Pirsa we û bersîva me – 89

Pirsa we û bersîva me – 89

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.

Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin. 

 

Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?

 

Bersîv: -Em îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo da qewimîne.

 

Erebê Şemo û sazbendî

 

 Nivîskarê kurdan yê mezin Erebê Şemo gava guh dida sazbendîya Xelîlê Evdile û Şamilê Beko, digot:

-Gava Xelîlê Evdile li meyê dixe, mar li kêleka te ra derbaz bin, li te naxin. Lê gava Şamilê Beko li fîqê dixe, hetanî dûpişk jî direqisin.

 

Çend bûyerên din ji jîyana Erebê Şemo

 

  • Erebê Şemo gava gelek salan li hebsên Sîbîrîyayê da maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine, ku zmanê dayka xwe ji bîr neke.
  • Gava kurdekî feqîr ra alîkarîya ji bo xwendina li Ûnîvêrsîtêtê an jî alîkarîyek din pêwîst bibûya, wî hemû nîşan û mêdalyayên xwe bi pêsîra xwe va dikir, berê xwe dida berbi serokên komara Ermenîstanê û yekser pirs hel dibû.
  • Ewî gelek ji kibaban hiz dikir. Bi çêkirina tu kesî qayîl nedibû, bi xwe çê dikir û bi qedeheke konyaka Ermenîstanê dixwer.
  • Erebê Şemo 7 zmana bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî.
  • Gava piştî 17 salan ji hebsê derket û hate efûkirin, pê hesîya, ku kurdekî bi navê Elîxan Ş….nov bi xayîntî gilîyê wî ber hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew neda mehkemê. Digot, bira nebêjin, ku kurd şikyatê hev dikin.
  • Piştî mirina wî ji alî hukumeta Ermenîstanê da “Xelata lîtêratûrayê ya ser navê Erebê Şemo” hate kivşkirin.
  • Bîra wî digihîşte dereca fantastîkîyê. Çaxê bi yekî ra xeber dida, heta çend bavê wî nas dikir û yê himber bi wan zanebûnan şaş-metel dihîşt.
  • Li ser dîwarê xanîyê ku Erebê Şemo lê dima, li ser kevirekî mermer bi rûsî weha hatîye nivîsandin. “Li vê malê da nivîskarê kurd, bolşêvîkê kevin, xebatkarê civatîyê yê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamîlov jîye”. Mala wî li navbenda bajarê Yêrêvanê (soqaqa Abovyan, 7) ye û ev nivîs niha jî li wir e.
  • Pirtûka wî – “Şivanê kurd” cara pêşin sala 1931ê li Moskvayê bi zmanê rûsî ronayî dîtîye, lê paşê bi deha zmanên cihanê hatîye wergerandin û çap bûye.
  • Têma doktora keça Erebê Şemo – Zînê, derheqa jîyan û karkirina wî da bû.
  • Erebê Şemo endamê Akadêmîya Kurdî ya Bexdayê bû.
  • Ew ji mala şêxa bû û dikaribû şêxîtîya xwe ji bona kara xwe bi kar banîya, lê temamîya jîyan û xebata xwe da li dijî wan kesan derdiket, ku dîn kiribûn bingeh û dest davêtine kîsê milet.
  • Erebê Şemo û V.Î.Lênîn hev dîtibûn û li ser rewşa kurda bi hev ra peyivîbûn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev