Kobanî

Kobanî

Nivîskarê heyranê Kobanîyê derd û kulên xwe bi helbestekê dilorîne…

Jan Dost

1 Min malek hebû şên û ava bû
Ji Kurdistanê li Rojava bû
2 Li taxek ciwan aram û naz bû
Dîtina wê her bo min miraz bû
3 Bi bav û dê ez li wê xwedî bûm
Weke berxikan têde kedî bûm
4 Lê jê dûrketim ez ji neҫarî
Pişta xwe dayê min bi hejarî
5 Min hêvî dikir rokê vegerim
Dîsa bi şadî têde bigerim
6 Mach bikim yek yek dîwar û derî
Li wir têr bibim ji hêsir û girî
7 Bibînim dost û xizm û hevalan
Bigerim li nav zikak û malan
8 Ev xewna min bû heye pazde sal
Ku carek din ez vegerim li mal
9 Lê têkçû ew xewn wek bûka berfê
Bû wek kelemper firiya ber bê
10 Nema dikarim vegerim welêt
Dil ji qehran re bûye ar û pêt
12 Dê vegerim kû ey kevirên sar!
Kanîn li kû man ew der û dîwar!
13 Ew gul û ew dar, ew dost û ew yar
Ew kolan û şar, ew cih û ew war!
14 De bêje malê ka xwişk û bira!
Ҫima yek bi yek vemirîn ҫira!
15 Kanî hinara diya mi ҫandî!
Ka ew Qurana bavê mi xwandî!
16 Ka ew azana Bozan û Hebesh
Ku ji mizgeftê bilind dibû xwesh
17 Ka ew kaxez û pirtûk û xame
Ka şevbuhêrkên li wê oda me!
18 Ka ew ezmanê tijî sitêr bû
Ji bextewerî ҫavê me têr bû
19 Kanî Mihela Seyda li kû ma?
Niha bûye war bo kund û bûma
20 Kanîn cîranên pak û dilsade
Dipirsim kesek bersivê nade
21 Kanîn newrozên li ser Miştenûr
Gava ref bi ref diҫûn gir û hûr
22 Wek perwaneyan zarokên shepal
Didane pey hev di dest wan de al
23 Dengê awazan dunya dihejand
Buharê li wir govend digerand
24 Lê ka buharên deşta berazan
Ka Feyd û kanî Dara Mirazan!
26 Ka Mekteba Jor kanî ew Sera!
Ҫima warê me nema ji me ra!
27 Kanî Qonaxa rehmetî Bozan
Mîrê wê deshtê, begê Berazan
28 Kanî ew hewşa mîna bihiştê
Kanî ew rezê şên li teniştê
29 Kanî mizgeft û gora bav û dê
Îro dibînim mane li erdê
30 Bibûre bavo dayê bibûre
Destêm naghên we Kobanî dûr e
31 Kezebperitî dil tijî jan im
Tenê me îro ez bargiran im
32 Nikarim tucar derdê xwe bêjim
Lal im, mirî me, sersam û gêj im
33 Gotin ҫi dikin birîn xedar e
Daxa di dil de zêde dijwar e
34 Hovên dirinde hatin pêl bi pêl
Bi navê xwedê kirin hêlehêl
35 Dilê wan ji wan alên wan reshtir
Dikushtin jin û mêr û hûr û gir
36 Kashê mishtenûr gemarî kirin
Kobanî ji dû resh tarî kirin
37 Ketin malên me, hovên serserî
Me ew didîtin li ber her derî
38 Gund ji shêniyan vala bûn hemî
Derya pêldar bû tunebûn gemî
39 Millet perîshan, jar û aware
Bi cholan ketin qîr û haware
40 Manî pirr hebûn li ser sînoran
Qurban pirr ketin li hawîrdoran
41 Li pê xwe hishtin xelkê, milk û mal
Xanî û dar û dewar û sewal
42 Tena ruhê xwe berî dan bakur
Berx bûn, bazdidan ji ber qîlên gur
42 Erd û ezman bûn neyar û dijmin
Derdê Kobanî bipirsin ji min
43 Lê egîd hebûn piling û shêr bûn
Kechên gulîsor, ne tenê mêr bûn
44 Deng dan li cîhan wan kezîzeran
Tev bûne sembol, wek pêximberan

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev