
27ê gulana îsalin xanima dengbêjê kurdayî binavûdeng, kompozîtor û bingehdarê rok-mûzîka kurdî Keremê Gerdenzerî li Fransayê ji nişkêva wefat bû. Toksîna Gerdenzerî 69 salî bû. Sebebê wefatbûna wê nexweşîya onkologîyê bû. Ew çûbû Fransayê mêvanîya keçên xwe û hema li wir jî serê xwe danî ax û berên sar.
Em wê jî bêjin, ku Kerem û Toksîn zêdeyî 50 salan helalên hev bûn. Wana pênc zaro mezin kirin, du kur û sê keçên delal.
Desteya rêvebir ya malpera RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide Keremê Gerdenzerî û zarên wî, hemû kesên ber dilê wan ezîz. Bira Xwedê cîyê xeman tije bike. Rehmeta Xwedê lê be û cîyê wê buhuşt be.
Di wêne da: malbeta Gerdenzerîyan