Dema tablo dibe neynika jiyanê

Dema tablo dibe neynika jiyanê

Xalid Satar: ”Ez jiyana milletê xwe di êşekê de dibînim”


Pirsa herî giring ya sivilizasyonê ew e ku mirovî fêrî bîr (fikir) kirinê bike

Thomas Edison (1847-1931)

Suleiman Sulevani

Berî ez behsa hunermend Xalid Satar* û tabloyên wî bikim, bi baş dibînim weke pêşekî wî bi kurtî nas bikin. Mirov dikare ji hine bersivên wî yên kurt, pê aşna be, wî baştir nas bike. Min jê daxwaz kir ew bersiva hine peyvan bi peyvekê yan hevokekê bide. Bersivên wî li jêr:

Welat = Jiyan

Politîk = Rê

Intelektuel = Çavê millet

Tablo = Neynik (eyne)

Kurdistan = Hêvîya min

Kerkuk = dil

Koçberî = Bo hinekan mirin û hinekên din rizgarbûn

Zarok = Pêşeroj

Heval = Pişt

Kar = Pêdivîyeke jiyanê

Tirs = Zaroktî tê bîra min

Yekitî = Kurdistan ava dibe

Zikreşî = Şikandin

Profêsyonalism = Pêşketin

Jin = Nîvê civatê

Ciwanî = Dermanê çavan

Pere = Ne her tişt e

Weke piraniya hunermendên kurd zaroktiya Xalid Satar jî bi dijwariyan derbas dibe. Ew li başurê welat, di dilê Kurdistanê de, li bajarê Kerkukê ji dayîk dibe û di malbateke xizan û kurdperwer de mezin dibe. Di çar saliya xwe de diya wî diçe ber dilovaniya xwe, pişt re bavê wî diçe çiya û loma jî berpirsiyariya perwerdekirina wî dikeve stûyê bapîrê wî. Ji wê demê pêde binemala Xalid di tirseke berdewam de dijîn ku rojekê zelamên rejîma dagirker bi ser wan de bên û wan bêser û şûn winda bikin. Ji ber van sedeman hunermend di şazdeh saliya xwe de bêgav dimîne, dibistanê bicih dihêle û ew jî diçe çiya û digehe pêşmergeyan.

Xalid Satar ji zaroktiya xwe hez hunerê dike û talanta (behre) wî zû xwe dide pêş. Ew, her çend delîveke ewqas baş bi dest nexistîye da jiyana xwendin û hunerê bi pêşve bibe jî, lê ew her dem nêzîkî evîn û hezkirina hunerê bû. Digel hemu zehmetiyan ew xwe û hunera xwe bi pêşve dibe. Her çi tişt bikeve destê wî, ew pê xêz dike û hunerê diafrîne, vêce ew tişt rejî be, pênûs be, dar be, kevir be, ew xêz li ser kaxezê be, li ser axê be, li ser dîwaran be; wî hewlên xwe dane bo afirandina hunerê. Ew bi xebata xwe, hezkirina xwe, xwêdan û talanta xwe dibe mamostayekî hunerê, dibe profs û berhemdar.

Dijwariyên jiyanê wî bêgav dike bar bike û di dawiya salên heştê de digehe Swêdê û li wir niştecih dibe. Û weke piraniya hunermendên kurd ew jî karekê din dike, paralel digel karê hunerî. Mixabin, ne tenê kurd belku piraniya hunermendan, nikarin dema xwe tenê terxanî hunerê bikin. Lê digel vê jî mirov dibîne ku berhemên Xalid Satar topklas in hem ji aliyê kalite ve û hem ji aliyê kom ve.

Naveroka tabloyên Xalid tije ne bi gotin û têgehên wek Kurdistan, kurdistanî, kurd, kurdî, kurdbûn, kurdayetî û peyvên din ku xwe bi vê peyva ”kurd” ve dipêçin û dixemilînin. Her mijarek jî di dawiyê de digere bo welatekî bêsinur û bindest, bo mirovahiyê, bo ciwaniyê, bo têgehiştineke kûr, rojane/kompleks û pir wate. Di her tabloyekê de felsefek heye, dîtin û boçûneke kurdî û mirovahî heye. Ew dixwaze bi rêya tabloyên xwe bala me bikşîne ser êşekê û li dermanekê digere. Rastiya Kursitanê bi nimuneyên bê dawî radixe ber çavên me. Ew li xweşîyê nagere, lê li nexweşiyên Kurdistanê digere, li hunerê digere. Qîrîna zarokekê, girîna zilamekî , hewara jinekê, rondikên kalekî, xemgîniya bavekî, hesreta dayikekê, kuştinekê, tevkujiyekê, raperînekê, berxwedanekê, serhildanekê û serxwebûnekê; radixe ser tablo û dike huner. Ew girêdayî dozekê ye, girêdayî pirsa milletê xwe ye.

Belê ew girêdayî doza milletê xwe ye. Di programa pêşengehekê de (Galleri Tio) bi zimanê swêdî derbarê Xalid Satar weha tê nivêsîn: ”Hunera Xalid Satar realiteta Kurdistanê rave dike. Bêzarî, îşkence û kuştina ku li miletê kurd tê kirin, ew dibin îlham û mijar bo tabloyên wî”.

Kurdistan bi natur û xwezaya xwe ya ciwan dibe jêder bo tabloyên hunermend. Ji deştên fireh û bi ber heya şax û çiyayên tûj, binecih û bilind ber bi asman ve, ji gelî û newalên kûr û asê heya çem û rûbarên mişe û dirêj, ji ava sar û kaniyên zelal heya baxçên kesk û bêhnxweş, ji gir û girdikên hêşîn heya daristan û spîndarên bilind. Ev spehiyên han dibin inspirasyon bo hunermend û wî ber bi axa welat ve girê dide. Lê hezar heyf e ku ev behişta ser zemîn dibe meydana şer û agir û xelkê me bêpar dibe ji van dewlemendî, çêj û xweşiyan. Bombebaran, sotandina gund û bajarên Kurdistanê, malwêranî, îşkence, şerê dagirkeran ser axa kurdan, şerê navxwe û gelek xirabiyên din dibin mijarên negativ û xemgîn di tabloyên Xalid Satar de. Ew mîna fotografekê wêne dikêşe û dibe şahidê dema xwe, ew dibe hevalbendekî Herodotus (484-425 b.z) dema dibêje: ”Ez bêgav im behsa her tiştê tê kirin û gotin; bikim. Lê ez ne bêgav im bawerî bi hemiyan bînim”. Erê, ew bûyer û rûdanên dema me, li dewr û pişta me, li welatê me diqewimin dike tablo û dîrok.

Çawa di jiyanê de xweşî û nexweşî hene, her wesa tabloyên Xalid jî nîşana vê yekê dide û dibe werger bo serpêhatiya hunermend, werger bo jiyana kurd û rengdan bo realiteta li Kurdistanê. Ew nexweşiyan dike tablo, rûdanên mezin û biçûk, elementên rojane, tiştên sade û sivik; dike wêne û pêşkêşê temaşevanên tabloyên xwe dike. Mirov xweşiyê û ciwaniyê di reng û objektên tabloyê de dibîne, di felsefeya tabloyê de dibîne.

Xalid Satar bi giştî sê rêbazên hunerî bikar tîne: realism, expressionism û impressionism lê, di dema dawî de hewlên wî zêde dibin bo rêbaza abstrakt** jî. Bi rêya van rêbazên hunerî ew dixwaze rastiya Kurdistanê ya tal, nazik û dijwar; xêz û rengîn bike ser tablo. Ew bi awayekî serkevtî û harmonî yariya digel rengan dike. Di piraniya tabloyan de rengên germ (bin tonên rengê zer/oranj) hene lê bi hostayî ew rengên sar (bin tonên rengê şîn) jî bikar tîne. Çawa berfa sar dema zivistana û tava germ dema havînan xêrê û ciwaniyê didin ax û xwezaya Kurdistanê, her wisa ew rengên sar û germ di tabloyan de, spehî û ciwaniyê didin berhemên Xalid.

Rengên hunermend Xalid Satar bi giranî bikar tîne di tabloyên xwe de ne yek in. Ew dem dem bêyî mebest giraniyê dide rengekî taybet û loma jî mirov dikare çend qonaxên rengan di berhemên Xalid da bibîne:

  1. Qonaxa yekem li Kurdistanê bû û wî wê demê bi giştî rengên reş û spî bikar dianî.
  2. Qonaxa duwem wî gelek rengên germ (oranj, sor û zer) bikar dianî.
  3. Qonaxa sêyem jî ew derbasî rengê mor (lîlav) yê vekirî/tarî û gewr dibe.
  4. Qonaxa çarem ew rengên sar (şîn û bin tonên wê) yê tarî û vekirî bikar tîne.
  5. Qonaxa pêncan jî mirov nikare bêje ku ew rengekî taybet bikar tîne. Mirov hîç hest bi giranî û konsentre kirina rengekî taybet nake, ew hema bêje hemû rengan bikar tîne.
  6. Qonaxa şeşan ew rengên volkanî yên tox û tarî bikat tîne. Mirov nikare pir rengan bibîne. Ew hebin jî, veşartî ne, kêm tên dîtin hember wan rengên zil û agresiv de weke yên volkanî.
  7. Qonaxa heftan jî ew giraniyê dide karîkatoran ku têde reng sade ne lê xêz giring in. Ev mijareke taybet e û bi serê şaxekê taze ye di berhemên Xalid de.

Di piraniya tabloyan de kontrastek di nav rengan de heye, dijatiyek heye û qey tu dibêjî ew ”reng” di nav şerekî de ne. Di van tabloyan de carnan mirov hest bi ne aramiyekê û nejijîyekê dike lê carnan dijbera wê jî rast dibe û mirov hest bi aramî, hêminî û harmonîyeke bêhnveker dike.

Xalid Satar navan li tabloyên xwe nake, ew naxwaze têgehiştin û dîtinên wî bibin asteng û bandor li têgehiştina temaşevanên tabloyên xwe bike. Bi gotineke din ew naxwaze bala temaşevanan bikşîne ser dîtin û têgehiştineke taybet. Lê ew dixwaze her kesek serbest ligor dîtin û têgehiştina xwe, tabloyê şirove bike.

Ew bi firça xwe, jîrane, ritualên jiyanê û pêkhatiyên civatê bi zimanekî hunerî yê hêsan, dike mijarên tabloyên xwe û pêşkêşî me dike. Ew digel êşê û nexweşiyan, kêfê û kenê jî dike tablo. Di navbera rawestgehên (stasyonên) estetik û hestên mirovahî de, hembêza mirovan heye, tevgera koman heye, xêzên rast û paralel hene, xêzên kevane hene, struktor û formên arkitekturî (mîmarî) hene, danustendinên sosyolojîk hene, hewarên mirovan hene. Ev hemû ”HENE” dibe karnavaleke xweşik ji têgehiştin, mesaj û rengên ciwan di tabloyên hunermend de. Dîtin û rengên balanskirî di estetika tabloyê de xweşiyekê, çêjekê, heyecanekê didin temaşevanên tabloyê. Û weke Xalid Satar dibêje: ”Bîner dema li tabloyê mêze dike gereke ew, bi kêmî, xweşî û kêfê ji reng û formên tabloyê bibîne”.

Lê hunermend dixwaze em ne tenê çêj ji form û rengan bistînin belku pitir. Hunermend xwedî drama û felsefeyeke taybet e, ew dixwaze bala me bikşîne ser elementên tabloyan, pêkhatiyên wê û gelek caran me paldide bi hiş û têgehiştina xwe, em kûrtir û dûrtir biçin. Di kêliya dîtin/hevdîtina tabloyê de, di wê atmosferê de, di wê dialoga bêdeng di navbera hiş û tabloyê de, pirs û bersivdana xwe bi xwe, wergerandina xêz û forman; a wî demî rêya hûr bîrkirinê vedibe, têghiştin berfireh dibe û fantaziya çareserkirina pirsgirêkan hêsantir dibe. Jiyan siviktir û xweştir dibe!

 

Têbînî:

*Min berê di kovara NÛDEMê nivêsînek û hevpeyvînek pêre çêkiribû. NÛDEM No 32, sal 1999.

**Expressionism (derbirînî/teibîrî) stîleke hunerî ye (Elmanya 1900) têde hunermend hestên xwe, têgehiştina xwe û tiştên dixwaze bêje, kopî dike ser tablo.

Impressionism (intibaiî) stîleke hunerî ye (Fransa 1870) têde hunermend hest û têgehiştina xwe ya kesanî dike bingeh pêş têgehiştina hişî/mejî. Rengên komplemant (dijber), firçeya mezin, lekeyên berçav, ronahî û sîber bi awayekî kontrast tê bikar anîn.

Realism (rastî/waqiî) stîlekê hunerî ye (1800) motivên rojane yên jiyana rastî mîna karker, pale, gund, zevî û hwd dibin tablo weke foto.

Abstrakt (mecered) stîlekê hunerî ye (Rusya 1911) têde hunermend wergereke dîrekt nake ji jyana rastî, ew zehmet tê têgehiştin lê hinekên din jî dibêjin ku ew bingeha xwe ji jiyana rastî digre.

Di wêneyê ku 3 kes tê da nin: Xwedîyê nivîsê digel du intelektuelên kurd hunermend Xalid Satar û ferhengnûs Mujde Xelîl

 

  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev