Serxweşî: Wênekêşa navdar Besa Peyale Cafarovayê ji nav me bar kir

Serxweşî: Wênekêşa navdar Besa Peyale Cafarovayê ji nav me bar kir

Roja 8ê kanûna 2018an, derengê şev ji bajarê Tbîlîsîya paytexta Gurcistanê behseke nebixêriyê gihîşte me.

Sed heyf û korayî wênekêşa kurda ezidî a navdar, xizmetkara çanda milet, hunermenda hizkirî, endama Yekîtîya Wênekêşên Gurcistanê û ya Sovêta berê Besa Peyale Cafarova ji ber nexweşîya demdirêj û pir xedar, di temenê xwe yê 75 salî de ji nav me bar kir û serê xwe danî ax û berên sar.

Hezar mixabin, wênekêşeke navdar, pêşewitîya milet û dînê xwe ji kom û pizmama, ji pişta milet çû. Besa Peyale, xanima kurmancîyê jîyaneke hêja jîya, keseke dilsoz, bi xîret û welatparêz bû.

Besê Cafarova di rêza wênekêşên Gurcistanê yên navdar da cîkî layîq girtibû. Berhemên wê di kovar u albumên şêwekarên profêsîyonal da dhatine weşandin, ne tenê li Gurcistanê, lê ji sînorên wê der jî deng vedabû.

Besê Cafarova gelek xelatên bilind wergirtiye. Li Gurcistanê, Rusîyaê, Almanyayê û Yûnanistanê bi tevayî 20 pêşengehên wê hatine vekirin. Wêneyên wê pir binirx, bi wate, germ û rengawaz in. Ew bi tabloyên xwe çanda kurd, him kurdên dûrî hevdu, hem jî di şaristanîyan da dijîn dide nasandin.

Gele xebatên Besê xanimê galerêya komara Gurcistanê, Fondên Gurcistanê û Rûsyayê yê hunurîyê xemilandine. Vê demê berhemên Besa Peyale bûne milkên kolêksiyonên şexsî yên Aûstralîayê, Rûsyayê, Îsraîlê, Fransayê, Almanîyayê, Yûnanîstanê, Japanê, Ukraînayê, Tirkîyayê, Bêlçîkayê û Amêrîkayê.

Wênekêşa jêhatî herwiha gobelên çê dikirin û tewn davêt. Hostaya destemel perçeyek ruhê xwe dikir nava her efrandina xwe. Berhemên Besê Cafarovayê tije hestên paqij û zelal in, nazikayî û evîna jinanî ne. Bingeha şêwekarîya wê bedewî û dilrehmî ye. Dema şopandina xebatên Besê xanimê beşer û morala mirov xweş dibe, temaşevan niqoyî li dinya, li hizra wêye dewlemend, dilovanî, bi hûmanîzmê û rastîya jîyanê dibe. Besê Cafarova ji wan hunermendên kurd bû ku miletê xwe di nava civaka gurcan de serbilind û rûspî dikirin.

10-ê îlona sala 2018an 75 saliya Besa Peyale temam bû. Mehek berî wê şaredarîya bajarê Tbîlîsîyê pêşengeha pêşkêşî sersalîya rojbûna Besê Cafarovayê li dar xist, lê mixabin ev tivdîr bêy Besê xanimê derbaz bû, wê demê ew ji ber êşa giran û pir xedar di nava cîh û nivînan da bû.

Sed heyf, cêrgê rewşenbîr û emekdarên kurd yên Guricstanê, sal bi sal sêrek dibin.

Roja sêşemê, 11-ê kanunê, cinyazê Besê Cafarovayê wê tesmîlî axê bikin.

Em, dost û hogirên wê, qewm û pizmamên wê di gel malbeta remetî Bese xanimê re pir xemgîn û dilkovan in

 

Desteya Rêvebir ya redaksyona malpera Riataza serxweşîyê dide malbeta Besa Peyale Cafarovaye, qîza wê, zava, nevî u xuşkên wê, heval û hogirên wê. Oxira te xêr be û rehma Xwedê li ruhê te be, Besê xanim, cîh û mikanê te bihuştî be!

Navê Besa Peyale wek şêwekara xweya kemala mezin, wek keseke xweye sidiqê qenc û paqij vê heta hetayê di bîranîna gel de bimîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev