Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -1

Di çîrokên Sîma Semend de folklora kurdî -1

Welat Agirî

Sîma Semend çîroknivîseke kurd e. Li gorî agahî û malûmatan; Sîmê di sala 1933an de li Ermenîstanê tê dinê û di sala 2008an de jî xatir ji vê dinê dixwaze û koça xwe a dawî dike. Herçî ku Sîma Semend li Axbarana Ermenîstanê hatibe dinê jî, bi eslê xwe ji Bedlîsê, ji eşîra Rojkîyan e û malbata wê bi sedan salan berê bûne macirên Sovyetistanê.

Nivîskara kurd di sala 1958an de li Zanîngeha Rewanê fakulteya zimannasiyê diqedîne. Pey re di Radyoya Rewanê de dest bi programên li ser çand û edebiyatê dike, ku bi wan programan, şerbeta zimanperweriyê divexwe û gelek salên xwe bi xizmeta zimên ve dibuhirîne.

Berhema Sîma Semendê a yekemîn Xezal e, ku ev pirtûka çîrokan di sala 1961an de li Rewanê hatiye çapkirin. Weşanxaneya Nûdemê di sala 1996an de bi serokatîya Firat Cewerî, Xezala ku bi elifbaya krîlî hatibû nivîsanidin, li Stockholmê, werdigerîne alfabeya latînî û diweşîne.

Pirtûk ji sê çîrokan pêk tê, ku ya yekem çîroka Xezalê ye. Mijara vê çîrokê têkoşîna Xezalê ya li hember civata kurd a kevneşoperest e. Di nav kurdan de xwendina zanîngehê ya zarên qîzîn wek tiştekî ne baş tê dîtin, bi qedandina lîsê re keçan didin mêr, ku ew zewac jî ne bi riza dilê wan e.

Di çîroka duduya de jî mijar reva Rihanê ye. Dîsa di vê çîrokê de jî, dixwazin bi zorê Rihanê bidin kurê Seydo Axa, lêbelê dilê Rihanê di şivanê Seydo Axa, Mirad de ye. Bavê wê bi ya xwe dike û di axirîyê de Rihanê dide Casimê Seydo Axa, lê bûk şeva dawetê bi Mirad re direve. Di van herdu çîrokan de tiştekî balkêş jî ew e, ku axiriya wan bi serfiraziyê dawî dibe.

Bi nivîsandina van çîrokan ve, xizmeta ji bo zimên alîkî ve, di warê çanda kurdî de jî karekî bêpayan hatiye kirin.

Em di çîroka yekem de, merîfetbûn, xebathezî û zûhişyarbûna kurdên Elegezê dibînin:

Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê (cotgeh) va diçe.

Di zemanê berê de, piraniya kurda, xwasma kurdên Serhedê, pez, dewar xweyî dikirin. Loma di taştêya bineciyên Serhedê de rûn û penêr kêm nedibû. Di çîrokê de jî xwestina taştê û bersîva ciya Xezalê weha derbas dibe:

– Dayê, ez va diçim. Ji bona taştê çi bi xwe ra bibim? Zeynebê hahaka çû û ji sîtla ku qatix tê da meyandibû, toyê ser mîna zolê çerm ji ser girt, kire nava nanê loş, pêça û paşê hinek rûnê berkilê jî kire navê, pêça û da Xezalê, got:

– Ha qîza min, de here heta nîvro diya te dê nanê te bîne.

Di awahîsaziya kurda de sivder ciyekî girîng digire. Berê sivderên malan hebûn, ku ew ne ode bûn, ne jî salon. Herçiqas ferq hebe jî meriv dikare wan sivderên xanûmanên berê bişibîne korîdorên vê rojê. Di çîrokên Sîma Semend de jî, di pênc ciyan de ev qismê malê derbas dibe, wek mînak:

-Gava lê nihêrî êdî wextê xebatê ye, rabû, hahaka ew der danehev, der û sivder gêzî kirin, vêdrok hilda û çû avê.

-Hêdîka derî vekir, nihêrt ku kes tune bi pêş va hat. Wisan bi tirs bi pêş va hat, giha heta ber sivderê, li ber derî sekinî, li aliyê malê nihêrî. Birê wê, bavê wê û xwîşka wê li wir razayî bûn. Keserek hatê û derî vekir.

Em ê bi nivîseke din gotara xwe bidomînin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev