Nadia Murad çerxa felekê zivirand

Nadia Murad çerxa felekê zivirand

Êzdîya Şengalê Xelata Nobelê ya aşîtîyê stand

 

Îro hemû nûçeyên cihanê bi navê Nadia Murad a êzdî destpê dibin. Li jêr em pîrozbahîyên çend rêxistinan, ragihandin û malperan, şexsan raberî we dikin.

 

Kurdistan 24

Çalakvana Êzdî, parastvana mafên merivan li cihanê Nadya Murad, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bibû û pizîşkê qurbaniyên destdirêjiya sêksî li Kongoyê (Denis Mukwege), xelata Nobel ya Aştiyê ji bo sala 2018an bihevbeşî wergirtin.

Nadya Murad, jidayikbûya sala 1993an e, çalakvaneke Êzîdî ye, piştî ku di Tebaxa 2014an de, bajarokê Şingalê ket destê çekdarên DAIŞê, Nadya wek gellek ji keçên din ên êzîdî hat revandin û piştre di roja 14/9/2014an de, ji destê DAIŞê rizgarbû.

Piştî rizgarbûna wê, ew li gel hejmareke mezin ji serok û serkirdeyên xuyayî yên cîhanê civiya û ji bo Encûmena Ewlehiya Navdewletî hat vexwendin û li wir ji cîhanê re behsa rewşa Êzdiyan û tawanên DAIŞê kir, di 5ê Çileya 2016an, Hikûmeta Iraqê Nadya ji bo Xelata Nobel di warê aştiyê de berbijar kir.

Îro bi amadebûna 330 berbijarên wergirtina xelata Nobel a aştiyê, merasîma dayina wê xelatê li welatê Norwêcê birêve çû.

 

Murad Ciwan

Keça Kurd a Êzîdî ya ku ji bal DAİŞİYAN hat revandin û piştî xwerizgarkirinê li seranserê cîhanê têkoşîna li dijî dirindeyiya wan da; Nadiya Murad li gel Dr. Jînekolog Denis Mukwege yê Kongoyî Xelata Nobêl a Aştiyê wergirt.

 

Osman Aytar

Kurda me ya Êzîdî Nadia Murad ku ji DAÎŞa terorist zilmên mezin dîtîbû, bi jînekologê Kongoyî Denis Mukwege re Xelata Aştî ya Nobela 2018an wergirt, gellek pîroz be Nadiaya me ya jinxas…

 

Radyoya kurdî a Swedê

Êzidiya Şingalê Nadia Murad xelata aştiyê ya Nobelê stand.
Komîteya Nobelê ya li paytexta Norvêc Osloyê ragihand Xelata Nobelê ya 2018ê diçe ji têkoşerên şideta cinsî êzidiya Şingalê Nadia Murad û doktorê ji Kongoyê Dennis Mukwege.

Nadia Murad di 2014ê de ketibû destê Daişê de, wek kole û cariye tahde lê hatibû kirin.
Ji wextê ku rizgar bûye jî ew hewl dide dengê mexdûrên fermana Şingalê bigihîne raya giştî ya cîhanê.

 

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi pîrozkirinê ra tevayî destnîşan dike, ku heta roja îro jî gelek êzdî di destê wehşên Daîşî dizêrin û cihan gerekê guh bide ser vê yekê, zûtirîn wext wan gişkan rizgar bike û di qedera wan a paşerojê da roleke aktîv bilîze.

 

Yilmaz Yildiz

Nadîa Murad, keça Êzîdî ji gundê Koço, ji Şingalê, ku demek dirêj weke êsîr di destê har û hovên DAIŞ’ê de mayibû, îro (05.10.2018) Xelata Aşîtîyê a Nobelê wergirt.

Nadîy Murad welat bi welat gerîya, bi serok û rêberên dinyayê re hevdîtin kir, beşdarî konferans û semîneran bû û bû berdevka êş û zilma li Êzîdîyan hatî kirin û kûl, keder û axîna Civaka Êzîdî û jinên Êzîdî ên di destên DAIŞ’ê de bi dinya û alemê da nas kirin û dengê nalîna Êzîdîyan gihand wan.

Nadîya Murad berîya niha jî ji alîyê Netewên Yekgirtî (NY) û Parlamentoya Ewropa (PE) ve hatibû xelat kirin û wek balyoza aşîtîyê ji bal NY hatibû destnîşan kirin.

Pîroz bê xwîşka Nadîya!

 

Rûpela Nû

Naveroka Xelata aştiyê ku Nadia Murad û Denîs Mukgewe wergirtin, wiha hat diyarkirin:

”Ji bo têkoşîna wan a li dijî tundîtiya zayendî ango terora seksî ya li dijî jinan ku di şer û nakokiyên çekdarî de tê bikaranîn.”

Wek tê zanîn Nadia Murad di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve dîl hate girtin û dûvre ji destê wan filitî. Niha li Almanya dijî û 25 salî ye. Sala 1993 li Şingalê li gundê Koço hatiye dinê. Nadia Murad wek konsolosa mirovhezî ya Yekîtiya Netewî jî kar dike.

Piştî Malala Yousafzai ku di sala 2014an de wexta Xelata Aştiyê wergirt 17 salî bû, Nadiya Murad ciwantirîn kes e. Nadia 2016an de xelata fikra azadî ya Sacharov jî wergirtibû.

 

Malpera RIATAZA

Malpera me û Diakurd Nadia Murad bi dil pîroz dike û bi hêvî ye, ku ev xelata li cihanê navdar wê miletê me û welatê me li cihanê zêdetir bide naskirin û hezkirin. Bira ew Xelata Aşîtîyê ji miletê me û welatê me ra aşîtîyê bîne!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev