Nameyên evînî -34

Nameyên evînî -34

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Carina ez hevsûdiyê li xwe dikim. Dixwezim wek evindarê te bim, dû ra dikeve bîra min ku evîndarê te ez im. Ji hevsûdiyê pirtir kumreşiyê dikim.

 

***

Ez ji xwe bo te heme û dixwezim herdem bo te hebim. Ma mirov ji cinetê dixweze derê?

 

***

Erê, xuya ye evîna pir merivan ji orbîtê derdixe. Lema helbestvanên mezin hinek dîn in, piranîya wan jî berî 40 salîyê dimirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev