Besa Peyale: Berhemên min rengên hîsên min in

Besa Peyale: Berhemên min rengên hîsên min in

Guhdarên ezîz, ji bo bibîranînajineke rewşenbîr, wênekêşa bi nav û deng Besê Ceferovayê, ku 8-ê kanûna îsal jiber nexweşîya demdirêj, di temenê 75 saliya xwe de ji nav me koç kir û çû liser dilovanya xwe, radyoya ‘RIATAZA” bernameya xwe ya ji rêzenivîsa “Jinênnavdar” pêşkêşî Besa Peyale Ceferovayê ku sê sal berî vê hatibû belav kirin,car din raberî we dike.

Di dîroka kevn û ya nûjên degelek jinên kurd xwedan keda mezin yên navdar hebûne, ku ji bo pêşxistina çandû hunera gel rola mezin leyîstine û dileyîzin jî. Ewana bi hunerê xwe, bi kar ûçalakîyên xwe gelê kurd li cîhanê dane nasandin. Ji bo pêşxistina çand û hunerakurdî, jinên kurd yên Sovêta berê jî, bi taybet yên Gurcistanê û Ermeniîstanê,di hemû warên jîyanê de pêş ketine û kedeke mezin dane. Yek ji wan navdarên jinwênekêşa berbiçav, xanima şertên xwe – Besa Peyale Ceferova ye.

https://youtu.be/_KaHFGZX2C8

Sed korayî, wênekêşa navdar, xweya şureta mezin Besa Peyale ji nav me bar kir, lê hest û ramanên xwe li tabloyên xwe yên rengawaz de bi rêya şêwekariyê parve kir, gel re hişt, wekî gelê me li wan temaşe bike, wekî dilê gelê xwe geş û xurt, şad û bextewar bike.

Duh, 11 kanûnê cinyazê wê tesmîlî axê kirin.

Bila rehma Xwedayê dilovan ruhê te be, cî û mikanê te bihuştî be xanima bi rûmet û qedirbilind. Navê te herdem wê di dil û hizrê gelê te da bimîne.

Em serxweşîyê didine tevaya malbet û xizmên nemir Besê Ceferovayê û herwiha civaka kurdên êzîdî ya Sovêta berê û gelê Kurdistanê.

Fermo, guhdarîya bernameya me derheqa jîyan û ked û hewildanên endama Yekîtîya wênekêşên Gurcistanê, hunermenda şêwekar a nemir Besa Peyale Ceferovayê û dengê wê ye bi zindî bikin.



Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RiaTAZA

numreya agahiyên li ser Kurd û Kurdistanê; The management vedixwîne hemû kesên eleqedar ji bo bloga te li ser RIATAZA, bo hûragahiyan ji kerema xwe têkilî [email protected]

Qeydên dişibine hev