
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.
Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.
Pirsa Zadîneya Memê û bersîva me
Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?
Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa bûyerekê bikin ku di jîyana bêjera kurd a pêşin Eznîva Reşîd da qewimîye.
Eznîva Reşîd û ermenîyên nûhatî
Eznîva Reşîd 27 salan bêjera (spîkêr, peyvkar) radyoya kurdî ya Rewanê bû. Bi radyoya kurdî her ro propaganda dihate kirinê, ku welatê Sovyetistanê welatê cihanê yê herî xweş e, weke buhuştê ye.
Ermenîyên welatên cuda cuda yên kurdîaxêf jî guh didane radîyoya me û ji welatên cihê-cihê bi mal û malbetan va vedigerîyane welatê kal û bavan – Ermenîstanê. Demek derbaz dibû, hinekan texmîn dikirin ku derew li wan hatîye kirin û welatê wan qet ne xweş e û digotin:
-“Sûc hemî yê Eznîva Reşîd e, me guh dida radyoya kurdî û bawerîya xwe bi gotinên wê anî, em vegerîyan û me mala xwe bi destê xwe xirab kir”.
Riataza