XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -3

XURTBÛNA NASYONALÎZMA KURDAN -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Xurtbûna nasyonalîzma kurdan”. Me ew kirîye 4 beşan. Me berî çend heftêyan beşên 1 û 2 raberî we kiribû. Îro em beşa 3an çap bikin. Beşa dawî, a 4an emê piştî heftêyekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 144 

Lê eger em bêne ser helwêsta van desthilatan di hindava “Xoybûn“ê da, em dikarin bêjin, ku ew ne pir zelal bû. Hilbet, pêwendîyên serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê bi nasyonalîstên kurdan ra hebûn, ew jî bona wê bûn, ku kar û emelên wan kontrol bike. Lê piştî çareserkirina pirsgirêka Mûsilê London xwest pêwendîyên xwe bi Enqerê ra xweş bike û ne dixwest pirsa kurdan ji xwe ra bike bar. Brîtanîya Mezin dij bû, ku tevgera kurdan ya miletîyê mehkem bibe û bê firekirin, ji ber ku ew ji bo berjewendîyên wê li Rohilata Nêzîk zirar bû, berî gişkî jî li Îraqê û Îranê. Ewê çavên xwe ber kar û barên pankurdîstan digirt û carna jî helan dida wan bona paşê wana dijî Tirkîyê û Sûrîyê wek alet bi kar bîne. Ev helwêsta du alî ji bo desthilata Brîtanîyayê ya li Îraqê gelek dijwarî anî. Çi jî hebe, wana bi guhdarî bala xwe dida ser kar û barên “Xoybûn“ê û eva yeka di belgeyan da xuya dibe.

Bi kurtî, li Îraqê pêşî li karê terefdarên “Xoybûn“ê digirtin. Serokatîya Îraqê wek bersîva gazinên hukumeta Tirkîyê girêdayî dayîna vîzayan bona karmendên aktîv yên komîtêya Îraqê, lîsteya wan “nasyonalîstên ermenîyan-kurdan“ amade kir, ku vîza nedane wan, di nav wan da neh endamên binemala Bedirxan, Îhsan Nûrî paşa û yên din bûn (bi tevayî 56 kurd û ermenî). Hatibû qedexekirin, ku kitêboka “Xoybûn“ê ya bi sernavê “Qira kurdan li Tirkîyê“ bînine Îraqê û hukumeta Îraqê derheqa vê yekê da Tirkîye agahdar kir27. Li ser axa Îraqê kontroleke berk hebû li ser çûyîn-hatina karmendên komîtêyê û li ser çavkanîyên fînansekirina wê. Bi bawerîya cesûsîya Brîtanîyayê, mêlgirtina pankurdîstan xapxapok e û ew bal her serokekî cuda ye, ew jî bi wê yekê va girêdayî ye, ka ewana ji kê û ji kîderê pereyan distînin. Piranîya alîkarîyê ji daşnakan dihat û wana jî ji “lêgîmîtîstên“ tirkan û bêlogvardêysên rûsan distendin. Ew yek ji bo îngilîsan dibû bingeh behsa “tevgera kurdan-ermenîyan ya nasyonalîstîyê“ bikin. Li Îraqê karmendê “Xoybûn“ê yê sereke Şukrî Mehmed bû. Navçeyên zêde aktîv yên rohilata Sûrîyê bûn, ku mihacirên kurd û ermenî li wir berev bûbûn, yek jî navçeya Ararat-Bazîd-Makû bûn. Li Kurdistana Farizistanê “Xoybûn“ di rûyê pêwendîyên bi ermenîyan ra tu alîkarîyeke berbiçav ne distend28.

Meriv nikare zêde bawerî li van hemû malûmatîyan bîne, lê tu şik tune, ku li paytextên welatên Roavayê bi guhdarî bala xwe didane ser kar û emelên “Xoybûn“ê û jê ne gelekî razî bûn. Desthilata Fransîyayê li Sûrîyê hewil dida komîtêya “Xoybûn“ê ya li Helebê ji hev bela bike. Forin Ofis hewarze rakir girêdayî “kar û barên kurdan yên dijî kemalîstan“ li Îraqê û înformasyona zêde xwest. Li Roavayê bi balkêşî dîna xwe didane pêwendîyên kurdan-ermenîyan û ser wê bawerîyê bûn, ku ew bi dijwarîyên nebînayî va dagirtî ne. G. Dobbs Forin Ofisê aş kir û got, ku di navbera Papazyan (serekê daşnakan) û kurdên Îraqa Bakur da tu hevfemkirin tune û pêwendîyên di navbera wan da her tenê ji bo berjewendîyên aborî ne. “Xoybûn“ hewcê pereyên wisan e, ku ermenîyên dewlemend didane daşnakan29.

Konsûlê Brîtanîyayê li Dêtroytê C. Kamêron derheqa kar û barên “Xoybûn“ê li welatên dereke malûmatîyên balkêş anîn, ku ewî ji înformatorên xwe – serhingê navdar T. Ê. Lowrêns û çend zabitên ji barêgeha Allênbî sitendibû. Bi gotina wî, yek ji serekên “Xoybûn“ê Sureya Bedirxan heft mehan li Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî da ma û li wir ji bo kurdan pere berev kir û bi nûnerê Komîtêya alîkarîya ji bo Ermenîstanê Grîgorî Vartanyan ra peyivî, wisa xuya ye, derheqa hatina xebatkarên rêçgerîya dewletê ji Rewanê. Sureya Bedirxan ser riya xwe ya ber bi Amêrîkayê li Romayê ji alîyê Mûssolînî da hate qebûlkirin û ewî sozê alîkarîyê da wî. Li Nyû-Yorkê nûnerê Sovyet Kamêron û Sureya anî cem hev. Paşê di nêta Sureya da hebû seredana Îngilîs û Yûnanistanê bike. Kurdên Amêrîkayê li hev kirin, ku ji bo “Xoybûn“ê di nava heftêyekê da mîlyonek dolar berev bikin (!). Sureya jî soz da, ku wê 150 hezar kurdan rake serhildanê. Balkêş e, ku desthilata Brîtanîyayê li Îraqê biryar kir vîzayê nedine Sureya û Vartanyan bona ew bêne herine Îngilîs30.

Bi vî awahî, sazkirina “Xoybûn“ê û gavên wê yên pêşin bala hukumetên wan dewletên Roavayê kişand, ku berjewendîyên wan di pirsa kurdan da hebû. Bi wê ra tevayî ne Îngilîs, ne Fransîya, ne jî dewletên din (Yekîtîya Sovyet jî di nav da) hewil nedan alîkarîya berbiçav bidine komîtêyê û bi çavê hêzeke rêzêrvîyê li wê dinihêrîn, ku di hinek şertan da dikaribû kêrî wan bihata. Bi gotineke din, helwêsta Awropayê di hindava “Xoybûn“ê da, herwiha di hindava tevaya tevgera kurdan ya miletîyê da, her tenê bi berjewendîyan va girêdayî bû.

Dema heta sala 1930î, gava dest bi serhildana Araratê bû (emê di beşa dinê da derheqa xuliqîn, pêşketin û paşmayînên wî da bi hûrgilî şirove bikin), meriv dikare bi nav bike wek dema amadekarîyê di nav kar û barên “Xoybûn“ê ya demkurt da. Komîtê bi xurtî tevî amadekirin û organîzekirina tevgerê bû û di wî karî da herdem bi “Daşnaksûtyûn“ê ra di nava pêwendîyan da bû. Lê daşnakan hela di sala 1925an da xwestin di şerê kurdan yê çekdarî da piştgirîya wan bikin, bi xwe jî şer bikin. Li kongrêya 11an ya “Daşnaksûtyûn“ê, ku di nîsana sala 1929an derbaz bû, hate gotinê: “Kongrêya me serhildana kurdan ya dijî tirkan silav dike. Kongrê ser wê bawerîyê ye, ku ew serhildan pir giring e bona çareserkirina pirsa ermenîyan û kurdan û bangî tevaya ermenîyan dike piştgirîya wî şerê mêrxasîyê bikin (wek ku di têkstê da heye.- M.L.)“. Daşnakan heta îdêya hevgirtina xwînî jî pêşnîyar kir û bang kir, ku fêdêrasyona “miletên arî“ ya dijî tirkan saz bikin ji farizan, ermenîyan, kurdan û gelên hindawropî yên din31. Hate plankirinê di meha îlona sala 1929an da li Libnanê konfêranseke tevayî ya “Xoybûn“ê û “Daşnaksûtyûn“ê derbaz bikin û li wir gerekê sîyaseta paşdemê ya “tevgera kurdan-ermenîyan“ kivş bikin. Lê tu malûmatî derheqa wê yekê da tunene, ka ew konfêrans pêk hat an na, me salixên wisa peyda ne kir32.

Ji alîyê ermenîyan da piştgirîkirina pankurdîstan paşê jî berdewam bû. Komîtêya Navbendî ya daşnakên Misirê di sibata sala 1931ê da bangawazîyek bela kir, ku tê da dihate gotin: “Kurd cînarên me ne, em li ser axekê dijîn û ew bi xwînî merivên me ne…“33. Lê ew alîkarî bi şert bû, her tenê di nav Tirkîyê da bû û bi bawerîya daşnakan tevgera kurdan ya ji bo serxwebûnê gerekê di sînorên wê da bihata kirinê; daşnak ser wê fikirê bûn, ku kurd li Îranê, Îraqê û Sûrîyê gerekê her tenê behsa serkarîkirina herêmî bikin.

Bi vî awahî, ji alîyê “Daşnaksûtyûn“ê da hevkarîya bi “Xoybûn“ê ra bi şert bû û di hêla sîyasî da ya kar jê sitendinê bû. Eva yeka, hilbet, ji bo nasyonalîstên kurdan bêlî bû û alî bihêzbûna yekîtîya kurdan-ermenîyan ne dikir. Xên ji wê, di nav daşnakan da jî di pirsa kurdan da hemfikirî tunebû. Daşnakên çep bawerî bi pankurdîstan ne dianîn. Ji bo nimûne, organa daşnakên çep rojnameya “Arac“ di hejmara xwe ya 5ê sibatê sala 1931ê da nivîsîye: “Koma me gerekê şerekî sext bike dijî sîyaseta şerletanîyê ya serekên daşnakan. Em gerekê bi tu awahî alî tevgera kurdan ya bi destê xelkê teşkîlkirî nekin. Ji çavkanîyên cuda-cuda derdikeve holê, ku tevgera kurdan ya dawî ji alîyê îngilîsan da hatîye organîzekirin“34.

Lema jî hevkarîya bi daşnakan ra alîkarîyeke mezin ne da serhildana Araratê, xwesma di hêla aborî û leşkerî da; alîkarî her tenê bi cûrê propagandayê û helandayîna moralîyê bû, ku roleke duyemîn dilîstin. Wek herdem, qedera serhildanê di destê serekeşîran da bû. “Xoybûn“ hewil da rola sereke di serhildanê da bilîze, lê li Kurdistanê bi xwe da bingeha wê ne gelek xurt bû. Komîtêya Erzurumê, ku namzadê wê rolê bû, desthilatê di îlona sala 1929an da zora wê bir, ew bê taqet kir, lê endamên wê hatine girtin û sirgûnkirinê. Şêwr-temî û agîtasyon ji der va dihatin, bi riya êmîsarên “Xoybûn“ê, ku zêde ji Sûrîyê û Libnanê dişandin. Yek ji wana serekeşîrê kurdan yê bi nav û deng, serekê konfêdêrasyona Heyderan Kor Huseyn paşa bû, ku ji Sûrîyê ew şandibûne Kurdistana Îraqê bal Şêx Ahmed Barzanî, lê ji wir jî şandibûne Pîranê bal Nuh beg, ku yek ji navbenda tevgera kurdan bû li Tirkîyê. Paşê ew çû Farizistanê, lê di rê da, li der-dorê Sasûnê kes nizane çawa hate kuştin. Gorî vêrsyonekê, merivên Nuh beg ji heq-hesabên wî hatine der, lê ew jî bi fermana Ahmed Barzanî hatine kuştin, lê bi vêrsyoneke din, ew bi helandayîna tirkan hate kuştin; Zûtirekê Nuh beg bi xwe jî hate kuştin, ku gelek tişt zanibû derheqa rastîya wê bûyerê da36.

Serekên “Xoybûn“ê bi her awahî hewil didan rola xwe ya serkarîkirinê di karê organîzekirin û rêvebirina serhildana kurdan da bidine xuyakirin, tesîra xwe li ser serhildanê bidine kivşê, xwesma di çavê Roavayê da. Yek ji wana – Sureya Bedirxan di nameya xwe ya ser navê komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê – Klêyton dinivîsî, ku cesûsên “Xoybûn“ê di nav her eşîretekê da hene û ewana ruhê berxwedana kurdan di nav kurdên Tirkîyê da bela dikin, li her herêmeke Tirkîyê xebata agîtasyonê ya germ û gurr derbaz dikin, xwesma di nav ronakbîrên kurdan yên bi destî zorê mihacirkirî û serekên kurdan da. Bi gotina wî, hewildanên desthilata tirkan, ku “Xoybûn“ê ji hev bixe, bi ser ne ketin û ew serokên kurdan, ku ji sirgûnîyê vedigerin, xwe li “Xoybûn“ê digirin. Kongrêya “Xoybûn“ê biryar kir organa herdemî – Komîtêya Navbendî saz bikin (tê wê maneyê, ku berê tunebû!). Li bajarên kurdan yên mezin û di nav eşîretên pirjimar da navbendên pankurdîstan hatine sazkirinê. Bi gotina Sureyayê, di fikira “Xoybûn“ê da tunebû serhildana hemtomerî bike, lê her tenê navbendên berxwedana çekdarî li Araratê, Sasûnê û Dêrsimê saz dikir37.

Wisa xuya ye, ku serekê “Xoybûn“ê serketinên xwe zêde dikir. Lê di rastîyê da nasyonalîstên kurd li Kurdistanê xwedî-xudantî ne dikirin, em îdî derheqa herêmên cînar da nabêjin, ku hewil didan wana jî bikine nava piştgirên “Xoybûn“ê bona ji Roavayê alîkarîyê bistînin. Lê di hêla planên pir mezin û yên dûrî aqilan da kes nedigihîşte wan. Çapemenî û ajansên înformasyon gelek dinivîsandin derheqa hewildanên pankurdîstan da, ku ji Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Îranê, Ermenîstana Tirkîyê heta Behra Reş û çend beşên Pişkavkazê (Ermenîstan û Azirbêcana Sovyet) dewleta xwe saz bikin38. Eger em nivîsên di çapemenîya tirkan û farizan da nedine ber çavan, ku gelek tişt zêde dikirin û gelek tiştên şaş dinivîsandin, dîsa jî meriv dikare bêje, ku planên “Xoybûn“ê yên wisa bûn, ku wê bi ser neketana.

Kêm malûmatîyên pêbawer hene derheqa tevbûna “Xoybûn“ê di nav serhildana Araratê da. Ji bo nimûne, rojnameya Îranê “Tebrîz“ di destpêka meha îlonê sala 1930î da nivîsî, ku dema êrîş biribûne ser Bîtlîsê, “Xoybûn“ê 500 siyarî şande Mûşê, bona herine hewara kurdên Bîtlîsê. Îhsan Nûrî paşa wan deman pere dane merivên xwe yên Bêyrûtê, ew şandine navçeya Araratê û bi wî awahî di navbera kurdên Araratê û aşûrîyên Mûsilê da pêwendî danîn; beşek ji aşûrîyan tevî serhildanê bûn39. Di dema serhildan geş bûbû û tirk bi ser diketin, şandîyên “Xoybûn“ê bang dikirin serhildanê berdewam bikin: “Eger Ararat ji dest me here, miletê kurd wê qels bibe û wê bi kokê va bê qirkirinê“,- wana got40.

Êdî hatîye gotin, ku dema damezirandina “Xoybûn“ê hewildanek hate kirin bona organên desthilatê yên dewleta kurdan ya paşdemê saz bikin. Lê derkete holê, ku tu bingehek tune bona bigihîjine armanca xwe û derheqa vê yekê da li tu çavkanîyekê an jî nivîsekê meriv nikare vê yekê bibîne. Her tenê behs gihîştine Tehranê, ku li herêma Araratê hukumeta kurdan hatîye sazkirin, di ser da jî wezîreta wê ya karên der jî heye41. Femdarî ye, ku tu rêçeke habûna hukumeteke wisa ne maye. Ser wê em tenê dikarin elametîya derheqa hatina daşnak Rûbên paşa li Tehranê zêde bikin, ku xwe bi nav dikir wek “wezîrê leşkerîyê yê Ermenîstanê di sala 1914an da“ (!), û pêşnîyareke bi surî kir derheqa wê yekê da, ku hukumetên Brîtanîyayê û Farizistanê bi riya Îraqê piştgirîya kurdên Araratê bikin. Karmendê leşkerî yê derecebilind yê Brîtanîyayê li Tirkîyê serhing Pêrsî Dodd, ku derheqa wê yekê da jê ra hate gotin, ew pêşnîyar tiştekî pêkenînê hesab kir û got, ku tilîya Sovyet jî di nav vî karî da heye, ku alî tirkan dike tevgera kurdan têk bide bona bikaribe bi hêsanî derbazî kenarê başûr yê Behra Sipî bibe û ji wir jî berê xwe bide başûr û heta Îraqê here42.

Riataza

 

27 Dîsa li wir, belge 148-149. Ji sêkrêtarîya komîsarê sereke li Îraqê ji bo Forin Ofisê 10.07.1928; belge 225. G. Dobbs ji bo baylozê li Konstantînopolê 20.09.1928; dexle 362, belge 1-3, 06.02.1929.

28 Dîsa li wir, belge 158-160. G. Dobbs ji bo wezîrê kolonîyayan L. Êmêrî 14.07.1928; belge 178. Jêdera ji malûmatîyên cesûsîyê, 14.07.1928.

29 Dîsa li wir, belge 265. Ji Forin Ofisê ji bo G. Dobbs 29.10.1928; belge 271-272. G. Dobbs ji bo C. Şakberg – serekê dêpartamênta Rohilata Nêzîk ya wezîreta kolonîyayan 17.11.1928.

30 Dîsa li wir, belge 323-326, 332. C. Kamêron ji bo O. Çemberlen 18.04.1929, kopîya; 22.05.1929.

31 Akopov A. Pirsa kurdan û daşnak, rûpel 40. Çapemenîya ermenîyan ya welatên dereke bi van bangawazîyan va dagirtî bû.

32 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 362, belge 36. Jêderên ji polîsa Îraqê, hejmar 34, 02.08.1929. Hinekî dereng behs hat derheqa derbazkirina her tenê kongrêya ”Xoybûn”ê da li Bêyrûtê û derheqa piştgirîya fînansîyê da, ku merivekî bi navê Kondov soz dabû, ku ”rûsê sipî” bû û dewlemend bû (dîsa li wir, hejmar 37, 14.09.1929). Meriv nikare rastîya vê înformasyonê testîq bike.

33 Bûkşpan A. Kurdên Azirbêcanê. Laçîn, Kelbecar, Herêma Naxçiwanê. Baku, 1932, rûpel 76. Em wê jî bêjin, ku ji bo daşnakan piştgirîkirina kurdan roleke din jî dilîst, ji ber ku wana şerê Azirbêcana musafatîstan dikirin, yên ku bi bawerîya daşnakan, sîyaseta dijî kurdan ya şovînîstîyê derbaz dikirin (û eva yeka rast e) û dixwestin ji kurdan desteyên wek ya kazakan saz bikin bona şerê dijî Ermenîstana daşnakan bikin (dîsa li wir, rûpel 68-70).

34 Akopov A. Pirsa kurdan û daşnak, rûpel 41-42.

36 AVPRI, fonda NAI, sêrîya A, dexle 362, belge 3, 6-7. Jêderên dayîreya rêçgerîyê taybetî ya Îraqê, hejmar 25, 22.06.1929.

37 Dîsa li wir, belge 7-9. Nameya 30.06.1919an,

38 Dîsa li wir, dexle 363, belge 235-236. Serdazêdekirina hejmara 3an ya li ser nivîsa karmendê leşkerî yê Îngilîs li Tehranê serhing P. Dodd 26.08.1930.

39 Dîsa li wir, dexle 364, belge 35-36. Nivîsa konsûlê Brîtanîyayê yê sereke li Tebrîzê S. Palmêr ji bo qasidê li Tehranê R. Klayv, hejmar 163, 14.09.1930, kopîya.

40 Dîsa li wir, belge 140-142. S Palmêr ji bo R. Klayv 18.09.1930, kopîya.

41 Dîsa li wir, dexle 294, belge 47, hejmar 57. Nivîsa nûnerê Brîtanîyayê li Tehranê ji bo komîsarê sereke yê Brîtanîya Mezin li Îraqê 16.04.1930, kopîya.

42 Dîsa li wir, dexle 114. Nivîsa P. Dodd ji bo R. Klayv 28.06.1930.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev