OL Û ZIMAN

OL Û ZIMAN

Eskerê BOYÎK

Dema mirov di dîroka gelan ra dibe nas, dibîne, ku parêzerê ziman û nirxên netewî hîmlî oldar bûne, ji ber ku ew li nav gel da civaka here xwendî, pêşketî bûne. Rast e, konsêrvatîzma olî jî hebûye, lê payê wan ê pirê rewşenbîrên dema xwe ye mezin bûne: zanyarên Xwedênasîyê, nivîskar, fîlîsof, zimanzanê netewî… Wana ne tenê seva bawarî, erf-edet, eyd-erefatê gelê xwe şerkarî kirine, li nav gel da xebitîne, gel pey xwe birine, lê usan jî çanda gelê xwe zengîn kirine, zimanê gelê xwe xemilandine, bedew û şimşat kirine, ol ji gelê xwe ra kirine ruh, xûn û qinêt, nivîsarên pir bi qîmet dû xwe hîştine…

Berê usa bûye, niha jî usane.

Bi keser gerekê bê goton, di wî alî da dîroka gelê kurd pir zeyîf e. Gelê me ji bona birayên xweye bawarîyê her tişt kirîye, xûn rêtîye, serê xwe daye, ji wan ra dewlet û împêratorî saz kirîye, ew ji dijminên wan parastîye, di demê teng da pişta wan sekinîye, çand û kûltûra wan dewlemend kirîye, lê bira tim bi çevên dagerkarîyê, netewa kurd di nav xweda helandinê, tunekirinê Kurda nihêrîne, ew di nav tarîyê û nezanîyê da hîştine. Bi mecalên cûrbicûr, xapandinê, nehîştine li nav Kurdan da ol û netew dirêjaya dîrokê da li nav hevda bihelin, bibin yekîtîyeke ruhî. Nehîştine ku bawarî zimanê kurdî jî hemêzke.

Di nav Kurdan da çend ol û mehseb hene… Ew ol jî hîmlî dijî hev in, carna di destê dagerkiran da bûne çekên dijîtîyê, dagerkiran ew dijîtî dane xebatê, ku tifaq û yekîtî li nav gelê Kurd da çê nebe. Peyva dîndijminatîye di zimanê Kurdî da heye: yanê neyartîya seva bawarîyê. Bi wê menîyê jî bi dewranan Kurda çiqas şerê hev kirîye, xûna hev rêtîye, tek Xwede zane.

Bi texmîna min gelê Kurd milethiz nîne, olhiz e. Olhizî jî ne bi zanyarî ye, bi mejûyî ye, lê bi dil e. Kurdan qedrê ola xwe timê jî ji ser ya netewî ra girtîye. Kurd qedir û rûmeta oldarekî xweye nexwendî yan nîvxwendî hezar carî ji ya nivîskar, zanyar û hozanên xwe zêdetir zanin.

Wede ye oldarên kurd jî bi zanyarîya kurdewarî pey xwe, dîroka kal-bava binhêrin, lê ne dîroka ola xwe, dîroka netewa xwe binhêrin û ji warê kara netewî da dersê jê hildin.

Ez dijî tu olê, tu bawarîyê nînim. Evd gerekê bawarîke wî hebe, tiştekî bihebîne. Evdê ku bawarîya wî tune ew ji guran jî gurtir e. Lê bawarî, hebandin jî gotî seva parastina şexsîyeta îsên, netewa wî be, ruhê wî ra, ziman û bi tomerî nirxên netewa wî ra bibe xûn-qinêt. Hebandina, ku ziman, erf-edetên netewekî boy kara netewek din înkar dike, ew hebandin jî dagerkir e, gelekî dike qurbana gelekî din.

Helbet di dîrokê da gelek dîndarên Kurd navê xwe bi herfên zêrîn dilê gelê xwe da nivîsîne, navê wan bo me bûne due’a û sîmvol, em bi navê wan sond duxun, niha jî dîndarên welatparêz kêm nînin. Gilîyê min derheqa wan da nîne. Gilî ew e ku dîndarên kurd tev jî di rêça wan da herin.

Rast e, di nav kurdên Êzdî da ebûbet, derbazkirina erf-edetan hemû bi zimanê kurdî bûye û niha jî berdewam e. Lê di nav Êzdîyên dervayî welêt da jî bîrkirina zimanê dê û bi zimanekî din axaftin bere-bere dibe nexweşî û civakê hemêz dike. Eger mecalên pêwîst neyên kêranîn, vîra jî undakirina zimên wê bin qezîya rêal da be.

Kurdistana Bakûr, ku piroblêma asîmîlasyonê û undakirina zimanê dê lê bûye pirsa rojane, dewleta tirk jî her mecalî dide kêranîn ku wê pêvajoya xirab lez bike. Kurd jî, ku bawarkî nîvê binelîyê wê dewletê ne, tê bêjî destê xwe bilind kirine û teslîm dibin.

Pareke Kurdên Bakûr Elewî ne. Elewî jî pêşketî ne. Dindarên Kurdên elewî eger 40-50 sal berê due’a-dirozgên xwe, ebûbetan xwe hîmlî bi kurdî, zimanê dayka xwe dikirin, niha piranî derbazî zimanê tirkî bûne… Bira min biborînin, eva êdî helandineke bi rêk û pêk e…

Kurdên Musulman jî, eger berê di gunda da xelkê zimanên hukumdar pak nizanibûn, ser hev bûn, çi jî hebûya dîsa her tişt kurdî, bi zimanê xwe dikirin, lê van salên dawî her tişt ser û binî hev bûye, kurmancîya meye şîrin ber pîyan diçe.

 

Di xweyîkirina zimên da rola olê û oldaran ya here bilind e.

Ez bi vê gotarê bangî hemû dîndarên kurd dikim, ew bi nanê gelê xwe dijîn, ew ji her kesî bêtir li nava gel da nin, ew şîn-şayî, eyd-erefat, heta jîyana gele rojane rêva dibin, gel qedirê wan zane, guh dide wan, xweyî zimanê dayka xwe derkevin, her derecên malbetên Kurd bi kurdî derbazkin.

Oldarên ku wê wezîfê cî neyne, gerekê gel jî pey wî neçe.

Pêwîste her kes bizanbe, ku evdê li welatê xwe da, di nava gelê xwe da dijî, bi zimanê dayka xwe diaxive, dilrehet û serbilind e, ev dinya jî, ew dinya jî jê ra buhuşt e. Li Bakûrê Kurdistanê îro, dema navê gelê te, zimanê te, çanda te tê înkatkirin, ji bo kurdbûnê xûna kurda tê rêtin, heta suruşta Kurdistanê jî ji bo kurdeyatîyê dişewite, evdê Kurd çiqas jî dîndar be, kitêbên miqedes bixûne, şev-roj due’a-dirozga bike ev dinya jî, ew dinya jî jêra dojeh e.

 

Îro roja bavo-bavo ye, îro roja gel-netew xweyîkirnê ye, zimanê kurdî, heyîtîya kurdî li ber qezîya undabûnê ye, eger vê roja dijwar jî dîndarên Kurd xweyî li gelê xwe dernekevin, usane ew vî gelî ra lazim nînin, usane (bira min biborînin) karê wan jî ji bo gelê Kurd ji karê qoriçîya çêtir nîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev