Firîda Hecî Cewarî, cîyê te nayê dagirtin!

Firîda Hecî Cewarî, cîyê te nayê dagirtin!

Kinyazê Îbrahîm,
Akademîsyen, Profesor, Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê “Berbangê”

Me bilekî xemgîn bihîst ku matematîkzan, fizîkzan, pedagog, rewşenbîr û nivîskar Firîda Heciyê Cindî Cewarî piştî rojbûna xwe ya 84 saliyê bi rojekê, rehma Xwedê kiriye û xatir ji malbeta xwe û civaka me kurdan xwestiye. Zehf xemgîn im…

Firîdeya Heciyê Cindî layîqê pesindanên zehf mezin e.
Helbet ew mamosteyeke wisa mezin bû ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind ve hatine xelatkirinê. Wê zêdetirî 50 salan mamostetî kiriye û bi hezaran şagirtên kurd, ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûne. Li gorî em ji jiyana wê dizanin û dixwînin li Yêrevanê li dibistana 34an bi qasî 5 salan, li dibistana 122an salen dûvedirêj, di dawiyê de jî li kolejeke li Yêrevanê mamostetî kiriye. Firîda Heciyê Cindî di 50 salên mamostetiya xwe de, 30 salan Serokatiya Beşê Fizîk-Matematîkê kiriye. Firîdeyê di kitêba xwe ya “Bîranînên min” de li ser zîrekî û serkeftina şagirt/xwendekarên xwe de wiha dinivîse: “Xwendekarên min pir caran di Olîpiyadên Matematîkê de ne tenê li Ermenistanê, her wiha li temamiya welatên Sovyetê de cihên bilind û bi rûmet digirtin.” Şagirteke Frîdeyê a kurd Mîdîya Têmûr yekemîn kes bû, ku ji mekteba ew lê mamosta bû kete Zanîngeha Moskvayê ya ser navê Lomonosov, ku zanîngeha tevaya Sovyetê ya here binavûdeng e.

Firîda Heciyê Cindî xizmetên wisa mezin ji welatê Ermenistanê û Sovyeta berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin ve hatiye xelatkirin.

Di ciwaniya xwe de tevî rehmetiyê bavê xwe Heciyê Cindî tevî xebata amadekirina “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” dibe ku ew kitebên hazirkirina dersên kurdî ne.

Piştî wefata bavê xwe Heciyê Cindî û helalê xwe, şaîrê kurdî eyan Fêrîkê Ûsiv, piştî temenê 60-70 saliya xwe, dest bi karekî pir hêja û girîng dike. Frîda Cewarî di van salên dawî de gelek kitebên her du ewledên gelê kurd ji nû ve amade kir, da çapkirin û pêşkêşî kitebxaneya kurdî kirin.

Min ji zûve xwîşka Firîdeyê nas dikir. Heta bêjî bes kulfeteke şîrhelal, dilsoz, dilovan û xêrxwaz bû. Bi ruh û can bi çand, huner, ziman û zargotina kurdî ve girêdayî bû.

Ew herdem mîna çar xwişkên xwe, layiqî navê bavê xwe yê rehmetî Heciyê Cindî ma. Herdem wî navî mezin kir û pê jî mezin bû.

Heyf û mixabin roj bi roj zanyar û mamosteyên mîna xwîşka Firîdeyê ji nav me bar dikin û civaka me sêwî dihêlin. Dîsa heyf ku nifşekî nû jî nayê cihê wan.

Xwişka hêja û dilsoz;
Cîyê te bi rastî jî wê neyê dagirtin.
Serê gelê kurd sax be!
Rehme li gora xwîşka me Firîdeyê be!
Serê cêwiyên te Zerê û Zoro sax be. Sebir û tebatê ji wan re dixwazim. Rehme li Fêrîkê Ûsiv be.
Îro movikek ji pişta gelê me çû…
Zehf xemgîn im, sed korayî…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev