Pirsa we û bersîva me – 84

Pirsa we û bersîva me – 84

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsa Polayê Sindî ji Barzana Kurdistana Başûr ha da:

 

Pirsa Polayê Sindî û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Ji malûmatîyên malpera we yên derheqa gelê me û welatê me da em di nav miletên cînarên xwe da xwe serbilind dibînin. Gelo ber destên we malûmatîyên wisa yên nû hene?

 

Bersîv: -Fermo, çend malûmatîyên balkêş! 

…zimanê kurdî berî zimanê rûsî, û herwiha yên silavî bi giştî, bûye zimanekî edebî û hê di sedsalên XII-XVIan da bi wî zmanî gelek berhemên giranbuha hatine nivîsarê. Bi navê pez û dewaran, hasileta gund ew ji zimanên fransî û îngilîzî jî dewlemendtir e. 

…ji jinên Rohilatê tenê jinên kurd rûbend (çarşev) danenîne ber çavên xwe. Ev nîşana azadîya jîyana jina kurd û bi misqalekê jî dûrbûna ji qanûnên îslamê ye. 

…serleşkerên dîwana xanima Gurcistanê ya bi nav û deng Tamara Xanimê – du birayên hevalcêwî Îvanê û Zakarê (Îbo û Zihar) – bi esilê xwe va kurd bûne. 

…medenîyetên cihanê yên nivîskî cara pêşin li ser axa navbera çemên Dicle û Ferat, ango – li ser erdê Kurdistana îroyîn û welatên cînar destpê kirine û ava bûne. Ji ber wê jî Kurdistan tê binavkirinê wek navbendeke pêşketina cihanê. Naveroka “Destana Gilgamêş”, ku pirtûka nivîsar ya pêşin e li cihanê, îzbatîya gotinên me ye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev