
Xwendevanên hêja!
Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.
Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn yekî ji wana bi me dide naskirin.
Mela Mihyedîn, edebîyetzan
Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin. Fermo em ji pênûsa Soran Amedî jîyana wî bixwînin:
Di sala 1987 an de li bajarê Amedê li gundê Axmeşatê ji dayik bûye.s Dibistana destpêkê li gund qedandiye. Ya navê li “75. Yıl Y.İ.B.O.” di sala 2002 an de, ya lîsê li “Diyarbakır Anadolu Lisesi” di sala 2006 an de qedandiye.
Ji sala 2006 heta 2011 an li Zaningeha Dîcleyê li Fakulteya Endezyariyê di Beşa Avahîsaziyê de xwendiye. Di teqîna Gara Enqerê de birîndar bû. Niha li Amedê li jiyana xwe dewam dike.
Hê ji xortaniya xwe ve bi sedan klasîkê Kurdî xwendine.
Niha bi navê XEWDIZÊ pirtûkeke wî ya helbestan li ber çapê ye.
Riataza