
Weşanxaneya Lîsê karê berhemdar berdewam dike
Dema ku Karin Boye vê romanê diqedîne û radestî weşanxaneyê dike, dibêje “Ez soz didim ku ez ê nema tiştekî wiha erjeng binivîsim.”
Rast e, cîhana dîstopîk ku Karin Boye afirandiye, mejîyê mirov dihejîne.
Hemû welatîyên Dewletacîhanê di bin erdê de dijîn û ji bo dewletê dixebitin. Nirxê herî mezin, dewlet e; hemû mirov û hemû tişt ji bo dewletê ne. Daxwaza jîyaneke xwezayî û fikrên muxalîf, xayîntî ye.
Ji bo eşkerekirina sûcê fikrê, kîmyager Leo Kall maddeyekî bi navê kallocain diafirîne. Kesê ku kallocain lê dikeve, hemû tiştên xwe yên veşartî, xewn û xeyalên xwe eşkere dike. Bi vî awayî gelek “sîxur û xayîn” tên eşkerekirin, lê fikir û hestên xwezayî, yên ku qet ji holê nayên rakirin jî eşkere dibin…
Ev roman weke romanên George Orwell 1984, Çewlîka Heywanan, Aldous Huxley Cîhana Nû ya Wêrek, Yevgenî Zamyatin Em û hwd. romaneke dîstopîk e. Herweha weke wan di navbera her du şerên cîhanê de, wê dema ku ewrên reş xwe girtiye ser mirovahîyê, hatîye nivîsîn…
Kallocain, Karin Boye, Werger Ji Swêdî: Salih Agir Qoserî, roman, 252 Rûpel, Weşanên Lîs 2018 , Amed
ISBN: 978-605-81408-0-6
Riataza