
Berevoka helbestên Husên Hebeş: ”Efrîn û canberê bi mirov hatîye navandin”
Di vê berhema doktorê zanyarîyê Husên Hebeş da 150 helbestên delal çap bûne û di wan de êş û merez, derd û kul, hêvî û pêşeroja Efrîna rengîn tên ber çavan. Helbestvan bi xwe jî xelkê wê devera Kurdistanê ye, lema dîdema Efrîna îroyîn rehên kûr di ruh û mejûyê wî da saz kirîye û ew yek di helbestên wî da zelal xuya dibin.
Dîwan ji alîyê du balavgehan ve tê weşandin:
Belavgeh Hogir Hogir Verlag Bonn
ISBN 978-3-935191-14-3 Germany
û
Cross-Cultural Communications, New York
ISBN 978-0-89304-532-6 USA
Ev berhema wê li welatên Ewropî, USA û li pir welatên din bête bidestxistin. Bi hêvîya ku kirên weha li welatên din jî bên kirin, ji ber ku ew kedeke giranbiha ye ji çanda kurdî re.
Fermo, helbestek ji pirtûkê:
Efrîn
Bi çekan didin pê hulmên te
li behiştê xwînê dirêjin
esmanê te yî esmanî bi qirkirina
dengê zaro û jinan reş dikin
di vê serdemê bêbext de
Efrîn
Tu Artaya Ahûrayê spente yî
bi hêza erd û esmên hetîyî parastin
Tu pîroz î çawa ba
av û ronahî
Tu pîroz î çawa ax
zinar û darên zêwtînê
Efrîna dê
tu pîroz î bi keç kur
jin û mêrên xwe
lê ew rêberên niha
li ser navê te hatine mêxkirin
min pir ditirsînin
Efrîn…
Riataza