
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 152an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 152
KÛRA ÇAYÊ
Kûra çayê, tapê Qersê,
Kula kor têkeve dewata Elîyê Besê,
Çawa şera min dane ber meqesê.
Wey malîno, wey gundîno!
Hûnê cîyê şera min divêjin,
Bêjin,
Hûn navêjin, ezê derdê şera xwe, hime kerrim, hime gêjim.
Kûra çayê nava Bota,
Min salixê şera xwe hilda nava êla Mota.
Dibê şera min danîne serê qîz û xorta.
Gotin: Celkoyê Ozman û Etemê Emo.
KÛRA ÇAYÊ, TAPÊ QERSÊ
Kûra çayê, tapê Qersê,
Kulê tu têkevî dewata Silîyê Besê,
Îşev ji êvarda min porrkurrê,
Xewna xwe dîye,
Qertelê rîşya şera min avîtine ber meqesê.
Lo, malîno, şera min bavên,
Derdê şerê min da navê.
Kûra çayê, çel û korta,
Kul têkeve dewata Silîyê Besê qîz û xorta.
Min rebenê şera xwe stendye,
Danzdeh mejdîa, du kavirra nava Mota,
Lo gundîno, hûn dey nakin
Gûzanekê hildin porr û gulîyê min tevda kurrkin.
Kûra çayê li beyara,
Gilî-gazinê xelqê diçin, tên
Mîna tîre, mera,
Ezê neketime derdê şerê,
Xelqê bêje, şera xwe girtye daye li van yara,
Lo gundîno, şera min bavên,
Derdê şerê min da navê.
Got: H. Îsa, 30 salî
KÛRA ÇAYÊ ÇEL Û KORTA
Kûra çayê çel û korta,
Kavlîa, kavlîa lo çel û korta,
Xwedê xirav bike dewata Elîyê Besê, wey lo qîz û xorta.
De wey lo gundo, wey gundîno,
Xêra dinyalikê qe nedîno,
Çima boxdana dikin, kingê ez û xelqê xerîb cem hev dîno.
Wey gundîno, şera serê min bavêjin,
Min merûma xwedê şera xwe kirrye çar kavirra, panzde gîska,
Lo walîyê Bota wayê, waylo, wey gundîno.
Got: Teyoyê Mamo, ji gundê Heko li ser nehya Talînê.
KÛRA ÇAYÊ DEV ZINARA
Kûrê çayê dev zinara,
Gilîyê Dîlbera min tên mîna tîre mera,
Ezê Dîlberê birrevînim, bavêm nava koma bêrîvana.
Dîlber, xanîyê bavê te du qate,
Ne min sebire, ne tebate.
Got: Geveza Axo, 35 salî, ji gundê Poştê, li ser nehya Axbaranê.
TE ÇEVREŞÊ
Te çevreşê, kanya kila,
Sîsê gulî, orta mila,
Keleşo, lawiko, were min birevîne,
Bavêje Kor Mûsûlê, gundê hana.
Me axînê kûr dahîştin,
Emê kêleka hev rûniştin,
Kevir helya, dar gihîştin.
Tera, mera, tera, mera,
Şûr girêda, qeme berra.
De tu neyê derê mala,
Bavê minra neçe neye,
Nezera dê û bavê min
Xirave bejina terra.
Keleşo, lawko, xwe nebe bilincîya,
Şera reş, hêratya,
Keleşo, lawko, jorda were, ez helyam.
Kanî hene du milane,
Serê kanya di berfane,
Refê teyra ji tera rêne.
Got: Nesîfa Beyro.
EZÊ REŞIM…
Ezê reşim, biha nakim,
Ezê herim, ser qelaçî xwe qelakim,
Qelinê çil-bedewa bînim ser xwe rakim.
Lawiko, tu ne mêrî, ne camêrî,
Tu neşkêne kilîta zere, zer memika zirza dêrî,
Kale bavê mine male,
Tirsa pîre jinka dayka min newêrî.
Kerî pezê sorî xurte,
Taşkestanê korî girto,
Hekî lawkê min nasdikî, nas nakî,
Yekî bejin bilinde, qayme quto.
Bişkoşkê pêsîra te sî û yeke,
Ezê bikevimê hûr-hûr vekim,
Keles lawko, de tu were,
Minra bêje, çi teslîka dilê teda heye
Ez tesîl nakim.
ÊLÊ DÎNÊ
Êlê dînê, Xinûs xweşe, Bîngol berda,
Teyê çawa dilê min evdalê xwedê kirye gola xûnê,
Bera Wanê, cî-miskanê kula û derda.
Heyfa min nayê wê heyfê,
Kewa gozel ketye destê kindî şindikî mêra,
Ne tê kuştin, ne tê berdan.
Êlê dînê Xinûs xweşe, deşta Mûşê,
Te bejin bilind, çev belekê, dil xişûşê,
Ezê terka çevê belek, dêmê gulî nakim,
Heta saleke dinê serwarî war kozê darê vê dergûşê.
Got: Rizgo.
EMAN, EMAN
Eman, Eman,
Xinûş xweşe,
Mûş li berda,
Sîngê gewra min
Hîva çardeh şevî,
Tac li serda.
Eman, eman,
Kuro tu ne mêrî,
Tu ne camêrî,
Tu were bişkêne
Kilîtê zer memikan,
Zirza derî.
Kuro, kûtikê mêrê min,
Ne li male,
Ka tu ji kî ditirsî,
Ji kî newêrî.
Eman, eman,
Xinûs xweşe,
Berf şepeye,
Wan xezala karê xwe hilanî
Meşand temaşeye.
Xwedê derdê dilê min
Nede gurê çiyan, gur guneye.
Eman, eman,
Kuro, kilam,
Sed car kilam,
Ber derê mala babê min
Borîn cotek zelim,
Xwezla min bizanya,
Kî ji mîr bû, kîj bi xulam.
Ez taxêra, tu taxêra
Axa meşya, xulam pêra.
Şerma bab û birakê xwe nebûya,
Minê cihê xulamê çêkira
Ser axêra.
Eman, eman,
Xinûş xweşe,
Berda sincî,
Jê derket cotek kevotkê
Situ narincî,
Xweska wî mêrekî
Pê xwe bigerre,
Çevê xwe bibîne,
Kêfa dilê xwe zewicî.
Eman, eman,
Kavila gundê ser bendê,
Xweda mala sêrîn,
Sebeba xirav bike,
Ser me winda kir
Rewşa ser govendê.
Got: Manûk Harûtûnyan, 65 salî, nexwendî, niha li Aştarakê dimîne.
XINÛS XWEŞE
Xinûs xweşe, Bîngol berda,
Ez masayî kurtik serda,
Teyê dilê min kirye pêlê xûnê, miskenê kul û derda.
Tu xanimî, tu cahilî, tu cuhilî,
Sîngê te zozane, serê memika sore mircanîne,
Notla birincê Ûlexanê, tirîyê Ûşeganê,
Na wele, dîsa bax û baxcê vê Rewanê,
Şîrinbûna naê xarinê.
Got: Egîtê Sinco, dersdarê gundê Eşîrebatê li ser nehya Aştarakê.
Riataza