanên Persî yên ku li wê derê bûn şandin Kyklatan û miameleyên xerab kirin; bi gemiyên xwe hicûmî hem Saqizê, hem Sîsamê, hem Kapathosê, hem jî Rodosê û gelek derên din kirin û xelk ji warên wan qewirandin.[15] Di vê demê de li Rodosê korsanekî bi navê Kurdoglu navûdeng da.

Nivîsandinên bi kêmasî sê Bîzansiyan; yên dîroknivîs Georges Pachyméres û Nickephorus Gregoras û kâtibe Dêra Johannesê a Ephesusê Paulus Aeginete radixin ber çavan ku yên warên rojava û başûrê rojavayê Anadoluyê heta Deşta Menderesê, Efesê, Tireyê û Bîrgîyê bi dest xistin, Germiyanî û Menteşayî bûn. Ev ne Tirk bûn, Persî dihatin zanîn. Ev nivîs wekî destnivîsên hevdemê buyerên herî kevn in ku gihaştine me, ew piştgiriyê didin wan destnivîs û belgeyên ku dinivîsin Menteşayî û Germiyanî Kurd in.

Ji bo ku xebata me xwe bi behsa Kurdtiya Menteşayiyan sînordar kiriye, em ê behsa wan agahî, belge û nivîsên ku kurdtiya wan eşkere binavdikin, yên destekê didinê bikin û bi vî awayî dawiyê li nivîsa xwe bînin.

Riataza

[1] Tirkmen, gotineka ji têkilheviya Erebî û Farisî pêk hatiye, ew nav e ku Ereb û Îraniyên misilman li Oxuzên misilmanbûyî dikirin. Muhtemelen ji bo ku dînen xwe yên Şaman diterikandin û dibûn misilman, hem jÎ erdên xwe diterikandin û ber bi rojava ve koç dikirin dihatin, bi maneya ”yên terkkir”   Tirkmen dihat binavkirin. Yanî yên dÎnê xwe, ciih û warên xwe terikandî.

[2] Esas têgihandina Tirkmen bi maneya koçer, piştre derbasî lÎteratura Osmaniyan jî buye. Herwekî tê dîtin, dem bi dem, ji eşîrên Kurd ên koçer re ‘’Ekrad-ı Turkmen/ Türkmen Ekradı’’(Kurdên Tirkmen) hatiye gotin.

[3] Li gor Paul Wittek, ev qeyd nikarin berî 1204-ê û piştî 1261-ê bin. Yanî di demeka nîvê yekê ê sedsala 13-ê de, yanÎ li dora sedsala berî Ebu’l Fîda hatine nivîsîn. çimkÎ Adalia û Denizliya li wê deverê piştÎ 1204-ê tevî wan erdên bin desthilata Misilmana bû. Nikare piştÎ 1261-ê jî be, çimkÎ hemû ev erdên li başûrê rojhilatê Anadoluyê berî 1261-ê hatine fetihkirin. (Menteşa Beyliği -Mîrekiya Menteşa- r. 1)

[4] Li gor Wittek ev ew Akaritên şerkar ên Xiristiyan in ku li alî Bizansê hatibûn bicÎkirin, awayek ji awayên wek şerkarên gazî yên Misilman bûn û erdên Romayê ji êrîşên Misilmana diparastin. (Menteşa Beyliği -Mîrekiya Menteşa-, r. 9)

[5] Li gor Wittek, ev çem ne mimkin e ku ji Dalamançaya Îro pê ve tu çem be.

[6] Wergirtiyên Îbn Saîd ji cografyaya Ebu’l Fîda, veguhêz Paul Wittek, Menteşa Beyliği, r. 2.

[7]Pachymérés, I 222 û di B’ya dewama wê de. Veguhêz Wittek, Menteşa Beyliği, r. 16.

[8] Georges Pachymére, I S. 215 B, veguhêz Wittek r. 24

[9] G. Troickij, Imperatoris Michaelis Paleologi de vita sua opusculum etc. Petersburg 185 r. 7

[10] Pachyméres, I S. 472 û dewama wê. Wekî din, dîroknivîsekî din Nickephorus Gregoras I r. 142 B. Veguhêz Paul Wittek, Menteşa Beyliği, wergêr O. Ş. Gökyay, Weşanên TTK, Çapa 3-ê, 1999, r. 26-27

[11] Pachyméres, II s. 210 û dewama wê, veguhêz Wittek.

[12] Nickephorus Gregoras, I S. 214 B, veguhêz Wittek r. 38

[13] Paulus Aeginete, Yazmalar (Yên nivîsandî), Marciana 292, veguhêz Wittek r. 39. Li gor Dustûrnameyê Enverî, Begê Menteşayî Sasa ji bilî Tire û Ephesusê Bîrgî jî fethkir.

[14] Nickephorus Gregoras, I s. 214 B, veguhêz Wittek r. 17.

[15] Pachyméres, II, r. 343 û B ya dewama wê. Veguhêz Wittek r. 45.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev