
Xwendevanên hêja!
Wek ku hûn zanin, malpera me beşeke edebî ya nû vekirîye bi sernavê ”Kanîya pêncçavî” û di bin wî navî da her roja şemîyê emê berhemên 5 helbestvanên kurd yên genc biweşînin.
Îro helandar û hezkirîyê vê koma pênc kesan, nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn yekî ji wana bi me dide naskirin.
Mela Mihyedîn, edebîyetzan
Di van nivîsên xwe yê rêzê de em ê Ji pênûsa endamên Kanîya Pêncçavî fêrî jîyana wan bibin. Fermo em ji pênûsa Tahir Dînarî jîyana wî bixwînin:
Bi nav Tahir e, ji gundê Dînara Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Mela Evdila ye. Di sala 1983an di cotmehê de li Nisêbîna Mêrdînê ji diya xwe re hatiye dinê. Di nav hejarî û belengaziyê de mezin bû. Xwendina wî ji xwezayê tê. Derfet çênebûne ku here dibistanê. Kesî xwendin fêrî wî nekiriye. Loma wek hevalên xwe nexwendiye. Ji deh saliya xwe ve temenê wî li tevrik û matotan derbasbûye. Heta 15 saliya xwe ku dibe evîndarê temburê. Di 17 saliya xwe de dil dikeve keçek ji seyidên Torê. Dibîne ku evîna wî jê dûr dikeve. Bi hinceta ji bin bandora evîna keçika Torî derkeve ew dest davêje pirtukên helbestan yên klasîk û hin pirtukên zanayên dinyayê… Paşî hezkirina mirov û welat di dilê wî de zîl dide. Nêzîkî 400 pirtukî dixwîne.
Niha li Qonya dijî, karê înşeetan dike ji bo debara malbeta xwe.
Nêzîkî 150 helbestên wî hene. Pirtûkek bi navê NÛBER li ber çapê ye. Helbestên wî bi pîvan û li ser weznê hatine ristin. Li ser mijarên evînî mentiq û welatparêzî û hevaltî û bi hin hestên cûrbecûr di nivîsandin.
ÊŞ Û BIRÎN
Ev e gundê min dibêjinê Dînar
Tev çiya û kevir lê nîne yek dar
Hê dimînê ew li Tora Kerboran
Rojhilatê wê ber avî û botan
Sing vedaye berê xwe daye deştê
Ez nikarim tê de bijîm ku reş tê
Ew ji xeynî çend kavil û xirbexan
Kevir ser hev nemane bûye wêran
Kalê bavê min xwînî bû jê revî
Kî gotiyê ji vir divê dûr kevî
Ma ez çi zanim reben û belengaz
Tişta zanim ta mirîşk û pez û qaz
Li wir hiştin hatin sirta Elîka
Li wir jî ketin qirka hev wek dîka
Jiyana me Kurdan ev e her û her
Şahî hindik du qatê wê her roj şer
Li wan şikandin dev û bêhvil û pî
Ser neketin karim bêjim li Dikî
Rê girtin û berê xwe dan Giraxîn
Xwarin li bavo dibû xwêhdan û xwîn
Ew bû palevanekî jîr û rêncber
Carna bi şev digel gund wî dikir şer
Bar kirin mal du tûrik û du kûlav
Digel xwe jî hinek anîn şîrê xav
Vê carê go em naçin ji Sivikê
Heger Xwedê hevaltiya me bikê
Diya min a Torî wê bi dest û mil
Her roj tavêjtin rîx û tert û pişkul
Hevserê wê bavê min bûbû şivan
Carna qet û gezek nanê gundiyan
Pê dixwarin nîsk û mehîr û savar
Xilas nabê çi qas bêjim bêjimar
Çi bû çi nebû dîse bû reşê gund
Hemî bûn yek bavê min mabû wek kund
Jiyana bajêr hinek pê bû şîrîn
Min çav vekir ku va ez li Nisêbîn
Erê bira vê pirzik û girêkê
Here bijîşk bîne bila zû jêkê
Kufletê bavo sêzdeh, xanî biçûk
Zistanî av ji bên dihat wek şirik
Aliyek şer aliyê dî xizanî
Carna dibêm qey bihara mi kanî
Li paş hiştim matot û hem efarê
Dûr kirim înşat û xerc û cebarê
Ji welat û niştiman û huriyet
Loma pênûsê ev destê min nexwest
Çima jiyan tu bo min nebû heval
Belkî vê heq dikim ta min dikî kal
Ji destê min bihata min dê gerdûn
Wêran bikra hemî bikra derya xûn
Niha dor hatiye şitl û nifşê nû
Ew kevnepevçûnê ku me go der bû
Qirêja kevnar bi xwînê dimalin
Ji wan hez kin pakrewan û heval in
Ev êş û birîn min hinek kir dîwan
Li min bibûrin ku tê hebin nuqsan
EZ
Ev sih û sê sal in li jînê me ez
Her demî di nav hezn û şînê me ez
Bihara zarotiya min çû ji dest
Niha wekî germa havînê me ez
Dilê pola mi şahîk kir ji gincir
Dikim bişkim şûşeya eynê me ez
Ronahî nedît mi carek ey dinya
Nav welatê kuştin û xwînê me ez
Şev û rojan di hundir de disojim
Titina tîrik û qelunê me ez
Ka şefaet ka xweda navim dua
Ma nizanê nav eks û kînê me ez
Hebû yarek min wunda kir bi canî
Li zindanê wek Memê Zînê me ez
Bagera xemê wê singa min dirand
Wek serê wê Kelha Mêrdînê me ez
Min çi zanî ku çi ne êş û elem
Êdî wek risas û qurşînê me ez
Car heye wek kavilekî dikevim
Di nav qadên liberxwedanê me ez
Guhê tirko bigrim ji ra hildikim
Ji nîjada Ristemê Zalê me ez
Koçber im ez şervan û pakrewan im
Bin kon û çadir û laylonê me ez
Qirçeqirça hestiyê birîndaran
Nav kevir û dar û betonê me ez
Ji Nebî Nûh ta niha em Kurd dijîn
Ji Helebçe heta Efrînê me ez
Ra û şaxên me belav in li cîhan
Wek çinar û dara zeytunê me ez
Nû der dibin eybên heştê not salî
Kuştiyê Eleqemş û Wanê me ez
Ez dimrim û jîn didim wek namirim
Tijî ji destan û efsanê me ez
Hemî dinya bibin dijmin natirsim
Li pey edalet û qanûnê me ez
Riataza