Mihemedê kurd û hin çîrokên din -23

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -23

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

 

Dema wezîrekî got:

“Planeke min heye û em ê bi vê planê ji Mihemed xilas bin”, mîr jê pirsî ka ew çito plane û dê çawa wan ji Mihemed xilas bike. Wezîr got:

“Em ê wî bişînin Baxçê Feylesofan, ku ji me re sêvan bîne. Belê mîrê min, cenabê te jî dizane ew baxçe yê jinên azib e, wextê zilamek bikeve wira, dê bê sekinandin û qetilkirin. Divê hûn Mihê razî bikin û bişînin bêxçe, ku çûyina wî mirina wî ye. Mîrê min yeqîn bike, em ê bi vî hawî ji wî xilas bin”. Mîr got:

“Helbet ez ê bi ya te bikim û Mihemed bişînim sêva, ku plana te aqilane û maqûl e”.

Bi wî awayî wezîr qasidek şand pey Mihemed ku wî teglîf bike, bîne dîwana Mîr Gulnar. Qasid xwe gîhand qesra Mihemed, çû li ber textê wî sekinî, xwarî erdê bû, erd paç kir û got:

“Kurmîrê min, Mîr Gulnar ez şandim vira, dixwaze di derheq mijarekê de bi te re mişweret bike û ji bo wê jî cenabê te teglîfê qesrê dike”.

Piştî wan gotinên qasid, Dûrata jina Mihemed amûrên xwe ên sêrê bi kar anî û dît ku mîr ne ji bo tiştekî xêrê dişîne pey Mihemed. Wê gote Mihemed:

“Mihemedo! Qesda mîr kuştina te ye û ji xeynê wê jî tu mebesta wî nîne. Lê tu here wira, guhê xwe bidê ka çi ji te dixwaze û pey re were gotinên wî ji me re bêje”.

Mihemed jî rabû, berê xwe da qesra Mîr Gulnar. Mîr bi rêz û hurmet ber Mihemed de rabû, pêşwaziya wî kir. Çaxa xwarin dixwarin, wezîr got:

“Mihemed daxwazeke mîr ji te heye, lê şerm dike, nabêje”. Mihemed got :

“Mîr çi xizmetê ji min dixwaze?” Wezîr domand :

“Qîzeke mîr heye, gelekî nexweş e, ber sekeratê ye. Hekîm û tixtor dibêjin ji bilî sêvên Baxçê Feylesofan ti tişt tuneye ji wê re bibe derman. Daxwaza mîr ew e, ku tu ji bo pakbûna keça wî hin sêvan ji wir bînî. Lê ew fikare dike ku ji te re bêje, lewma di vê erkê de tirs û xetereyên mezin hene. Wî jî gote min, Wezîrê mino! Li hemberê qenciyên wî zilamê xerîb, ez şerm dikim tiştekî din jî bixwazim. Li dewsa min tu pê re biaxive û bila bizanibe ka ez di çi rewşê de me. Min jî gotê baş e mîrê min, ez ê jê re bêjim. Û min jî ji te re got, ez dizanim ku tu kesekî qenc î û tê alikariya mîr bikî. Xwedê ji te razî be”.

Mihemed li wezîr vegerand:

”Çi bê xwestin, ew ê bê kirin. Ev tiştê mîr dixwaze, erka herî hêsan e. Ez dikarim rihê xwe jî ji bo mîrê xwe bidim. Ev daxwaz tiştekî piçûk be jî, erk û wezîfa min e”.  Dû re wezîr got:

”Ger tu rastê tehlûke û xetereyên mezin werî, min gunehkar neke, ku ez ji te re dibêjim ev riya tê bibî rêwîyê wê bi zirar û ziyan e”.

Mihemed bêyî ku zanibe ew baxçe li ku ye, rabû ser xwe û ber bi bajarê xwe kete rê, xwe gihande qesrê, cem herdu pîrekên xwe û ji wan re behsa daxwaza mîr kir. Dûratê got:

Ez vê erkê ji Bedrê re dihêlim ku ew di hesabên teqwîm û dîtina rê û rêbazan de zane û pispor e. Bedrê jî rabû alet û edevatên xwe wergirt û lêgerînek kir û wê jî dît tek daxwaza mîr kuştina Mihemed e. Hahanka derket derva, balona xwe hazir kir û ji Mihemed xwest, ku li balonê siwar be û gotê:

Li balonê siyar be û bihêle bila te bibe, tu qet destê xwe nedê. Wê pifdank li baxçê feylesofan dakeve û tu jî jê peya be, bikeve bexçe. Tê li wir, li dora hewzeke mermerî ya avê kursiyan bibînî. Bikeve binê kursiyê mezintirîn. Dû re refek çûkên werin û her yek dê li ser kursiyekî rawestin û dê per û baskan ji xwe bikin yanî yê xwe tazî bikin, ku tê bibînî her yek ji wan qîzek e û ew dê bikevin hewza avê. Dema ew ketin avê, per û baskên li ser kursiya ku tu di bin de yî, hilde û ji wir bireve. Ha vê niviştê bigire û bi milê xwe ve girê de. Xwediyê wan per û baskan hevala min Nuzhet uz Zaman e û ew dê tê derxe ku kinc ne li wi rin û wê bide dû te. Û ji bo te bikuje jî dê hemû zanîn û hunerên xwe bikar bîne, ku tiştek neyê serê kincan yanî per û baskan. Dê bêje te tu çi dixwazî?

Bêje ez hatim hinek sêv ji vî baxçeyî bibim. Wê bêje, ka wan per û baskan bide paşê ji xwe re sêva bibe. Bêje na, pêşiyê sêv. Wê çaxê wê here û bi selikek sêv ve vegere, tê jî vê nameyê bidî wê.

Piştî wan nesîhet û şîretan, Bedrê av û erzaqê Mihemed kire balonê û balon bi hewa kir, ku Mihemed berê xwe da Baxçê Feylesofan.

 

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev