Bersîveke tund bo kesên êrîşî keça kurd a êzîdî kirin

Bersîveke tund bo kesên êrîşî keça kurd a êzîdî kirin

Yilmaz Yildiz, sîyasetmedar

Ev vîdêo bersivek e ji bo wan kesên ku êrîşên tûnd û dûrî ahlaqê kurdî birin ser keça kurd a êzîdî, rizgarbûya ji destê DAÎŞ’ê, Nadîya Murad, ji ber axaftina wê a bi erebî, di dema wergirtina Xelata Nobelê a Aşîtîyê de.

Ez dixwazim pirs bikim. Gelo çend kesan wê demê, dema ku Nadîya Murad û Lamîya Hajî Beşar li Parlamentoya Ewropa hatin xelat kirin, ew ji ber wergirtina vê xelatê û axaftina bi zimanê kurdî û bi cilên kurdî pîroz kirin û şanazî pê anîn?.

Niha jî Nadîya Murad him serdana Îraqê û him jî serdana Kurdistanê kir û li gel serokkomarê Îraqê Birêz Dr. Berhem Salih, Serokwezîrê Kurdistanê, Birêz Nêçîrvan Berzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Birêz Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Berîya her tiştî divê mirov bi xwe re durist be û ji xwe dest pê bike.

Fermo axaftina Nadîya a bi kurdî di dema wergirtina Xelata Saxarov li Parlamentoya Ewropa. 

Gotina malpera Riataza

Di dîroka kurdan û Kurdistanê da tenê van herdu keçên kurd yên êzidî di dema sitendina xelata li cihanê binavûdeng bi zimanê kurdî û bi cilên kurdî li Parlamentoya Ewrupayê nav û dengê miletê me û welatê me bilind kirin.

Di dîroka kurdan û Kurdistanê da tenê keçeke kurd a êzidî Nadia Murad xelata li cihanê herî bilind – Xelata Nobelê sitend û miletê me û welatê me li cihanê rûspî kir.

Xênji şabûnê, xênji gotinên pîrozîyê, xênji serbilindîyê tu tiştekî din gerekê neyê hişê tu kesekî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev