
Melayê Cizîrî – Bi Narê Firqetê Sohtim
Amadekar Mela Mihyedîn
(Bi heman kêş û qafiyê min hewl da ku beşek ji helbesteke Cizîrî bi kurdiya îroyîn rojane bikim ji bo fêhmkirineke baştir. Gelo bi dîtina we xizmeteke bi vî rengî wê çawa be li ser dîwanê tevî?)
Bi arê jevqetin sohtim
Ji nîvê ser heta pê da
Bi tîra xefletê nuhtim
Ji berqa roniya tê da
Ne, tîra jevqetîn berq e
Dilê ku b’xafilî lê dit
Dibêjim ger çiya be ew
Ew ê ker be di gavê da
Nedîtbe yê jihevqutbûn
Nebêje ber min dax lê ne
Ji bil derbên mişextbûnî
Qetîna rûh û can kê da
Ji her bêdax û bêderdî
Mepirsin mihneta vînê
Çi zanin bêxeber, jana
Dilê dax û keser tê da
Kesê mihnet û qutbûn dî
Vexwarî dûrî ew çendî
Girî wan tê bi rewşa min
Di vê dûrî w mişextê da
Bi dava vînê ez bend im
Û tîra dûrî dil qul kir
Wekî çûkê ku nîvkuştî
Di hev wer têm di xwînê da
Birûska hundirû da dil
Di pêtê sîne wê wer bû
Ku dê bêtin hedara dil
Di nav wê ar û pêtê da
Ji ulfê ku wekî zulfê
Medam lew bêqerar im ez
Ku canê min ‘ezîz îro
Çû û dil wê di ulfê da
Ji yarê dûr kirim çerxê
Felek wê pir hilavêtim
Nizanim dê li kû dit min
Di vê dewran û çerxê da
Evîna bêxeta kuştim
Bi derba dûriyê paşî
Ji wê rojê dizanî min
Ku yar ew tîr li cergê da
Gelo dîsa bibînim ez
Çiraya pevgihan hil bit
Bisojim rengê perwanê
Di ber wê nûr û şewqê da
Bi derba stêrika Subhê
Ku Zuhre l’rohilat der be
Zuhel dûr bit bi şeş bircan
Û winda d’roavayê da
…
Melayê Cizîrî
Rojanekirin: Qasim Xelîlî
Orjînala helbestê:
Melayê Cizîrî – Bi Narê Firqetê Sohtim
Bi narê firqetê sohtim
Ji ferqê ser heta pê da
Xedenga xefletê nuhtim
Ji berqa lami’a tê da
Xedenga firqetê re’d e
Dilê ew xefletê lê dit
Dibêjim wer cebel bit ew
Bi ker bit wê di gavê da
Heçî firqet nedî hicran
Nebê min dax û key lê ne
Ji bil derbê di hicranê
Firaqa rûh û can kê da
Ji her bêdax û bêderdî
Mepirsin mihneta ‘işqê
çi zanin bê xeber jana
Dilê dax û keser tê da
Kesê mihnet dî û firqet
Vexwarî cer’eya hicrê
Girî wan tê bi halê min
Di vê hicran û zecrê da
Bi dama muhbetê bend im
Xedenga firqetê dil nuht
Bi şubhê murxê nîmbismil
Di hev wertêm di xwînê da
Birûska batinî da dil
Di pêtê sîne wê werbû
Ko dê bêtin tebêta dil
Di nav wê nar û pêtê da
Ji ulfê şubhetê zulfê
Medam lew bêqerar im ez
Ko canê min ‘ezîz îro
çû û dil wê di ulfê da
Ji mehbûb dûr kirim çerxê
Felek wê pir hilavêtim
Nizanim dê li kû dit min
Di vê dewran û çerxê da
hebîbê bêxeta kuştim
Bi derba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min
Ko yar ew tîr li cergê da
Gelo dîsa bibînim ez
çiraya weşletê hil bit
Bisojim şubhê perwanê
Di ber wê nûr û şewqê da
Bi derba kewkeba Subhê
Li meşriq Zuhre tali’ bit
Zuhel dûr bit bi şeş bircan
û winda bit di xerbê da
Riataza