
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Gelek caran ji malpera me tê xwestin ku em ne tenê berhemên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyet, jînenîgarîya wan biweşînin, lê herwiha dixwezin bi jîyana wan a şexsî ra jî pê bihesin, xwesma derheqa wê yekê da ka di sîstêma sosîalîst a Yekîtîya Sovyet da çi bûyerên giring di jîyana wan da bûne.
Ji ber ku nivîskarên kurdên Sovyet gelek in û bûyerên balkêş yên di jîyana wan da bûne jî gelek in, emê her carê behsa yek an du nivîskarên xwe bikin.
Pirs: -Gelo çi bûyerên şexsî di nav jîyana nivîskarên kurd yên Sovyeta berê da bûne?
Bersîv: -Emê îro wek bersîva pirsa we behsa wan bûyeran bikin ku di jîyana profêsor, şayîr Karlênê Çaçanî û bavê wî, berevkarê zargotinê Aramê Çaçan da qewimîne.
Karlênê Çaçan û helbesteke wî
Roja bûyîna Lênîn nêzîk dibû û rêdaksyona rojnameya ”Rya teze” hîvî ji Karlênê Çaçan kir, ku helbestekê li ser rojbûyîna Lênînê mezin binivîse. Karlênê Çaçan jî helbestek nivîsî, ku tê da gotinên ”Lênîn, tu dilê me yî, tu ruhê me yî, tu cegera me yî” û h.w.d. hebûn. Xebatkarê rojnameyê Prîskê Mihoyî jî dît ku di vê helbestê da poêzî tune û bi vî awayî xweşîyê xwe li Karlênê Çaçan kir:
-Heyran, helbesta te biçûk e, ka em bi hev ra hinekî mezin bikin. Madem, ku te di helbesta xwe da perçeyên laşê merivan bi kar anîye, ka em kezeb, fatereşk, rûvîya kor, rûvîya mezin û yên din jî di ser da zêde bikin.
Aramê Çaçan û Feqîyê Teyra
Aramê Çaçan efrandinên Feqîyê Teyra ji zarê gel berev kirine û du pirtûk çap kirine. Ji wana pêşgotina pirtûka “Tembûr” da awa nivîsîye:
“Sala bûyîna Feqîyê Teyra ne bêlî ye, lê ewî derheqa sala mirina xwe da di helbesteke xwe da bi bîr anîye”.