Nameyên evînî -35

Nameyên evînî -35

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Komputera min bi ezîza min vedibe, e-mailên min bi Nura min vedibin, roja min bi rojbaşa Nura ezîz destpê dibe, ji ber ku kilîta jîyana min di destê Nura min da ne. Wek meseleyeke kurdî dibêje, Nura min kêra ruhê min e. Yanî, emirê min di destê te da ye, tu bixwezî, tuyê ruhê min bistînî, ango rola Ezrahîl pêk bînî. Hilbet, mecazî ye. Dixweze bêje, ku ez dikarim jîyana xwe bidim te.

 

***

Berê tirsa min hebû ku eger ji evîna te bifirim esmanan, ezê çawa li wir bêy te bim. Lê niha tirseke wisa tune, ji ber ku tu herdem di hemêza min da nî. Li esmanan jî.

 

***

Şev baş qurbana te bim, tu bo min ji evinê ji mezintir î.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev