KANIYA PÊNCÇAVÎ -10

KANIYA PÊNCÇAVÎ -10

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

JANÊ

Ev Jan ya Reb çi zor e
Hew dikarim hilgirim
Hero dil borebor e
Tu d’bê qey ez xemkir im
(Qaso)

 

Dertgiran mam ez ji dil
Bê hesap va hatin kul
Bûm wek dehleke bêgul
Bê av dijîm li vir im
(Şero)

 

Tu nebî kêf jî nîne
Hêvî tev çilmisîne
Xewnên te jî firîne
Li vir im lê te’z birim
(Qaso)

 

Bê derman im bi birîn
Bi ax û şîn û girîn
Êşan çêkirin hêlîn
Ji hiş jî wan ez kirim
(Şero)

 

Canê û janê bese
Dil bi qurbanê bese
Bi lavên min bihese
Dilê qey ez kafir im?
(Qaso)

 

Ez ji kaniya hestan
Dihûnim tim helbestan
Evîna te bû destan
De wer lê ez ê mirim
(Şero)
 

Mêrsîn, Dîlok 

 

BIRATÛSÊ ZEMÊN 

Ey kur, do çi bû îro ew
Ey keç, a şêr her şêr e wer
Ya dê bibin yek, nebne kew
Ya bo gura hew bibne ker
(Qaso)

 

Tifaq xweştir e j’her tiştî
Nîfaqê em kirin kuştî
Netew çûn pêş me xwe hiştî
Xelk xwedî mal em man li der
(Soran)

 

Xelk nayên, me nahilgirin
Ger we divê em bifirin
Bipijin û bisincirin
Bi xwendin bibne zêrê zer
(Qaso)

 

Da bifirin b’refê xwe ra
Nebin para masî w gura
Guh bidin Soranê bira
Û nebin yên dengnaçeser
(Soran)

 

Pişta me tev difirkênin
Lê Biritûsê zemên in
Kêra biratî d’çikênin
Di pişta me yên hejmeker!..
(Qaso)

 

Bi dev ji me re bira ne
Lê bi zik wek neyara ne
Tîrên wan li me baran e
Hiş bigrin da xwe nedin ber
(Soran)
 

Amed, Dîlok 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev