
Li Swêdê piştgiriyê bidin nûnerê Kurd Ezîz Aliş!

Di 09.09.2018an de li Swêdê hilbijartinên giştî yên parlementoya Swêdê heye!
Ji bona ku kurd di parlementoyên welatên Ewrûpa de cîh bigirin û bibin dengê kurd-Kurdistan û diyaspora kurd li derveyî welat; hewcedarî bi helwesteke kurd û Kurdistanî heye. Mixabin Diyaspora kurd bê rêxistin e, ji ber hesabên piçûk belawela ye û ji hestekî kurdewarî û hevgirtî dûr e. Vê valahiyê her pişta me şikenandiye û em êşa wê dikişînin..
Di nava vê valahî û xemgîniya rewşa diyaspora kurd de, kurdekî dilsoz û kedkarê doza kurd li Swêdê ji partiya Lîberal nûnertiya xwe daniye.
Ev kurd EZÎZ ALIŞ e:
Wek ku em dizanin, di dema hewlên referandûma serxwebûna Kurdistanê de Partiya Liberal (Sörmlands Landstingspolitiker. Styrelse medlem i Liberalerna Eskilstuna) biryara piştgiriya serxwebûna Kurdistanê da! Yekem partî bû ku li Welatên Ewrûpa di wê demê de bû xwediya biryareke wisa û ev cihê şanaziyê ye.
Ez Kek Ezîz Aliş ji salên 1970 ji Amedê nas dikim. Di nav refên hêzên kurd û Kurdistanê de bê rawestan heta niha kar û xebatên xwe meşandiye. Kurd e, Kurdistanî ye û di hestên niştimanperweriya xwe de dikare bibe dengek, awazek ji bona kurd û Kurdistanê.
Divê Kurd, li diyaspora kurd dev ji hesabên piçûk û ezezîyan berdin û xwedî berpirsiyariya neqandina nûnerên xwe derkevin.
Kek Ezîz Aliş dengekî kurd û Kurdistanî ye. Divê bi gelemperî diyaspora kurd û taybetî jî kurdên Swêdê xwedî li vê gava kek Ezîz Aliş derkevin û li gor hestên kurd û Kurdistanê dengên xwe bidin vî kedkarê doza kurd a bi dehan salan..
Kek Ezîz yek ji me ye, bi tercîha xwe xwedî li kek Ezîz Aliş derkevin! Bi silav û rêz.
records Source:http://www.rupelanu.com/li-swede-pistgiriye-bidin-nunere-kurd-eziz-alis-446yy.htm
Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]