
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilduduyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em beşa 3an a berhemeke êpîkîyê ya bi sernavê “Kilama Al paşa” û “Kilama Memê” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Kilama Al paşa û kilama Memê -3
Hetanî ewana hevra xeberdan, idî siyar û cimaet tijî ber derê bêx bûn. Zînê ma bin qapûtê Memêda. Memê qapût avîte ser çokê xwe, Zînê jî da binî û xwe nexweş avît. Memê kete derîkî teng.
Qewaza derê malê gaze-gaze
Zînê vêra-vêra dengê mîra bi nase.
Go: -Memê, rêkê bivîn têda bivim xilase
Zînê ket bin kurk û livase.
Mîr ji derva hatin bi derda
Selam dane Memê bi serda
Memê selam elêkim lê veda
Lê ranebû ji berda.
Bekir go:
-Mîrê min, kê dîye
Mîr û wezîr bêne bi derda
Selamê bidine xulama bi serda
Xulam ji ber selamê ranebin ji berda?
Memê go:
-Bekir, ez nexweşim bi gele birîna
Serê min nasekine ser her çar balgîna
Wekî ji ber selama mîra rabim pîya.
Bekir go:
-Memê, nexweşa tune rêye
Tu carekê rabe ji pêye
Bike ferzek-dudu nimêye
Qey ebabet heye ji boy Xwedêye.
Memê go:
-Bekir, wekî nexweş çê be
Wê rabe ji ser pêbe
Hemîn ebabetê ji boy Xwedê be.
Bekir go:
-Memê, devdînî aqil kurîne
Tu aqilê xwe serê xwe bîne
Ew çîye te daye bin qapûtê hêşîne?
Qeretajdîn go:
-Mîrê min, Bekirî zef virekî derewîne
Rext û ruşmê hespê Memê zêrîne
Anîye baxê Torkirî xemê xwe pê wana birevîne
Lê şerma mîra daye bin qapûtê şîne.
Bekir go:
-Ya dilê Memê dihebîne
Ew erebeke reşe lêv deqîne
Bira di îmana bavê Bekirda be
Dîzikê qêtix nav Cizîrê digerîne
Qeretajdîn kas-pîyala digerîne
Kasekê ser Memêda tîne
Memê gulîyê Zînê bin qapût dertîne
Qeretajdîn bi herdu çevê xwe dibîne.
Qeretajdîn çev û birûya diqulibîne
Gazî Erfan û Çekan dike û tîne
Go: -Badîn çawîş, tu were kasa bigerîne!
Go: -Ezê herim êgir berdime xanmanê rengîne
Bira bişewite bormotka zêrîne
Belkî birangê min derîya tengda nemîne.
Qeretajdîn xwe xênîra digihîne
Xatûn Perîyêra bi kerb û kîne
Go: -Her çar bormotka zêrîn derîne
Ezê agir berdime xên û mîne
Belkî Memê derîya tengda nemîne.
Xatûn Perîyê go:
-Rengê tarî reng erebî
Webî, her min webî
Bira herçar bormotk jî li cîyê xwe bî
Belkî suabeke min gunehkarê tebî.
Qeretajdîn xwe xênîra digihîne
Şemal û kirkûtê ji cêbê dertîne
Çawîşekî pêş çevê xweva divîne
Ser baxê Torkirîda dişîne.
Go: -Here bêje mîr, bê şewitî xanîyê rengîne
Têda şewitî herçar bormotkêd zêrîne
Wê sibê vî çaxî usa bike ku cindîk nemîne.
Çawîş go:
-Mîr, tu zanî Qeretajdîne
Ewî mêrxasî aqilkurîne
Agir berdaye xanmanê rengîne
Wê sibê koka te û cindîya tev bîne.
Wextê çawîş ew xeber digotî
Dil û ceger li mîr Seydîn disotî
Mîr bi cindîyava ji bêx derketin cot bi cotî.
Mîr bi cindîyava zû-zû, bi lez ji bêx derketin berbi Qeretajdîn û xênî çûn. Man Zînê û Memê. Wextê Zînê ji bin qapût derket, çawa merî ewê têke nav sîtile ava kel, usa xu dabû. Ew rabû, xwe çarşev kir û berbi malê çû. Bekir jî çûbû serê riya Zînê, xwe kiribû quleke sûra. Memê rabû berbi agir û xanman çû. Zînê ku çû, dîna xwe dayê Bekir wê qula sûrêdane, Zînê bi kilamkî got:
-Herê Bekiro, xudanê fêl û finaza
Tu hey rûvîngê devê van reza
Çira dibî bayîsê bext û miraza?
Memê çû gihîşte agir û xênî, dîna xwe dayê, wê agir xênî ketîye, cindîyêd Cizîrê tijî ser xênî bûne, ji tirsa Qeretajdîn vî alî, wî alî direvin, diçin û tên. Memê go: “Welle, ezê du gilîya bêjime agir, herkê ez maşoqê surê bim, agirê vêse, lê ne maşoq bim, xwe ya min û Zînê derewe”, go:
-Herê agiro, ber kelêyo
Nav min û teda agir-şura Xwedêyo
Te ji xanmanê birangê min çi divêyo?
Herê agiro, bê nav û nefes
Bes xanîyê mera bibaz
Şewata tu ser, usa jî ez.
Herê agiro, bê îtbaro
Te ne male, ne jî halo
Bese gur be tev şemalo.
Ew Memê minî delale
Ji ber xwe hilkişand dezmale
Avîte nava mêlît agire
Wê sehetê temirand yekcare.
Qeretajdînê ruhbîne
Soranîya hêşîn ji kalên dertîne
Çend qûrînîya radikişîne
Cindîkî Cizîrê dora xwe nabîne.
Ewana ji hev bela bûn. Her kesek çû mala xwe. Herçar birêd şîrhelal jî çûne mala xwe. Mîr Seydîn çû dîwana xweda tenê rûnişt. Dîsa Bekir çû cem û geveztî kir. Mîr go:
-Bekir, bese vê geveztîyê bikî, wekî Zînê xûşka mine, bûka wane, hergê ewana qebûl dikin, emê jî qebûlkin. Lê feqet min hê tiştekî qelpîyê di Memêda nedîtîye, tuyê usa bikî, emê rokê koka mêra li hev bînin, heta-hetê bive nisûbetî.
Bekir go: -Mîrê min, ez xweyê xîreta xweme, çawa raste, ez rast dibêjim, heta Zînê mala tedaye, ew namûsa teye. Lê wextê çû mala Qeretajdîn, idî çawa dikin, ew şuxulê wane. Xêncî wê yekê, tu îro bişîne pey Memê, bira bê mala te, wextê qawe gerandinê, bira Zînê qawê bigerîne. Hergê ewê fîncana qawê da Memê û kenîya, berê xwe guhast, tu bizanibe ez rast dibêjim, lê wekî nekenîya, tu bizanibe ez derewa dikim.
Mîr gura Bekir kir, şande pey Memê û hersê bira, go:
-Zînê, Memê nexweşe, were fîncan û peyala bigerîne.
Dîwana mîr bi kimkimî rûniştibû. Zînê qawe gerand, wextê hate sirîya Memê, ewê fîncanek da Memê, berê xwe guhast û kenîya. Lê berî hingê Qeretajdîn dezmala xwe kiribû kêwrîşk û wextê Zînê kenîya, ewî dezmal avîte ber Zînê, wekî xelq bêje Zînê bi dezmala xwe kenîyaye. Wextê Zînê kenîya, berê xwe guhast, Bekir got, go:
-Kê dîtîye qîzêd kubar û eyana fîncana bigerînin
Fîncanekê ser xulamê bavêda bînin
Xulam parsû sitûr be
Di dîwana mîrda fîncanê welgerîne
Lazime ew xwe di lengerê giranda bivîne.
Mîr birû û sînem tev rakir
Go: -Gelî emekherama, zû rabin
Memê ji minra birîndarkin
Dil û cegerê wî serê soranîyava xarkin.
Mîna gurêd har rabûne hev –
Erfat û egît gişk ketine hev
Memê go: -Mîr, idî tu merev.
Hindavda rabû Memê delale
Belgîyê dîwanê xwera kir mertale
Soranî kişand ji kalên yekcare
Wê cegerê mîr bîne xare.
Go: -Mîr, heta tu min birîndarkî
Ezê sêsidî ji te giv û darkim
Çarsidî rewaqada xarkim
Berê ewil te redakim.
Qeretajdînê aqiljîr
Soranîya hêşîn kir hidîr
Avir bi mêranî dane mîr
Go: -Teze xwera bike tivdîr.
Erfan û Çekanin
Ewana zengilê şeranin
Bi dil pişta Memê Alanin.
Hindava xweda rabûn erfat û egît
Kesekî ji herçar bira lezet ne dît
Bira Memê tev xwe hilanîn
Ji dîwana mîr deranîn.
Ewana derketin çûne wêda
Du siyar ecele hatin rêda
Ferwara seferîyê nav destada.
Riataza