Îro roja Ala Kurdistanê ye

Îro roja Ala Kurdistanê ye

Ala KURDİSTANÊ şan û şerefa milletê Kurd e! Tiştê ku miletan ji hev cuda dike welat û ax, ziman û ala ye. Her miletek ax û welatek xwe heye, ziman û alayek xwe heye. Al rûmet û sembola miletan e. Çawa ji bo hemû netewan al cihekî girîng û dirokî digre, ji bo gelê me jî ala me ya ku bi rengê sor, sipî, keske û di navîna wê de rojek zer heye, tê nas kirin. Ji bo netewa me Kurdan jî gelekî girînge û wateya van rengan jî eve: Spî sembola aştiyê ye, Sor ya xwîn û şoreşê ye, rengê Kesk yê bereketa axa Kurdistanê û Mesopotamiyayê ye, her weha Roj jî sembola ola Zerdeştiyê ye ku di dîroka kevnar a Kurdan da bîrewebiriya Kurdan bûye.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 1999’an de biryar girt û vê alayê wek alaya fermî ya hikumeta Herêma Kurdistanê pejirand û 17 meha kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat qebûl kirin. Ji ber wê yekê jî her sal di 17 Meha Kanûnê de li Parlamentoya Kurdistanê û di hemû dem û dezgehên fermî de roja ala netewî ya Kurdan tê pîroz kirin. Li Başûrê Kurdistanê hemû bajar û bajarok bi ala rengîn tên xemilandin. Ev roja ne tenê li Başûrê welatê me, lê li hemû beşên Kurdistanê Kurd weke rojeke girîng û dîrokî bi coşî û şahî vê roja ala Kurdistanê bi şêweyên cûr bi cûr piroz dikin.
*

*

Ala Kurdan xwedî dîrokek kevne. Ala Kurdistanê di hemû serhildan û bûyerên netewîyên gelê Kurd de hatine bikaranîn. Dema ku tevgera Şêx Seîd destpêkir û qezaya Gumgumê (Varto) kete destê hêzên Şêx Seîd, wê demê şervanan av alaya rengîn li ser avahîya hikumetê çikandin ku ev weke nîşana serketina Kurdan hate hesibandin. Her wiha di dema Şêx Mehmud de û rêberê serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa jî li gor nivîsên dîrokê ew al hildaye.

Li gor zanyariyên siyasetvan û ronakbîrên Kurd ala Kurdî ji aliyê komeleya Xoybûnê di salên 1920`an de hatiye çê kirin. Ev al wek ronîya çavan hatîye parastin û di sala 1946’an de, di dema

damezrandina dewleta serbixwe li Rojhilatê Kurdistanê a bi navê Komara Kurdistan a Mehebad de, serokkomar Qazî Mihemmed de, Ala rengîn a ku hetanî îro wek alaya Kurdistanê tê qebûl kirin, cara pêşin li bircên Mahabadê hate çıkandin û vê alayê Qazî jibo parastin û pejirandinê wek rûmeteke bi nirx diyarî Fermanderê giştî yê hêzên Leşkerî yên Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî kir. Ji wê rojê heta roja îro ev ala pîroz li hemû beşên Kurdistanê wek ala netewî ya Kurdistanê tê qebûl kirin. Her weha zimanzanê Kurd Celadet Elî Bedirxan jî ala Kurdî li ser bergê kovara Hawarê çap kiriye, rengên alê her ev rêngên ala niha ya Kurdistanê bûne.

Bi hezaran ciwanên Kurd di ber wê alê de xwîna xwe dane û şehîd bûne Weke her miletekî li vê dinyayê, Kurd jî bi wê alê hatine naskirin. Bi dehan stran û helbest li ser wê alê hatine çêkirin Celadet Bedirxan helbestek li ser alê nivîsiye û weha gotiye:

Ala Kurdan di nîvê de roje …

Çendî xweşike û lewende. Bi çar rengan rengîne

Xîzkek keske û xîzkek sore

Û di nîverastê de spiye û li ser jî zer e….

Peyva alê jî di helbestên helbestvanê gevire, klasîkên wêjeya kurdî, wek Melayê Cizîrî û Mela Batê û Ehmedê Xanê de hatiye bibîrxistin:

Zalimê kuştim şepalê

Nazikê, qencêdelalê

Bûn hîcaba zilf û xalê

Êdek û ala û tox…

(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)

Bejn û bala tox û ala

Min kirin vê kramit ala

Çîçeka terhî nîw ala

Dil ji min bir, dilji min. Helbestvanê kurd ye Sovêta berê, binelyê Qazaxstanê Barîyê Bala helbestek ser Ala Kurdistanê nivîsiye:

ALA MEYE KESK, SOR Û ZER :

Tim bilind bî, bimilmilî, her gav, her dem,

Bê qezya bî, ji te dûrbin keder û xem Şûrê tûj bî, qetkî dilê qetilkara,

Serkevtîyê têxî hemû qulca, wara Kurdistanê bixemlîne hebûna te,

Şewqê têxe gund-bajara tîrejên te Şerqa navîn daynî hîmê aşîtîyê,

Navê Kurda eyan bikî tew dinyayê Virha şûnda, pejmûr nebî, neçilmisî,

Bin pîya da pêpez nebî, nebinisî Serfinyaz bî, bimilmilî bê qal, bê ceng,

Pêş neyara zexm û zor bî, bibî liheng!

Gelê me îro ji bo rizgarkirina welatê xwe li hemû beşên Kurdistanê bi mêrxasî û cangorî di bin vê ala pîroz de li dijî terorîstan û dewletên dagirker tekoşîna xwe dimeşînê. Em bawer in ku sedsala 21an wê ji bo gelê me bibê sala azadî û serxwebûna Kurdistanê û kes nikarê pêşîya tekoşîna gelê me bigre. Gelê me jî wek her netewan divê li welatê xwe bi azadî, aşîtî û serbilindî bijî. Helbet Ala Kurdistanê piştî şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di şerê han de zêdetir di cîhanê de hat nasîn û hezkirin. Divê her Kurdek ji hemû beşên Kurdistanê xwedî li ala pîroz derkevin û biparêzin.

Ev ala ya me hamûyan e. Em çiqas serbilind in gava Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî hevdîtin bi berpirsên Dewleten cihane dike ala pîroz ber alaya wan dewletan dimilmile. Radyoguhdaren eziz! Em bi hatina 17 Meha Kanûnê roja ala Kurdistanê li gelê xwe bi dil û can pîroz dikin. Dilxweşîyê, serketinên mezin û serxwebûnê gelê xwe re dixwezin. Her bijî Ala rengîn!

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev