Nameyên evînî -59

Nameyên evînî -59

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a pêncîûnehan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

***
Li dibistanan û zanîngehan fêrî zanebûnan dikin, spor bedena merivan saxlem dike. Ez her ro diçime zanîngeha Nura xwe, ku ew li wir mamostaya sereke ye, li wir zanebûnên xwe zêde dikim û spora mejûyê xwe dikim. Her roj roja min ha destpê dibe, roj baş Roja min!

***
Dinya wisa çê bûye, ku hemêzeke ji dil, ramûsaneke ji dil, bêrîkirineke ji dil, heta hemû cûrên jîyana cinsî yên ji dil têr nake. Qurbana te bim jî têr nake. Bo te ezê cihanê jî bikime bin lingên xwe… Xuya ye ewê jî têr neke.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev