
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.
***
Ez û hezkirina min û rûhê min tam yên te ne, qurbana te bim, ezîza dilê min, xewn û xeyalên min, serketinên min tu yî… Oxir be dilê min.
***
Ez ne dîndar im, lê dînê min, îmana min tu yî.
***
Min got bişîne, ezê dû ra bersîva te bidim. Cana min, despotî neheqî ye jî. Tu zanî, ku ez dikarim di hindava neheqîyê da ewqas tûj bim, ku xelk bêje eva despot e. Ma ez bo te çawa dikarim despot bim? Ez bi cihanê ra dikarim despot bim, lê bi te ra dibim pisîk. Û kêfa min ji vê helwesta min tê.
Riataza