Berhemeke akadêmîk ji Akadêmîk Kinyazê Îbrahîm

Berhemeke akadêmîk ji Akadêmîk Kinyazê Îbrahîm

Du cildeyên dîrokî: “Kurd. DÎROK Û DEMA NÛ”

Têmûrê Xelîl

 

Van dawîyan ji alîyê Weşanxaneya DOZê li Stembolê berhemeke giranbuha ya bi 2 cildeyan ya Kinyazê Îbrahîm bi sernavê “Kurd. DÎROK Û DEMA NÛ” bi zimanê kurdî derket.

 

Em li jêr pêşgotina pirtûkê ya Akadêmîkê li cihanê binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov û Gotina xudanê pirtûkê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv raberî we dikin.

Di demên pêşda emê perçeyên ji vê pirtûkê çap bikin.

 

DERHEQA PIRTÛKÊ DA 

Di vê berhemê da dêmê kurdan yê dîrokî û çandî bi awayekî berfireh xuya dibe, guhdarîyeke mezin hatîye danînê li ser pirsên sîyaseta hemcihanê yên dema nû, ku derheqa gelê kurd da nin. Ev yek mecalê dide bona gelek xwendevanên pirtûkê di paşdemê da di hêla dîrok, sîyaset, çand, deb, wargehê jîyînê, edebîyet û zargotina gelê kurd da zanebûnên xwe dewlemend bikin.

Xudanê pirtûkê li ser bingehê berhema xwe a berê ”Kurd. Ênsîklopêdîya biçûk”, ku sala 2001ê çap kiribû, di weşana nû da li ser esasên çavkanîyên nû, nivîsên nû hewil daye zanebûnên xwendevanan derheqa gelê kurd da, bi taybetî jî derbarê şerê wê yê ji bo bidestxistina serxwebûnê da bide dewlemendkirinê.

Ev berhema han ”Kurd. Dîrok û dema nû” ji du beşan e. Di beşa pêşin da ”Kurd. Li ser xaçerêyên dîrokê” lêkolîn hatine kirinê ser kronologîya dîrokî a gelê kurd, strûktûra dîrokî-erdnîgarî û civakî-aborî ya herêmên ku kurd lê dijîn. Guhdarîyeke taybet tê danînê li ser mîrata serokên tevgera netewî-azadarîyê, aqilmend û karmendên civakê yên gelê kurd û diyasporayên wê. Li vira xwendevan dikare bi dîrok, çand, deb û jîyana gelê kurd a civakî-sîyasî ra bibe nas, ku rêyeke dijwar derbaz bûye.

Di sedsala 21ê da jî Rohilata Nêzîk dimîne wek yek ji warên sincirî, erafê şêr û dijberîya lîstikvanên gêopolîtîk. Xwesma rewşa wan waran nerehet e, ku piranîya niştecîyan kurd in û li wir gelek pirsgirêkên sert – yên gêopolîtîkî, aborî, ruhanî, miletî xuliqîne. Dîroka hemcihanê li gelê pirmîlyonê qedexe kir bibe xwedîya dewleta xwe. Pirsgirêka kurdan êdî wek berê ne tenê hinek caran, lê herdem di jîyana navnetewî da tê minaqeşekirin û gengeşekirin.

Di beşa duduyan ”Mîrata kurdan a çandî” da guhdarîya sereke hatîye danînê li ser çandê, erf-edetan, rabûn-rûniştinan, bawermendîyê, ziman û edebîyeta gelê kurd. Armanca berhemê a sereke ev e. Wek ku di pirtûka berê da, li vir jî guhdarîyeke mezin hatîye danînê li ser zargotina kurdan, helbest, çîrok, qelîbotk, gotinên pêşîyan. Û ev yek ne jiberxwe va ne, çimkî edebîyet – wijdana gel e, ew bedewîya here bilind e, ku ew bi merdane dide cihanê.

Xudanê pirtûkê herwiha li ser pevgirêdanên edebîyeta kurdî bi edebîyetên gelên Ewroasîyayê lêkolîn kirine. Di pirtûkê da cîyekî mezin hatîye danînê li ser pevgirêdanên kurdan yên dîrokî-çandî bi destanînên gelên Qazaxistanê û Asîya Navîn ra. Xudanê pirtûkê di karê naskirina bedewî û dewlemendîya çand û edebîyeta kurdan da gavên pir hêja avîtine.

Pirsgirêka sazkirina Kurdistana serbixwe heta niha jî yek ji pirsên miletîyê yên dema me a here dijwar e. Kurd (zêdeyî 40 mîlyonan) heta îro jî yek ji wan miletên pirjimar e li cihanê ku bê dewlet e û di nav çend welatan da hatîye perçekirin, lê li ser axa kal û bavan dijî û ji mafê xwerêvebirinê mehûrm e.

Pirsa kurdan herdem jî bala civaka cihanê û mediya navnetewî dikişîne. Şerê kurdan yê heq ji bo mafên xwe yên miletîyê ji alîyê hemå hêzên cihanê yên pêşverû da tê piştgirîkirinê. Îro hemû bingeh hene bona xewna gelê kurd derheqa serxwebûn û yekgirtina Kurdistanê pêk bê.

Xebathezî, mêrxasî, welatparêzî, namûs û şeref, maqûlî û camêrî xûy û xeysetên gelê kurd in. Ev lêkolîna giranbuha rê ber me vedike bona bi hêsanî bi dîrok û çanda vî gelê kevinare re bibine nas, bi der-kul û şabûna wê, xemgînî û pêşbînîya kurdan bihesî.

Ev berhem kedeke mezin e di nav ronahîkirina dîrok, çand, jîyana sîyasî û rewşa niha a gelê kurd di civaka hemcihanê da û zanebûnên xwendevana dide zêdekirinê derheqa kemala pirsgirêka kurdan di sîyaseta cihanê a nûdemê da.

 

Nadirov N. K.

Akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya Miletîyê ya  Qazaxistanê,

karmendê zanyarî yê emekdar,

xelatgirê dewletê yê Komara Qazaxistanê,

serokê sîyanetê yê Rêxistina kurdên KQ ya bi navê “Berbang”

 

GOTINA XUDANÊ BERHEMÊ

Di vê berhemê da dîrok û rewşa nû ya yek ji gelên Rohilata Nêzîk yên kevinare – kurdan bi hûrgilê tê lênihêrnadin û lêkolînkirin, ku ji bo xweparastin û serxwebûna xwe bi şerê man û nemanê dikin.

Di van demên dawî da guhdarîya civaka hemcihanê li ser Kurdistanê ye, ku li wir bûyerên ji bo gelê kurd biryardar û di eynî wextê da jî bedbext diqewimin. Bi vê yekê va girêdayî li pirtûkê ew pirsgirêkên sîyaseta cihanê têne lêkolînkirinê, ku bi pirsa kurdan va girêdayîne. Evê firsendê bide her xwendevanekî ku derheqa dîrok, çand û sîyaseta kurdan da gelek nûçeyên nû bihese.

Kurd miletek e ku heta niha jî li ser axa xwe dijî, lê bê dewlet e û di nav çar dewletên Rohilata Nêzîk da hatîye perçekirin. Di nav cihana nûdem da pirsgirêka kurdan yeke here dijwar û çaresernekirî ye.

Berhema ”Kurd. Dîrok û dema nû”, ku ji 2 beşan e, (”Kurd. Li ser xaçerêyên dîrokê” – beşa 1ê, ”Mîrata kurdan a çandî” – beşa 2an), li ser bingehê azirûkirina çavkanîyên pêşin hatîye nivîsar. Di bingehê xebata me a metodologîyê da berhemên lêkolînerên zanyar-rohilatzanên mezin yên wisa hene ku demeke dirêj li ser dîroka kurdan a êtnîkî û sîyasî karên mezin kirine, wek V.F. Mînorskî, N.Ya. Marr, S.A. Yêxîyazarov, V.V Bartold, V.P. Nîkîtîn, O.L. Vîlçêvskî, T.F. Arîstova, M.S. Lazarev, M.B. Rûdênko, Ş.X. Mihoyî, M.A. Hasratyan, Ş.Ç. Aşîrî, O.Î. Jîgalîna, X.M. Çetoyêv, Yê.A. Vasîlyêva û yên mayîn. Herwiha silavname, bernameyên miletîyê û xeberdanên serokê KQ N.A.Nazarbayêv li civînên Assambleya gelên Qazaxistanê.

Ev berhema dîyarîyek e bo şêkirandina keda wan ewled, karmend û aqilmendên gelê kurd, yên ku navê kurdan yê pîroz li cihanê bela kirin, û herwiha bo wan jî, ku xwe bi temamî dane wî karî. Ev berhem herwiha sipasîyek e bo gelên Sovyêta berê û wan welatan, axa wan ya pîroz ku em sitar kirin û her mecal saz kirin bona parastin û pêşketina çanda gelê min ku bi salan hatîye binpêkirin. Û her neslek wê herdem wê dilovanîya welat û gelên jorê kivşkirî bilind qîmet bike.

Ez sipasîya wan nivîskaran dikim, ku berhemên wan bo min gelek kêrhatî bûn, herwiha sipasî bo hemû hevalan, hevalbendan jî dikim, ku bi moralî piştgirîya sazkirin û çapkirina vê berhemê kirin û ez ji dil bawer im, ku ewê alî bike bersîva wan gelek pirsên giring bibînin, ku derheqa jîyana gelê kurd da nin.

 

Desteya rêvebir ya malpera Riataza kurdzan, edebîyetzan, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm bona van berhemên delal bi dil pîroz dike û jê berhemên nû hêvî dike!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev