
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilyekê me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em beşa 2an a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Kilama Al paşa” û “Kilama Memê” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Kilama Al paşa û kilama Memê -2
Qeretajdîn gote mîr, go: -Mîrê min, welle û ezîm, bileh û kerîm, ji me tirê ne sê roje, me tirê ev gave û ev sehete. Mêvanê min mêvanekî usane, wekî derê teda bê, tê ji berva rabî ser xwe.
Mîr go: -Welle, mala me hê ji ber tu kesîva ranebûye.
Qeretajdîn vegerîya mal. Mîr nanê xwe hazir kir, meriv şande pey Memê, Qeretajdîn û birê wî.
Qeretajdîn cêba Memê tijî qurûşên hûr kirin, go:
-Wextê çûyînê tu van qurûşa vî alî, wî alî bireşîne, bira xelq xwera berevke, wekî nezer ji te negire.
Ewana rabûn faytonêda rûniştin û çûn.
Gava Memê çû derda
Selam da mîr bi serda
Mîr selam elêkim veda
Sivik-sivik rabû ji berda.
Ewana nan û êmekê xwe xwerin, qasekê xwera xeberdan, mîr li Memê şaş û heyrî ma. Lê wextê Memê derda çû, mîr ji ber wî rabû, Qeretajdîn hingê dezmala xwe avîte bin doşeka wî.
Ewana gelekî xeberdan, paşê Qeretajdîn gote mîr, go:
-Mîrê min, eva çend roje Memê hatîye, hê şeherê me nedîtîye, îzinê bide, emê herine ser koçik û sera min, bira Memê xwera temaşeke.
Mîr îzin da. Ewana rabûn Memê birin, lê Qeretajdîn vegerîya cem mîr, go:
-Mîrê min, ne te digo ez ji ber Memêva ranabim.
Mîr go: -Kuro, ez ranebûme.
Qeretajdîn ji bin doşeka mîr dezmala xwe derxist û nîşanî mîr da. Mîr go:
-Welle, wekî ez ji ber rabûbim jî, min haj xwe nînbûye.
Memê, Qeretajdîn û herdu birêd xwe, ewana çûne ser koçik-sera Qeretajdîn, xwera rûniştin û xeberdan. Lê xanmanê Zîn xatûnê jî miqabilî yê Qeretajdîn bû.
Ewê bihîstibû, wekî mêvanekî gelekî ezîz hatîye mala Qeretajdîn, lê nizanibû ku Memêye.
Zînê derkete rewaqê (balkonê, heywangê), li ser xanmanê Qeretajdîn nihêrî, dît ku Memê jî wê sere. Idî xwe zeft ne kir, wêderê kilamek avîte ser Memê, go:
-Gelî carîya, hûn binhêrin
Ser xanmanê Qeretajdîn bûye şêwreke girane
Yek Qeretajdîne
Yek Erfane, yek Çekane
Yê dinê serê min û weva
Tev qurbabe, Memê Alane.
Memê dengê Zînê seh kir, dîna xwe dayê Zînê wê rewaqa pêşva sekinîye, kilama davê ser wî. Memê go: “Welle, min bikujin, ezê jî kilamekê bavêjime ser Zînê”. Lê Qeretajdîn û birava kilama Zînê bihîstin. Memê go:
-Gelî bira, hûn binhêrin
Texte û sêrî binhêrin
Gerdenê şar-şemaq, rewaqa
Dengek li min tesele bû
Nizanim dengê horîyane, yanê yê meleka.
-Wêderê herdu birê Qeretajdîn xwestin Memê xin, lê birê mezin ne hişt, ewî go:
-Bira bisekine, ka çi ji gilîyê Memê û Zînê tê? Qeretajdîn gote bira, go: -Ya Memê û Zînê xewna şevane.
Zînê dîna xwe dayê kilam boşin, ewê rabû sifrê xweyî kevin top kir, kire barê du-sê deva, bi carîyava bir ser kanîyê bişo û çirke. Kanî jî der xanmanê Qeretajdînda bû.
Memê dît, wekî Zînê wê xwe xemilandîye, pêşîya bazirgên ketîye, tê ser kanîyê, go: “Welle, wekî evana min vê sehetê jî bikujin, ezê kilamekê bavêjime ser Zînê û bazirganê wê; go:
Gelî bira, hat bazirganê girane
Serê min û xulama, îmana karûbare
Daye ser diran û lêvane
Ew çi ya bac û bertîlane
Layîqî Memê Alane
Merî ji wê bistîne bac û bertîlane.
Erfan û Çekan destî li ser soranîyane
Qeretajdîn navda diçe û tê
Divê: -Gelî bira, ez wîkim ruhê meyî dêstdane
Ya Memê û Zînê xewna şevane.
Qeretajdîn gote Memê, go:
-Memê, ewa tu dibêjî, bûka mine, destgirtîya Çekane, rabe hespê xwe siyar be, here ser kanîyê, hergê te bac û bertîl ji ewê sitend, xwe usa bizanibe, tu birê meyî mezin, em birê teyî çûk. Lê wextê te bac û bertîl jê ne sitend, emê te ji sînorê xwe derxin, rast here mala xwe. Wekî cara duda tu li vira tifiqîyî, emê pirtikê teyî mezin guhê te bihêlin.
Usa jî Qeretajdîn bi kilamkî gotê, go:
-Memê, bazirganê te ew nîne
Ew bûka Qeretajdîne
Bêşkertma Çekane
Navê wê têlî xatûn Zîne
Devê bavê kesekî neketîye
Bac û bertîla ji wê bistîne.
Mamê rabû Borê xwe derxist, zîn kir, lê siyar bû û ajote serê kanîyê:
Memê Bor derxiste dere
Lê kir zînê albavî û ceware
Ajote serê kanîyê sefere.
Memê ajote ser kanîyê
Selam da Zînê zerîyê
Bor dev kir ava kanîyê.
Zînê selama wî vegirt, go: -Ser serê min bêy, axayê bi nav û nîşane!
Go: -Zînê, me ser xanî danîye qale
Min li te anîye îtbare
Lê ditirsim tu gotina min neynî ware.
Zînê go:
-Memê, aqilê xwe serê xwe bîne
Devê Bor ji avê dermexîne
Ew jina tu dibêjî, van dera tunîne.
Hindavda rabû Zînê serbeste
Dest bire tok û benîya bi qeste:
“Ha, go, axayê min, dilê te çi dixweste”.
Rabû Zîna girane
Dest bire tok û benîyane
Sê zêr ji serî qetiyane.
Go: -Yera yek bace û yek bertîle
Ev yeka jî nîşanîya Çekane
Lê xercê Cizîrê heft salane.
Memê bac û bertîl da nav tilîyane
Ajote berbi hersê birane
Hersêka ji Memê girt saweke girane.
Memê berê du zêr derxistin: -Han, go, birano, eva tera bac û bertîl.
Ewana ew herdu zêr qebûl nekirin, paşê Memê zêrê nîşanîyê da wana. Paşê wana qebûl kir.
Qeretajdîn go:
-Em sê birane, hespê me bozin
Gurzê ataşî li destê meda
Nav dinyayê digerin dew û dozin
Emê ji birangê xwera bînin
Zîna çev-birû beleke û pîroze.
Erfan go:
-Em sê birane, hespê me reşin
Li dinya erfadine zor kifşin
Emê ji birangê xwera bînin
Zîna çev-birû beleke, keleşin.
Çekan go:
-Em sê birane, hespê me kumeytin
Bi gurzê ataşî digerin çendî welêtin
Emê ji birangê xwera bînin ya dilê birangê me divêtin.
Ewana wê rojê usa derbaz kirin, qirarê wan bû yek, wekî Zînê Memêra bînin. Idî Memê bû birê wanî mezin, bi şîrê helal. Çend roja sekinîn. Mîr nan çê kir, gazî her çar bira kir, go:
-Ezê Memê jî rewakim.
Lê Zînê berî hingê bihîstibû, wekî mîr wê gazî Memêke û pêşkêşê bidê. Ewê cahab dabû Memê, wekî “Tu pêşkêşa hilnede, xêncî kurkê aspêjîyê”. Wekî em û Memê her ro cîkî bin û têr xwera hev şabin.
Mîr gazî Memê kir, paşî nanxwerinê gotê, go:
-Memê, wekî tu ne maqûlbî jî, eşed bila maqûlî, wekî tu kurê gavana bî jî, eşed bila tu mîrî. Lê bixweze, ka ez çi bidime rewakirina te?
Memê go: -Welle, mîrê min, ez tenê kurkê aspêjîyê dixwezim, çend meheka li dîwana teda herim û bêm.
Mîr go: -Kuro, kurkê aspêjîyê bînin li Memê kin.
Memê bû qaweçîyê mîr. De Memê Zîn teze di cîkîda cem hev sekinîn. Bi kêf û henek û laqirdîya ewana qawa dîwanêye sibê nîvro anîn, ya nîvro – êvarê anîn.
Bekir gote mîr, go: -Mîrê min, qawa dîwana teye sibê, nîvro tê, ya nîvro – êvarê tê. Axir şerme ji navê tera, Memê şermîya we digere.
Mîr go: -Bekir, hilbet edetê welatê wan usane, wê niha hînbe, ziyan tune.
Çendek sekinî, mîr elamet da cindîyê Cizîrê, go:
-Gerekê em sibê herine rav û nêçîra, Memê Ala jî wê tev me bê.
Zînê jî gote Memê, go: -Tu xwe nexweş bavêje, wê sibê bêne ser te, tu bêje ez nexweşim. Lê ewê siyar bin. Wextê ew siyar bûn, idî ser oxirê peya nabin. Ewana ku çûn, idî heta şeş-heft roja nayên. Ez û tu jî emê herine baxê Torkirî, xwera kêfkin.
Sibê mîr bi cindîyê Cizîrê, Qeretajdîn û herdu birava siyar bûn, hatin ser Memê sekinîn. Cahab dane Memê, go:
-Bira, siyar be!
Memê cahab da, go: -Bêje mîr, bêjê welle ez îro nexweşim.
Idî mîr ser oxirê peya nebû, pêşîya cindîya ket û çûne rav û nêçîrê. Memê û Zînê jî xwe xemilandin, berbi baxê Torkirî çûn. Bekirê Ewan ji siyara paşda mabû. Wextê çûyînê ewî Memê û Zînê dîtin, wekî diçine nav baxê Torkirî. Ew para çû gihîşte siyara. Lê pelte ewirê reş derket. Baran barî. Bekir gote mîr, go:
-Mîrê min, baranê hê zef bibare, were em herine nav baxê teyî Torkirîda peya bin. Min hêjka bi çevê xwe dît du karê xezala jî çûne nav baxê te. Emê ewana bigirin, tera nanekî hazirkin, heta baran jî vedike.
Mîr gurra Bekir kir, lê Qeretajdîn şik bire ser gilîyê Bekir.
Alîyê qulbeda derket pele ewirê girane
Ji ber diçe birq, birûsk û barane
Ez dizanim tale û bextê Memê Alane.
Qeretajdînê devdînî aqil kurîne
Gazî Badîn çawîş dike û tîne
Ser baxê Torkirîda dişîne.
Go: -Here, kar û tivdarekê mîra bivîne
Qeyde û qanûna gişkî bîr bîne
Çi terewilê nav bêxda heye, derîne.
Badîn çawîş çû derda
Selam da Memê bi serda
Dît Memê paldaye, Zînê di berda.
Memê go:
-Here çawîşo, sur li balo
Herça vê surê min bike sitaro
Minetekê dike li yekê cebaro.
Go: -Memê bese xebera bide xebera
Heta ser min nebe xirme-xirmê xençela
Ev xeber ji nav devê min dernayê derva.
Memê go:
-Ez wîkim ella û ekbere
Heta ser min temam nebe
Sêsid şêst şeş cot xencere
Devê min nav sîng û berê Zînê nayê dere.
Riataza