LÎRÎKA, Fêrîkê Ûsiv

LÎRÎKA, Fêrîkê Ûsiv

Ji weşanxaneya LÎSê berhemên helbestavanê me yê herî binavûdeng

 

Xwendevanên hêja, weşanxaneya LÎSê hemû berhemên helbestvanê meyî binavûdeng çap kirine. Em ji îro da, her carê yek ji wan berheman çap dikin.

 

Wekî ku ji navê xwe jî dîyar e; Fêrîk, di vê dîwanê de bi dengekî zelal û kubar, bi zimanekî herikbar û ji kanîya toreya Kurdî derbûyî û bi hest û hîsên dildarekî şi’rên xwe lê dike. Em di wan de kubarî û henûnîya dengbêjîya Kurmancîyê û ahenga xweza û cimaetê dibînin. Lîrîka, hez û huba şairekî ku kare çendî bilind be û çawa kare li ser nirx û puteyên herêmbûnê şax vede û ji wir xwe ragihîne zeryaya cîhanî a ruh û gîyanê mirovîn şanî me dide. Bi kurtayî şi’ra Fêrîk, terazûyeke bi aheng e ku di navbera dil û hiş de diçe û tê:

 

Wê got: Ger min pir hiz dikî,

Sur-sêra me beyan neke…

Ger min kel û gur hiz dikî,

Muhbeta me eyan neke…

 

Min go: Sebram, can û ceger,

Çawa bikim sur neçe der?. . .

Axir muhbet agir e ger,

Sura êgir dû dide der…

 

Navê Pirtûkê Lîrîka
Navê Nivîskêr Fêrîkê Ûsiv
Rêz-Cûre Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî -24
Amadekar Zera Fêrîk
Redaksîyon Şivanê Dêrikî
Zimanê Pirtûkê Kurdî
Berg Şener Ozmen
Agahîyên Çapê 12.5 x 20.5 cm, Çapa Yekemîn 2018, Bizim Büro Matbaacılık, Enqere
Hejmara Rûpelan 97
ISBN 978-605-81521-1-3

 

Riataza

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev