D I L

D I L

Helbestên Hinara Tajdîn yên pêşin di rojnameya kurdî “Rya teze” da çap bûne, dû ra wê helbestavana xweyşuret çend pirtûk çap kirin û dilê xwendevanên xwe şa kirin.

Keremkin, helbesteke wê a nû:

Hinara Tajdîn

Dil him gul e, him bilbil e
Ew dinale bi dem, sal e
Dil him jehr e, him hejar e
Him neçar e û bê çar e

Penaber e, dikewgire
Hêsîr, jar e, lê namire.
Dil dijen e, perîşan e
Pirî jan e, lê jîyan e

Dil him çem e, him jî rehm e
Şûr, mertal e, xeyal, xem e
Kûr birîn e, pir narîn e
Hewar, gazî û qîrîn e

Ba, bahoz e, birûsk, toz e
Qal û çeng e, dew û doz e
Dil dijmin e û celat e
Bê hidûr e, hişk û sert e

Dil steyrk e, feyfûrek e
Pir xweşik e, baharek e
Carna dilkul dixulxule
Xem, xeyala ew dinale
Dibe lêyî û lêmiştî
Unda dike ew her tiştî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev