Mirina Enkîdo di kitêba Gilgamiş da

Mirina Enkîdo di kitêba Gilgamiş da

Xwendevanên hêja, wek hûn dibînin, nivîskarên me yên nû peyda dibin. Nivîskar Salih Bozan yek ji wan e. Wî tevaya kitêba bo dîroka me giring Gilgamiş wergerandîye kurdî û bi peyamekê berpirsyarê malperê ra hate girêdan û pêşnîyareke ha kir:

-Eger weşanxaneya RIATAZA heye, ez hiz dikim ku hûn vê wergera min çap bikin, hilbet eger werger bi dilê we be.

Me bersîva wî da, ku vê gavê weşanxaneya me tune, lê em dikarin wergera te beş bi beş di rûpelên xwe da çap bikin. Ew bi me ra razî bû û tevaya wergerê me ra şand. Me çavek lê gerand û texmîn kir ku wergereke delal e.

Emê îro beşa sisîyan ya kitêbê bo we çap bikin. Di rojên pêş me da jî emê beşa 4an, a dawî raberî we bikin.

 

Salih Bozan, nivîskar

 

Beşa sêyem

Rojekê ji rojan Enkîdo ji xew rabû. Wî xewnek dîbû. Ji vê xewnê gellek xemgîn bû. Dî ku Yezdan piştî kujtina Xembaba û gayê ezmên lihevdu civiyan, û biryar girtin ku tola wan ji Gilgamiş û Enkîdo bistînin. Biryar ew bû ku Enkîdo bimire û Gilgamiş bimîne. Enkîdo xewna xwe ji Gilgamiş re got:

 

Hogirê min…

Min şeva çûnî xewnek dî

Ezman bi tavan dikir himînî

Zemîn jî weha li bangewaziya ezmên vedigerand (1)

Ez bi tenê sekinîbûm

Gava afirîdeyek li hember min derket

Afirîdeyekî metirsîdar bû

Ruyê wî bi sam bû

Û lihevketî bû

Weke ruyê balîndeyê birûska Zo bû (2)

Pençeyên wî weke penîeyên qertelan bû

Ez ji cilan tazî kirim

Ez kirim nav pençeyên xwe

û ez guvaştim

Ta nefes li min çikiya

Li min nihêrî û ez birim warê taristanê

Warê Arkêla (3)

Ew warê kî dikevê kê jê dernakeve

Ew rêya kî tê re diçe venagere

Warê nişteciyên xwe ji ronahiyê bê parin

Xarina wan ax û gil e

Ew di tariyê de dijîn

Ronahiyê nabînin.

 

Gilgamiş şîroveya xewna Enkîdo fêmkir û pir teng bû. Ji Yezdanan xwest ku Enkîdo nemir e. Lê Yezdanan guhnedan daxwaza Gilgamiş. Nexweşî kete gewdeyê Enkîdo. Roj bi roj nexweşî giran bû heta roja danzdan.

Engîdo li ser textê mirinê bi Gilgamiş re got:

 

Hogirê min nifir li min bûye

Ez ne weke mirovekî li meydana cengê dimirim

Ez ji cengan ditirsiyam

Lê kî di cengan de dimire

Ew pîroz e

Ez ê weha serçemandî bimirim.

 

Di vê rewşa xwe ya dawiyê de, Enkîdo pir poşmam bû çima ji daristanê derket. Nifir li nêçîrvan û fîkneya Şamat kir, û li ser fîkneyê weha got:

 

Were fîkneyê ez çarenûsa te ji te re rava bikim

Bira xarina ji ber şêniyê bajêr dimîne xarina te be

Dê quncikên rêçikên tarî warê te be

Dê rawestgeha te li ber dîwaran be

Dê serxweş û tî û hişyar silan li ruçikê te xe

Bira evîndarê te piştî ji bedewtiya te têrbibin te kîn bikin

û dûre te biçin.

 

Enkîdo nefesa xwe ya dawiyê kişand û li ber çavê Gilgamiş mir. Gilgamiş bi tundî xemgîn bû, pir li ser hogirê xwe giriya, dîlok li ser gotin:

 

Bira rêçikên daristana hevrestê yên tu tê re çûyî li ser te bigirîn

Bira girî bi ro û şev li ser te raneweste

Bira kalên Uroka kolan pir li ser te bigirên

bira ew pêçiyê ku li paş me

nîşanî me dikirin

Em pîroz dikirin li ser bigirîn

Bira vedenga girî ji gundan vegere

Bira hirç heftar şîp biling geyîk şêr

golik xezal û hemû lawirên çolê li ser te bigirîn

Bira çemê Ola (4) yê ku em li peravê wî meşiyan li ser te zarezar bibe

Bira Feratê pakîne yê me av jê vedixwar li ser te bigirî

Bira peyayên Uroka bi sûr li ser te bigirîn

Bira kê xarin da te li ser te bigirî

Kê pişta te bi zeyta bibîn mistda

ê ku mey bi te vexwarin da

li ser bigirî

Bira jina te ji xwe re hilbijartî li ser te bigirî

Bira xûşk û bira li ser te bigirîn.

 

Gilgamiş ji şêniyê bajêr xwest pûtekî ji Enkîdo re çêkin. Û ji wan re got:

 

Guhdar kin kalino û gotinê min bibihîsin

Ji bo hogir û dostê min Enkîdo ez digirîm

Ez weke jineke li ser nuxurê xwe digirî dogirîm

Enkîdo tevirê di ber piştana min de bû

Ew tîra di destê min de bû

Xençera di ber min re bû

Ew şahî û bexteweriya min bû

Ew cilên min ên cejinan bû

Şeytanek derket û ew ji min dizî.

 

Gilgamiş bi dilşewat li ser laşê Enkîdo sekinî. Dî çawa êdî kurm ji gewdeyê wî derdikevine, û got:

Ev çi xewe ser te de hatiye

û zora te biriye?

Tariya şevê xwe girtiye ser te

û tu min nabihîsî.

Gilgamiş destê xwe danî ser dilê Enkîdo. Ew hest bû ku êdî dil nakiye gupegup. Wî dostê xwe weke bûkekê xemiland. Weke şêrekî li dor wî re zîvirî û zûrya. Weke manşêreke ku tu zarokên wê jê bidizî. Gilgamiş gellekî li laşê Enkîdo mêzekir. Por xwe rûçikand û li ber wî weşand. Cilên xwe yên bedew çirandin.

 

Piştî mirina Enkîdo Gilgamiş êdî li ser xwe ramiya. Bi xwe re got: Gerçî Enkîdo mir, dê ez jî rojekê bimirim. Aliyê wî yê mirovî ev dawiya qebûl nekir. Wî nikaribû mirin qebûlbikira. Biryar girt ku li avazendeganî bigere. Xwe amedekir biçe cem Oto Nibiştim.(5) Ew mirovê jiyana sermedî wergirt. Gilgamiş xwest ji Oto Nibiştim raza çawîdana wî ya piştî Tofana Mezin bizanibe. Çawa ew gihîşte jiyana cawîdan.

Gilgamiş ji bajêr derket û çû li Oto Nibiştim bigere. Gete daristanê. Li wir raket. Gava ji xew rabû, wî dî şêr li hawirdorê kombûne. Şêr kujtin û di daristanê de gellek rojan meşiya heta gihîşte çiyayê Maşo.(6) Ew çiyayekî bi du milan e. Rêya derbasbûnê di orta herdu milan re diçe. Du dwîşkên mezin ên samdar wê rê diparêzin. Nêrînên wan diwîşkan tenê mirin bi xwe ye. Ji Gilgamiş pirsîn tu li vir çi digerî? Wî bersiv da wan ku ew li Oto Nibiştim digere. Diwîşkan jê re got, kesek ta niha negihîşte Oto Nibiştim. Ji ber ku kes nikare vê rêya tarî di navbera herdu milên çiyê de derbas ke. Herdu diwîşkan li rewşa Gilgamiş nihêrîn. Çawa ew westiyaye, ruyê wî ji rêwîtiya dirêj qermiçiye, zer bûye. Dilê wan bi Gilgamiş şewitî, û rê danê derbas be.

Gilgamiş kete navbera hedu milên çiyê û çû. Ezman lê tarî bû. Û herweha bi katijmêran di wê tariya kor de çû. Ne pêş xwe didî, ne paş xwe. Li dawiyê hilma bayê bakur li ruyê wî ket, û çirûskên êşixiyê li pêş çavên wî xuyabûn. Ji tarîtiyê derket û careke din kete ronahiyê. Li pêş xwe baxçeyê Yezdanan dî. Li wir Yezdan Şemş dî. Dilê Şemş bi Gilgamiş şewitî, pê re hinekî axifî, û Gilgamiş ji wî baxçeyî derket, di rêya xwe de çû. Ew gihîşte xaniyekî li kêleka deryayekê. Li wir jinek dî. Jinik xwediyê meyxaneyê bû. Gava wê jinê li Gilgamiş nihêrî, ji girsiya wî, ji bîçimên wî, gellek jê tirsiya. Gilgamiş xwest di mala wê keve. Lê ew jin kete hundirî mala xwe û derî li ser xwe girt. Eynî ku Gilgamiş karibû derî bişikanda, lê bi jinikê re axifî. Wî got ku ew Gilgamiş e, şahê Urok e. Jinikê jê bawernekir. Ji berku rewşa wî ne ya paşan e. Cilên xwe qetiyane, çermê wî ji westabûnê hiliyaye. Gilgamiş jê re got: Ku ew li jiyana cawîdan digeriye. Ew li Oto Nibiştim digere. Ji jinikê xwest ku rêya wî raberî wî bike. Ji jinikê pirsî ka aliyê Oto Nibiştim kîjane.

Jinika meyxanê bi xemgînî lê nihêrî û jê re got:

 

Tu kuda diçî Gilgamişo..

Jiyana tu lê digerî tu nabînî

Gava Yezdanan mirov xelqkirin mirin kirin çarenûsa wan

û jiyana cawîdan ji xwe re birin

A tu gilgamişo zikê xwe bi xwarinê tijike

Bi ro û şev bextewr be

Di her rojeke xwe de şahiyê ava bike

Bi ro û şev bazde bilîze

Bira cilên te pak bin û xemlandî bin

Serî û gewdeyê xwe bişo

Kurê xwe yê bi destê te digire bihebîne

Jina di hembêza te de bextewer bike

Ev para mirovan ji jiyan ye.

 

Paşê, jinikê rê raberê kir, û ew agahdar kir ku li pêş wî deryayek heye, ku dilopek avê wê bi te gihêje dê tu yê di cida bimirî. Jinikê jê re got, ku tu yê piştî vê daristana hanê li Orştinabî rast werî. Keştiya wî ya derbaskirine heye. Ew kare bi alîkariya wêneyên kevirîn(7) te derbasî haliyê din yê derya mirinê bike.

Gilgamiş berê xwe da daristanê, û berdewam meşiya ta gihîşte Orşinabî. Gava Orşinabî Gilgamiş dî, texmîn kir ku dê bi çekên xwe êrîşe wî bike. Orşinabî tevirê xwe rakir ku li Gilgamiş xîne. Gilgamiş bi destê wî girt û li wêneyên keviran xist, kevir giş hûr bûn. Orşinabî fêmkir, piştî ku Gilgamiş xwe pê naskirin da, ku ew dixwaze deryayê derbaske biçe hinda Oto Nibiştim. Lê problemek li pêş wî derket. Orşibî jê re got ku tu bi alîkariya van wêneyên kevirî karibû derbas bû ya. Lê te giş hûr kirin. Li pêş rêyeke tenê maye. Orşinabî ji Gilgamiş xwest sed û bîst istûnan ji daran qutke. Bira dirêjiya wan wekehevdu bin. Gilgamiş ji daristanê istûn qutkirin, û ji Orşinabî re hanîn. Li keştiya Orşinabî siwar bû, û bi hevdu re di avê de çûn, ta gihîştin derya mirinê. Orşinabî ji Gilgamiş xwest ku di derya mirinê de, her carekê bi istûnekê keştiyê pêşda bajo, û wê istûnê jî di cida bavêje, ji bo ku istûna şildibe xwe jê xelaske ta ava deryayê negihêje destê wî û nemirew. Herweha gihîşte perava din ya deryayê.

Li wî aliyê deryayê Gilgamiş mirovekî ixtiyar dî. Jê pirsî: Oto Nibiştim li ku ye? Ew mirovê jiyana cawidan piştî Tofana Mezin bidestxistiye. Gilgamiş jê re got ku ew dixwaze jê bizanibe çawa wî jiyana cawidan bidestxist. Piştî ji wî mirovê re li ser dostê xwe Enkîdo axifî. Çawa wan bi herdu re Xembaba û gayê ezmên kujtin. Çawa li dawiyê Enkîdo li ber çavên wî mir. Û li ser mirina wî pir xemgîn bû. Wî viqas rê û rêçik derbas kirin, xwe kire tehlûkan ji bo Oto Nibiştim bibîne, û rasa cawidanê bidestxîne. Oto Nibiştim serhevde lê kir, ku çima jiyana xwe ya xweş li pey xwe hîşt û ev hewildana jankêş giş kir. Gilgamiş li wî mirovî mêzekir û hest bû ku ew Oto Nibiştim e. Ew mirovê ku kane raza nemirinê bi dest wî xîne.

Oto Nibiştim bi Gilgamiş re got:

 

Mirin zalim e

Mihrevaniyê nake

Kengî em xaniyekî lêdikin ta abedîn dimîne?

Kengî em peymanekê mordikin ta abedîn dimîne?

Gava bira malmîratên xwe parve dikin ji bo ta dawiya dewranan bimîne?

Ma zikreşî li ser zemîn ta abedîn dimîne?

Ma ava çem radibe û lehî tim tê?

Hema ku pirpirok ji kevlojankê derdikeve û royê dibîn dimir e

Berdewamî û cawidanî ji berê de tineye

Çendînyê di xew de û yê mirî wek hevin

Ma pergala wan ne yeke

Kî kare cûdahiyê di navbera reben û mîrza de bibîne

gava mirina wan tê

Anonakî (8) Yezdanên mezin ji mêj ve li hevdu civiyan

Mamtim (9) jî bi wan re bû

Ya narvîn û çarenûsê çêdike

Mirin û jiyan parvekirin (10)

Lê roja mirinê diyar nekirin.

——

  • Nîşana mirinê.
  • Ew balîndeyê birûskê ye, di evsanên Mêzobotamiya yên kevnar de nas e.
  • Ew navê Yezdanekî yê cihana jêrîn e.
  • Dibe ku ew çemê niha bi Karon nav dibe. Di çavkaniyên grêkîde Olas bi nav dibe.
  • Oto Nibiştim: Ev lehengê „Tofana mezin“e. Tofana ku olên ezmanî bi navê „Tofana Nuh“ binav dikin. Di çîrokên sumeriyan de navê wî Zîsodra ye. Ew şareza û gehenê bajarê Şirobak bû.
  • Maşo: Koka vê peyvê kes nizane. Ku ev peyva samîtî be, tê wateya tacêwî. Dibe ku mirovên wê demê bi vê peyvê çiyaê Libnanê yê rojhilat û rojava nîşan dikirin.
  • Wêneyên kevirî: Weke ku ev wêneyên efsanwerî alîkariya Orşinabî dikir j ibo deryaya mirinê kanibe derbaske û bigihêie Oto Nibiştin ê ki di girava mirinê de dijî.
  • Ananokî: Ew navekî gelemperî yê Yazdanê cihana jêrîn e.
  • Mamtim: Yezdanê qedera mirov û çarenûsa wî avadike.

10- Di Tewratê de weha Xwedê

 dibêje: Ez hîro ezmên û zemîn li

 we dikim dîdevan, min jiyan û

 mirin, bereket û nifir danî pêş

  1. Vegere Tewratê Dudewîn 5-

 30: 19.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev