
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye:
-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe.
Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.
Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.
Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…
Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.
Helbestvan ev kes in:
Tahir Dînarî
Soran Amed
Arif Selçuk
Memê Miksî
Qasimê Xelîlî
G u l d e s t e
ÇAVÊ TE
Çavê te bîr
Tarî û qîr
Bin darê nîr
Girtim esîr
Keçka emîr
Wek berfeşîr
Hînik bike
Qelbê feqîr
Min bêne bîr
Ha va nêçîr
Bavêje dil
Xedeng û tîr
B’çavê rewîr
Pora herîr
Bistirhe min
Mîna hevîr
Vîn wek şiîr
Êl û eşîr
Tev vê dibên
Ev kur çi jîr
Qasimê Xelîlî- Soran Amed
HANA
Hanakê gerdenzêrê
Maçek da min bi xêrê
Ma çi! Dil ji min sitand
Wê şepal û wê şêrê
(Qaso)
Min dil da dilgawurê
Kuştim xencerawurê
Dibêjim wer îmanê
Berê min dide dêrê
(Soran)
Gawur keça keşe ye
Rindê pir bi teşe ye
Dil hişt di nava xwînê
Bi awurê wek kêrê
(Qaso)
Hanaka awurjikêr
Mizgevta min da bi dêr
Nazik û hem kubar e
Bi min xweş dike gêrê
(Soran)
Dilê rindê rekih e
Bêhna wê sêv û bih e
Min bibe w êsîr bike
Ribat im wa kewgêrê
(Qaso)
Hanaka min kewgêr e
Serê min anî jêr e
Wa dike min bikujê
Delala wek sitêrê
(Soran)
Gula Sor an qirmizê
Xudanxêrê Hirmizê
HewQasî mest im bi te
Têr nabim ez ji sêrê
(Qaso)
Dîlok-Amed
Riataza