
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.
Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.
Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?
Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa du bûyeran bikin ku di jîyana şayîr Qirdoyê Gewro da qewimîne. Me navê wî helbestvanî guhêrîye bona merivên wî di rûyê nezanîya wî da rezîl nebin. Navê wî yê esilî C.C. ye.
Qirdoyê Gewro û destanên wî
Carekê nivîskarek dixweze henekê xwe bi Qirdoyê Gewro bike, jê ra wa dibêje:
-Min bihîstîye, ku tu her roj destanekê dinivîsî. Dikarî ji kerema xwe ya te îro nivîsîye, ji min ra bixûnî?
Qirdoyê Gewro bersîveke awa dide:
-Kîjan ji te ra bixwînim, ya min berbangê nivîsîye, an ya nîvro?
Qirdoyê Gewro û xwendevanekî kurd
Rojekê xwendevanekî kurd helbesteke Qirdoyê Gewro dixûne, tê da çend gotinên kurdîya paqij dibîne û şikê dibe, ku Qirdoyê Gewro ev gotin nizane. Difikire, dibêje ku belkî ewî ew helbest ne nivîsîbe, lê yekî zane jê ra nivîsîye û ewî jî bi navê xwe çap kirîye, pirseke wa didê:
-Min di helbesteke te da gotina ”buhuşt” xwend. Gelo ew tê çi maneyê?
Qirdoyê Gewro bi xwe jî nizane ew gotin tê çi maneyê, lê ji bo bersîvekê bide, wa dibêje:
-Filankes, eger tu gotina ”buhuşt” nizanî tê çi maneyê, îdî ez bi te ra çi xeberdim?
Riataza